Metirsiya Tirkiyê li ser Rojava, ya Îranê jî li ser Herêma Kurdistanê; stratejî û çareserî

Gef û êrîşa hemwext a Tirkiye û Îranê ya ser her du parçeyên Kurdistanê rojeva sereke ya hemû kurdan bi xwe ve digire.

Lê xuyaye ku kurdan hê jî nekarîne bi awayekî stratejîk û bi tevahî li meseleyê binêrin. Ev gotina ustayê şer ê navdar Sun Tzu tîne bîra me: “Stratejiya bêyî taktîkan riya herî hêdî ye ji bo serkeftinê, Taktîkên bê stratejî qerebalixa berîya binkefinê ye.”

Di vê pêvajoyê de Kurd ne hewceyî hemasetê ne, ne hewceyî tehrîkê ne, ne hewceyî gilî û gazinca ne û ne hewceyî êrîşkariya li ser hev du ne . Ya ku pêwîstiya Kurdan pê heyî, afirandina stratejiyeke neteweyî ye. Armanca vê stratejiyê divê ev be: “Siyaseta qirkirin, înkarkirin û dagirkirina li ser Kurd û Kurdistanê dê çawe were têk birin” Ji bilî bersiva vê pirsê divê çi rojevên Kurdan ne bin.

Bi rastî jî her kesê ku xwedî welatparêzî û hestên neteweyî ye, niha pêşniyara yekrêziya kurdan dike. Bê guman mirov nikare li benda wan derdûrên xwedî rêkên din yên çareserî yê bisekine. Lê divê li ser tespit û rêyên çareseriyê konsensosek were ava kirin.

Îran û Tirkiye hem hevkar in û hem jî li hev nakokin

Çapemeniya Kurd di êrîşên heyî de balê dikişîne ser Rojava û di vî warî de êrişkarîya Îran di rêza duyemîn de cih digire. Lê belê êrîş jî yên herdu hêzan e. Danûstandinên li ser vê mijarê ji lûtkeya sêalî ya Îran-Tirkiye û wilatek din ê zilhêz ku di meha Tîrmehê de li Tehranê pêk hatî destnîşan dike. Yekser piştî vê lûtkeyê êrîşa 20 ê Tîrmehê ya li ser gundê Perex ê Heftenîn a girêdayî îdareya serbixwe ya Zaxo pêk hat, ev çirîska îşareta vê pêvajoyê bû. Hûn dikarin li ser lînka jêrîn bigihîjin nivîsa ku me li ser vê mijarê weşandi bû: https://darkamazi.info/archives/1031377

 Îran û Tirkiyeyê biryar dan ku hêzên rojavayî (Ewropî) bi taybetî Emerîka ji herêma Rojhilata navîn bên derxistin. Wan hevpeymanî li ser çarenûsa Kurdan kir ku wê çi were serê kurdên ku ev hêzên Rojavayî piştgirî didin wan. Hîn jî danûstandinên hêzên Kolonyalîst berdewamin.

Her du hêzên herêmî Tirkiye û Îran hevdu diceribînin û li rewşa reel dinerin. Ji aliyekê ve şirîkên dijberiya Kurdan û dijberiya hebûna Amerîkayê ya li herêmê dikin, ji aliyê din ve ev her du hêz li ser hev şikdarin û dijberiyên dîrokî û ontolojîk li hember hev hene. Dixwazin ji hev rol û parî bidizin.

Emerîka ji Afganîstanê nişkav de vekişya û Ewropî jî bi şerê Ukraynayê ve matmayî mane, eniya li dijî Kurdistanê ya li herêmê gelek ciret ket. Biryara van her du dewletan ewe ku Herêma Kurdistanê, ku yekane destkeftiya fermî ya kurdan e têk bibin. Nexşeyên kolonyalîstan ên di sala 20 an de hatin xêzkirin rê li ber vejîna Kurdan girti bû. Vê carê jî dixwazin dîsa kurdan ser hev parve bikin. Hêzên kolonyalîst ên li Rojhilata Navîn bi biryar in ku ji bo berdewamiya statûkoyê sînorên xwe berfireh bikin. Ger hewce bike, ew ê van planan bi cih bînin, her çend bi hev re nakok bin jî.

Serdana Hakan Fîdan ya bo Iraqê, balafirxaneya Kerkûkê û deriyê sînorî yê Ovakoyê

Mirov we bifikire ku armanca Tirkiyê tenê Rojava ye wê şaş be. Tirkiye her çend li gorî armancên xwe destûra operasyoneke mezin li Rojava negirtibe jî, lê misoger du armancên Tirkiyê yên sereke hene. Bi xetekê Kobanî û Herêma Cizîrê parçe dikin, Armanceke din a Tirkiyeyê jî ew e ku bi vekirina xetekê ji serê gundê Andiwerê yê Dêrikê, xwe bigihîne Tilefer, ango pêkanîna xeyala deriyê sînor ê Ovakoyê. Ev tê wê wateya ku xwe bigehîne Şengalê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk li xetên ceyranê û binesaziya gazê ya gundên herêma Koçerat û Beravê dixe. Ev yek ji herêmên ku operasyon lê tê kirin e. Ev navçe tenê 30 km dûrî bîrên petrolê yên Rimêlanê ye. Her wiha hêjayî gotinê ye ku li herêmên ku ev xeta rê derbas dibe hin zevîyên din yên petrole jî hene. Ger Li herêmên din operasyon neyê kirin jî lê belê Tirk dixwazin li vir korîdorekê veke. Ango, ew ê li rastê nîşan bide û li çepê bixe. Kobaniyê nebe jî wê bixwazin xwe dirêjî Şingalê bikin. Armanca Tirkiyê ya sala 2023 an ev e. Ev tê wateya sînorên Mîsaqa millî.

Bi vî awayî dê hem Rojava û Başûr ji hev bên veqetandin û hem rêyeke rasterast bi Bexdayê re bê vekirin. Serdana Hakan Fîdan a 13 ê Îlonê ya Bexdayê û leza vekirina firokexaneya Kerkûkê berî ku binesaziya wê temam bibe jî beşek ji vê planê ye.

Yanî em Kurd bi planeke wiha stratejîk û demdirêj re rû bi rû ne. Bi veberhênana hilbijartinê ya AKP ê û bi tengbûna wê ya di siyaseta hundir ve em nikarin girê bidin. Ev plan berhema mejiyê kûr ê dewleta Tirk e, ne tenê ya AKP ê ye.

Hesabên Îranê

Îran li hundirê Iraqê ji Tirkiyê birêxistinkirî tir e. Yanî li şûna ku rasterast wek Tirkiyeyê tevbigerin, hêzên ku li ser navê Heşdî Şeibî û Bexdayê tevdigerin hene. Li herêmên weke Kor-Mor dikare li ser navê van hêzan tevbigere. Mixabin hinek ji van hêzan di nav kurdan jî yên weke YNK û PKK bi Îranê re şirîkin. Em ê li ser vê paşê bisekinin.

Lê du armancên Îranê hene. Yan rasterast artêşa Iraqê bînin ser sînorê di navbera xwe û Herêma Kurdistanê de yan jî rasterast hêza xwe li wir bi cîh bike. Ji ber ku tevgera Tirkiyê li ser xeta Xaxurkê, Şekîf û Lolanê, bi taybetî li ser xeta Bradost, Îranê bêzar dike. Çapemeniya PKK ê her çendî bi zanebûn têgihiştineke şaş der barê operasyonên Tirkiyeyê yên li ser sînor de çêkiribe jî, rastî ev e: “Tirkiye weke endamên NATO yê.  NATO di kare mafê operasyonê li dijî Îranê weke mertal bide Tirkiyeyê. Ji ber ku Îran vê rastiyê dizane, dixwaze gavan bavêje ku Tirkiye li ser vê xeta sînordar bike. Yanî ji bo bidawîkirina hebûna siyasî û îdarî ya kurdan hevpar in, lê di mijara guhertina sînoran de jî nakok in.

Ev tê wê wateyê ku Îran wê operasyona Başûr bi awayekî ku Tirkiyê asteng bike pêk bîne. Eger Îran operasyonekê li ser Herêma Kurdistanê bike, ne ji Silêmaniyê, li derdora deriyê sînorî yê Hacî Umranê wê bike. Ji xeta Kelaşîn, Helgurt, Berde Sorê heya Hornê. Ev tê wateya pêngaveke ku Tirkiye ji xeta Xinêre ya li ser xeta sînorê Îranê pêş ve neçe. Li aliyê din dê rûyê Çiyayê Şêx Nasir bigire û li pira Gelala temaşe bike. Yanî wê ber bi xeta Sîdeka û Qendîl ve biçe. Ew ê Qendîlê biparêze. Bi rastî jî lûtkeyên Qendîlê di sala 2011 an de bi peymana PKK û Îranê radestî Îranê hat kirin.

Kurd nikarin xwe bi maijara Îran û Tirkiyê ve bixapînin

Helbet ev dewletên kolonyalîst wê nikaribin vana bi carekê de û bê asteng pêk bînin. Dê ew hêz hebin ku pêşî li wan bigirin. Lê divê pêşî Kurd bi xwe pêşî liv ê planê bigirin. Divê têkoşîneke hiqûqî, dîplomatîk an jî leşkerî hebe. Lê beriya her tiştî divê eniya Kurd xwe ji nû ve biafirîne.

Divê kurd xwe nexapînin ku Îran ji Tirkiyê çêtir e yan jî Tirkiye ji Îranê çêtir e. Manîpulasyona PKK ê ya di vê mijarê de xeter e. Tirkiye û Îran li dijî Kurdan hevpar in. Gotina Mazlûm Abdî ya ku gotibû “Îran li dijî operasyona Tirkiyê ye” xeletiyeke stratejîk e û herwiha îtîrafkirina siyaseta PKK ê ye. Îran ne dostê Kurdan e. Îran ne li dijî operasyona Tirkiyê ya li dijî kurdan e jî. Îran kêfxweş e ku Tirkiye zextê li hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê dike û bi vî awayî pêwîstiya kurdan bi Sûriyê û Îranê çêbi be. Îran tenê ji ber zêde belavbûna Tirkiyê li herêmê de dilgiran e.

Di vê tabloyê de tê dîtin ku sala 2023 an wê bibe şahidê hewldanên eniya dij-Kurd ya xeniqandina Kurdistanê. Wê demê Kurd wê çi bikin? Helwesta PKK ê wê bandoreke çawa li kurdan bike? Kurd li ser çi bingehê dikarin bibin yek? Têkiliyên Kurdan ên stratejîk wê kî bin? Ev pirse ne bendî bersivê ne.

Sibe: Divê Kurd çi bikin?

Pustên heman beş