Danûstandinên Amerîka û Rûsyayê li ser çekê atomî hatin paşxistin

Danûstandinên Amerîka û Rûsyayê li ser çekê atomî hatin paşxistin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Rûsya bi awayekî yekalî danûstandinên derbarê kêmkirina çekê atomî de paş xist, ku biryar bû sibe Sêşemê li Qahîreyê birêve biçe.

Îro Duşemê 28ê Mijdara 2022yan, berdevkek ji Wezareta Derve ya Amerîkayê eşkere kir, Rûsyayê ji wan re ragihandiye ku civînên li ser “peymana New Start” ku biryar bû vê hefteyê li Qahîreyê di navbera herdu aliyan de were encamdan, hatiye paşxistin, herwiha diyar kir ku Washington çaverê dike, Moskow demeke nû ji bo destpêkriina civînan diyar bike.

Biryar bû di navbera 29ê Mijdarê û 6ê Kanûna 2022yan de rayedarên payebilind ên herdu welatan li paytexta Misirê bicivin û li ser destpêkirina pişkinînan li gor peymana New Start a li ser kêmkirina çekê atomî gotûbêjê bikin, ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê ji meha Adara 2020an ve hatibû rawestandin.

Pêwendiyên navbera Washington û Moskowê ji dema destpêkirina şerê Ukraynayê ya meha Sibatê ve, gihîştiye asta herî bilind a aloziyê, ev jî ji ber piştevanîkirina serbazî ya Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve, herwiha gefên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ên li ser bikaranîna çekê atomî, metirsiyên li ser seqamgîriya cîhanê zêdetir kiriye.

Pustên heman beş