Di ser qetilkirina Tahîr Elçî re 7 sal derbas bûn, hê jî hin pirs nehatine bersivdan

tahir-elci-pkk-turkey-info

Di ser qetilkirina parêzer û parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî re 7 sal derbas bûn. Tahîr Elçî di 28 ê Mijdara 2015 an de li navenda bajarê Amedê li ber avahiya dîrokî ya bi navê Minareya Çar Ling bi yek guleyê hate qetilkirin. Ji wê demê û vir ve baroya Amedê û gelek kesan her sal derbarê bûyera qetilkirina Tahîr Elçî de gelek daxuyanî belav kirin.

Bûyera ku tê de Tahîr Elçî veguherî çîroka kesekî bêserûşûn ku di pevçûna navbera PKKê û dewleta Tirk de bû qûrbanî. Mixabin rewşenbîrên Kurd û heta malbata wî jî vê aliyê bûyerê paşguh dikin. Lê beriya kuştina Tahîr Elçî demek kin, hem ji aliyê PKKê û hem jî ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve Elçî rastî gef û hedefgirtinê hat.

Ew kesayetekî serbixwe bû

Medyaya nêzî dewletê Tahîr Elçî weke terorîst nîşan da. Tahîr Elçî jî beriya ku bê qetilkirin bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê (PKK) kiriye” dihat darizandin. Ji ber ku di bernameyeke televizyonê de gotibû “PKK ne rêxistineke terorîst e” ev bername di CNN de hat weşandin. Ehmed Hakan bi xûrtî di xwest Tahir Elçî bersiva vê pirse bide da ku bike armanca nijadperestên Tirk.

Dema dewletê Elçî bi endamtiya PKKê tewanbar kir, PKKê jî Tahîr Elçî weke kesekî di xizmeta pergala kolonyalîstan de sûcdar dikir. Ji rêveberên çapemeniya PKKê yên li Ewropayê Zana Azadî (Kamîl Yanar) jî 18 roj beriya ku Tahir were teror kirin ew kiri bû hedef. Ji ber ku Tahîr Elçî li dijî Şerê PKKê yê xendekên bû. Wî dixwest şerê xendekan yê Sûrê bide sekinandin. Roja ku ew hatî qetilkirin jî bi heman sedemê konferansekî çapemenîyê didarxist.

Tahîr Elçî û hemû siyasetmedarên ku wê demê li Bakurê Kurdistanê li dijî xendekan bûn di bin metirsiyeke mezin de bûn. Duran Kalkan di bernameyeke televîzyonê ya wê demê de bi awayekî vekirî gef li her kesî xwar û got, “Li dijî xendekan derketin xayînî ye, tasfiyekar û dijminî kirin e.” Li hemberî vê siyaseta PKKê her kes mecbûr bû ku bêdeng bima.

Pirsên gumanbar di dema bûyerê de

Hemû gumanên di bûyera Tahîr Elçî de îhtîmala ku Tahîr Elçî rasterast hatiye hedefgirtin nişan dide. Ew cureyekî sûîqestê bû. Bi yek guleyê tê armanckirin. Heta niha agahiyeke zelal bi dest neketiye ku gule ji kîşan alî derketîye. Dewletê dîmen winda kirin û nehişt ku delîl werin peyda kirin. Li aliyê din PKKê agahiyên di destê xwe de eşkere nekirin. Tahîr Elçî di navbera PKKê û polîsan Tirk de hat qetilkirin. Gumana rast ji li vir dest pê dike.

Gelo PKK yî çawa dikarin bi çekên xwe werin cihê ku boşatîya gel lê heyî? Her wiha rojek berê hatibû ragihandin ku dê Baroya Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê belav bike.

Di bûyerê de xala herî tarî ew bû ku texsiya ku 2 PKK yî lê siwar bûne ji aliyê ekîbên îstixbarata Tirk ve 8 kîlometreyan hatiye şopandin. Her çend ew wesayit deverên bêyî sivîl jî derbas bûn lê îstixbareta Tirk ew ne sekinandin. Heta ku li kolana ku Tahîr Elçî lê bû hatin. Di şopandina ku di gelek kamerayên ewlehiyê yên li ser rê da tê dîtin, îstixbarat ji mesafeyeke nêz va li 2 endamên PKKê temaşe dikin. Ji noqteya ku wesayit lê hatî rawestandin, tenê çihê bazdanê kolana ku Elçî lê daxuyanî da.

Ev bûyer gumanên wekî cînayeta Musa Enter di xwe de dihewîne

Li vir her tişt bêhtir aloz dibe. Çima wê rojê ew ciwan hatin wir, çima dewletê ew nedan sekinandin?

Her wiha nasnameya wan her du PKK yiyên hatin wir jî balkêş bûn. Biraziyê Zana Amedî yê ku gef li Tahîr Elçî xwaribûn, hatin cihê ku Tahir Elçî lê daxuyanîyê belav dike. Gelo ev tesaduf e? An jî rewşek plankirî ye nayê zanîn.

Cînayeta Tahîr Elçî jî bi guman e ku mîna cînayeta Musa Enter gelek pirsan li pey xwe dihêle û hem şopa PKKê û hem jî şopa dewleta Tirk di bûyerê de dixuyê.

ji cînayeta Tahîr Elçî encama ku derdikeve; Rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedarên Kurd an ji aliyê PKKê ve, an jî ji aliyê dewletê ve têne bêçare hiştin.

Kesayetiyên Kurd mehkûmî dubendiya PKKê û dewletê ne

Tahîr Elçî ne navekî ku ji PKKê re li çepikan dixist, ji PKKê dûr bû. Dema ku Elçî di sala 2012 an de bû namzetê serokatiya Baroya Amedê, PKKê pir dijwarî dij derket. PKKê her tim ew teşhir dikir û digot ku Tahîr Elçî ji dozên li OHAL ê yên der barê valakirina gundan de pere xwerin e. Li rexmê dijberîya PKKê jî Tahir Elçî li Amedê bû navekî pêbawer.

Li aliyê din dewletê jî dixwest ku Elçî li gorî talîmatên wan tevbigere. Lê Tahir wisa nekir. Ji ber vê yekê jî di bû hedefa dewletê.

Ev dubendiya ku li Bakurê Kurdistanê heyî li derveyî dewlet û PKKê cih negirtin, pirsgirêkek mezin e. her du alî jî sekinandinên serbixwe din ava xwe de nahewîne. Kesên serbixwe her tim di navberê (PKK-Dewlet) de winda dibin.

Helbet ji bo ronîkirina cînayeta Tahîr Elçî, divê were fêmkirin ku gule ji kîjan lûleyê derketî ye. Lê bele aliyê sosyolojîk û siyasî yê vê bûyerê jî hene. Ev cînayet heya baş neye niqaş û lêkolîn kirin zelal nabe. Kesayetên Kurd yên bêlayen ji zext û tundiya kolanan jî rizgar nabin. Her wiha yekî wek Zana Azadî jî bikarî be dîyar bike ka mafê kî/kê heye li Kurdistanê bijî an nejî û bibe mercîyê biryarê wê bûyerên kolanan tu carî zelal nebin. Ev helwesta PKKê û nûnerên wê jî cureyekî cînayetê ye. Tahîr Elçî bi vî şêweyê cînayetê asê maye. Niha jî nûnerên wê tevgera siyasî di bîranîna Tahîr Elçî de dihên û hêsirên timsahî dirijînin, weke ku çi tişt neqewimî ye. lê divê ev yek neye qebûlkirin. Kiryarên dewleta faşist a Tirk ên li ser Kurdan nikare û nabe jî pêkanînên PKKê rewa bike.

Pustên heman beş