Amerîkayê şertên firotina F-16an bo Tirkiyê ji projeyasaya budceyê derxist

Amerîkayê şertên firotina F-16an bo Tirkiyê ji projeyasaya budceyê derxist

Şertên firotina firokeyên F-16an bo Tirkiyeyê, ji projeyasaya ku bo Kongreya Amerîkayê dê were pêşkêşkirin, hate dêrxistin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê Ajansa Anadoluyê, şertên firotina firokeyên F-16an bo Tirkiyeyê, ji projeyasaya Yasaya Deshilatkirina Bergiriya Netewî hate derxistin.

Tirkiyeyê ji Amerîkayê daxwaza kirîna 40 firokeyên F-16an kiribû lê Senato û Civata Nûnerên Amerîkayê çend şert li projeyasayê zêde kiribûn.

Li gor şertên Amerîkayê; divê firokeyên F-16 qadên asmanî yên Yunanistanê dubare binpê nekin û balafir li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) neyên bikaranîn û Tirkiye endamtiya Swêdê û Fînlandiyayê ya ji bo NATOyê qebûl bike.

Pustên heman beş