Me di beşa yekem a nivîsa xwe de gefên li ser kurdan rêz kiribûn. Her çiqas ev gef pir berfireh bin jî, ya girîng wê helwesta kurdan be. Li hemberî hêzên ku dixwazin kurdan tune bikin rêya xwe parastinê ya sereke yekîtiya kurdan e.
Ya girîng niha ew e ku di nav kurdan de yekîtiya kurdan were pêkanîn û zimanekî avaker bihê bikaranîn. Lê eger em sedemên têkçûna yekîtiyê ya di navbera kurdan de rast nebînin, tenê bi helwestên niyeta baş û ne siyasî em nikarin daxwaza yekîtiyê bikin. Siyaseta ku PKK ji sala 2012 an û vir ve dimeşîne, bi taybetî jî di mijara Rojava de, em nikarin tenê bibêjin ku divê Kurd bibin yek. Ji ber ku helwesta PKK ê ya li hemberî Rojava û kurdan, helwesteke antî-Kurdistanî ye ku yekîtiya kurdan asteng dike.
PKK ê hewl da ku hemû rêxistinên Kurd ên li Rojava tasfiye bike
Lêgera PKK ê ya li Rojava ya sala 2012 an ne lêgerekî bi sere xwe ye. PKK di encama lihevkirinên ku di navbera Cemîl Bayik û pêkhateyên îtîlaatê yên li Qendîl-Silêmanîyê de hatin kirin, derbasî Rojava bûn. Yanî peyrewê ku Şam û Tehranê diyar kiribûn qebûl kir. Ew nikare ji van rêgezan derkeve. Û yek ji wan sozên PKK ê ew bû ku rê nede rêxistinên din ên kurd derbasî Rojava bibe û rê li ber avakirina zemîneke yekîtiya Kurdistanê bigire. Ev yek bi kevneşopiya siyasî û berjewendiyên hizbî yên PKK ê re diguncî. Ji ber vê sedemê PKK ê ji sala 2012 an ve tasfiyekirina rêxistinên din ên Kurd li Rojava weke plana xwe ya bingehîn dît û bi tûndî ser wan partîyan de çû.
2013 çima Kongreya Neteweyî ya Kurd nehat lidarxistin?
Kongreya netewî ya Kurd bi rastî jî pêngavek ji sala 2011 an avêtibû. Pêşketinên li Rojava pêwîstî bi hevkariya Kurdan hebû. PKK bi tena serê xwe nikare li hemberî zextên li ser Rojava bisekine. Ji ber vê yekê jî bi PDK ê re hevdîtin hatin kirin. Beriya her tiştî pêkhateyên Rojava (mîna ENKS û TEVDEM) li Hewlêrê hatin cem hev. Di encamê de di 11 ê Tîrmeha 2012 an de lihevkirin û peyman hat îmzekirin. Ev yek wê biba bingeha xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd.
Lê PKK ê ji Kongreyê xwe paşde vekişa. Cemîl Bayik di Tîrmeha 2012 an de ji bo Hevserokatiya KCK ê hate hilbijartin. Îranê rasterast ultîmatom da wî. Got Kongre divê nehê kirin. PKK bêyî ku sedemek nîşan bide ji kongreyê vekişiya.
Peymana Hewlêrê jî nehat cîbicîkirin.
Yanî PKK bi nêzîkatiyeke pragmatîst nêzî pêvajoyê bû, di gelek mijarên madî û manewî de piştgirî girt û piştre dît ku ew bi tena serê xwe nikare pêvajoyê birêve bibe. Wê demê Cemîl Bayik ji kadroyên Rojava re digot, “Pereyê PDK ê heye, artêşa wê ya nîzamî heye, Emerîka û welatên rojavayî pê ra ne, em ê di vê organîzasyonê de paşde bimînin û Rojava jî ji me re namîne” Ev axaftina Cemîl Bayik a ji xebatkarên Rojava re kurteya siyaseta PKK ê ya Rojava destnîşan dike. PKK ji ber Rojava maseya kongereya netewî quliband. Hewl da ku li kêleka Îran û Sûriyê tevbigere.
Rêkeftina Dihokê jî ji ber hin sedeman helawîstî ma
Di serdema zêde bûna êrîşên çeteyên Daîş ê û dorpêça li ser Kobanî, PKK di nava tengasiyek mezin da bû. Her çend Îran û Sûriye hevkarên PKK ê yên stratejîk bin jî piştgirî yeke xort ne dan wan. Rexmê helwesta nebawer a PKK ê ji ber zirûfên zarûrî yên xebatên yekîtiya neteweyî li Rojava bi tevlîbûnekî şermok hate nava pêvajoyê de.
Hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriyê çûne Kobanî. Mesut Barzanî ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû, bi hemû ezmûna xwe ya siyasî û dîplomatîk bi kar anî ku bi hewara Rojava biçe. Di wateyekê Serok Mesut Barzanî ji bo Rojava bû sponsor û garantor.
Vê carê li Dihokê lihevkirin çêbû. Li gorî rêkeftinê, hêzên ENKS ê û TEWDEM-PYD ê dê di aliyê siyasî de bibin hevpar. Lê PKK ê dîsa pêvajo sabote kir. Yekîtîya Kurdan li Rojava qebûl nekir.
Dagirkirina Efrînê û Serê Kaniyê û hemhestîya hevpar a Kurdan
Di dema dagirkirina Efrînê ya sala 2018 an û dagirkirina Serê Kaniyê ya sala 2019 an de, ji bo hevgirtina navbera Kurdan hewldanên mezin hatin kirin. Hemû pêşengên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşa li ser Efrînê bang li hemû cîhanê kirin. Her çiqas zêde nehatibe aşkere kirin jî di aliyê aborî û leşkerî de harîkarîyek mezin hat dayîn. Bi taybetî di dagirkirina Serê Kaniyê de bi sedan karwanên lojîstîkî ji Başûr derbasî Rojava bûn.
Lê belê PKK ê ji vê nêzîkatiya ku ji bilî xwe ti hêz divê derbasî Rojava nebe tawîz neda. Mazlûm Ebdî got, ji bo alîkariyê ez spasiya Serok Barzanî dikim. Lê PKK ê yekser mudaxeleyî wî kir. Serkirdeyên PKK ê di daxuyanîyên xwe de got” Yekane kesê ku ji bo Rojava bê spaskirin heye ew jî Serok Apo ye.” Pêvajoya hevgirtina kurdan bi vî sedemî dîsa hate sabote kir.
Hewldanên hêzên hevpeyman ji bo yekkirina hêzên Rojava
Nêzîkatiyên welatên rojavayî yên ji bo careke din ENKS û PYD li hev bicivînin, ti encam nedan. PKK û pêkhateyên wê yên li Rojava tenê ENKS û dewletên Rojava li ser maseya guftûgoyê mişûl kirin. Her carê bi hincetekê hevdîtin dihatin rawestandin.
Ji wê demê û vir ve Rojava dest bi erkekî nû kir. Ji Rojava dihat çaverêkirin ku bibe bingehê yekitiya Kurdan, lê mixabin berovajî vê carê bi fermanên PKK ê gef û êrîşkarî li ser Herêma Kurdistanê destpê kir. Gef û zext gîha asteke wisa ku Mazlûm Ebdî got, “Eger şerê Pêşmerge û Gerîla çêbe, ew ê gerîlayan biparêzin”. Yanî gef li Başûr xwar.
Ma di xala ku em gihîştine de rabirdû dikare dubare bibe?
Rewşa Kurdan û bi taybet rewşa li Rojava, pêwîstî bi yekîtiyeke navbera Kurdan heye. Lêbelê, gava ku em li deh salên dawî dinêrin, xuya dike ku ev xebat ne welê hêsan e.
Di nav neteweyekê de baskên rast û çep û hebûna komên cuda yên berjewendîperest rastîyeke. Nakokî dê hebe. Lê rewşa PKK ê ji vê rastîyê zêdetir e.
PKK bizaveke ku di dîrokê de dijî Kurdan bi pêkhateyên din re yekîtiya xwe pêk aniye, tawîzan dide neyaran lê ji bo Kurdan yek bihost tewîz nade. Ango PKK dikare xaka xwe teslîmî dagirkeran bike lê ew ne amadeye ku li gel partîyên Kurdan yekrêzî ava bike. Li Iraqê bi Heşda Şeibî re hevkar e. Li Sûriyê hevkarê rêveberiya Şamê ye. Bi rêya HSD ê ji Emerîka sûd werdigire. Li Rojhilat bi Îranê re têkildar e. Ev hemû rastiyên ku her kes dizane. Ger dewleta Tirk sibe êrîşî Dêrika Hemko bike, PKK bi şanazî wê bixaze hêzên Esad Şebîha û artêşa Sûriyeyê li Dêrikê bibîne, lê ew tu carî naxwaze pêşmergeyên Roj derbasî wir bibin. Heta PKK wê Tirkiyê jî tercîh bike. Mînak PKK ê radestkirina lûtkeyên stratejik ên Behdînan bo Pêşmerge bi tundî red kir, lê artêşa Tirkiyê hat ket wan lûtkeyan û PKK ê serêxwe şûr kir .
PKK ê ne li gorî pêşeroja azad a gele Kurd, li gorî berjewendiyên xwe yên partiyê û talîmata ajandayên kolonyalîstan, Rojava bi rê ve bir. Ji bo vê jî “Yên ku yekîtiya Kurdan dixwazin, divê pêşî vê karaktera PKK ê baş bibînin.” PKK rexistinek e ku di aliyê yekîtiya Kurdan de bêbexet e. Ji ber vê yeke û rastîya PKK ê paşeroj nayê dubare kirin.
Bêyî yekitiya Kurdan Kurd nikarin pêşeroja xwe mîsoger bikin
Yekitiya em behs dikin, divê li ser bingeheke pir zelal û kurt be, heta ji çapemeniyê re jî girtî be. Bi kurtasî, divê mijarên wekî rawestandina êrîşên li ser medyayê, hevkariya leşkerî û hwd.
Her wiha divê di vê mijarê de diyar bibe ku kurd bêyî tifaq û lihevkirinek di navbera xwe de tu carî ji dewletên rojava piştgirî nagirin. Pêvajoya ber bi nîvdewletbûna Başûr bi vê yekîtiyê pêk hat. Niha parastina Başûr û azadkirina Rojava wê tenê bi vî rengî be. Ya ku wê Rojava rizgar bike vedigere peymana Hewlêrê ya 2012 û peymana Duhokê ya 2014.
Divê Ocalan li derveyî pêvajoyê bimîne
Ji bo Rojava nebe qurbanê palna Tirkiyeyê yek ji rêyên herî baş dûrxistina Ocalan ji vê pêvajoyê ye. Pirsgirêkên weke serdemên ku Ocalan dixwast Rojava bike sernavên weke Ruhê Eşme û hwd, dema dagirkirina Efrînê de Ocelan ferman da PKK ê ku “bi bêdengî vekişîn” divê ku mirov hertimî peywendîyên Ocelan yên bi Tirkan re li berçav bigirê.
Divê navenda yekîtiya kurdan Hewlêr be
Statuya Herêma Kurdistanê garantiya hebûna hemû Kurdan e. Ev rewş ji sala 1992 an û vir ve didome. Ji bo vê jî divê Kurd li dora siyaseta yekîtiya neteweyî ya ku statuya Herêma Kurdistanê biparêze, bibin yek.
Kurdan ne xwedî wê hêzê ne ku bê yekîtî bikaribin bijîn. Ew gefên bê wate yên weke “Em ê lêxin, em ê biqedînin, em ê Stenbol bişewitînin” û hwd… êdî van pesnên vala qiymetekî xwe yê propagandayê jî nîne. Bi taybetî di medyayê de, gefên şer xwarin û bi vîdeoyên montajkirî xwe serkeftî destnîşan kirin ne di nerjewendîyê Kurdan da ye. planên action tû mifa na de Kurdan.
Pêwîstiya Kurdan bi siyaseteke Kurdistanî heye ku mafê neteweya Kurd li pêşiya hemû îdeolojî û ramanan bigire. Çareseriya pirsgirêka Kurd li ser vê têgehê wê çêbe.