Rojeva Evdila Ocelan bi babetên curbecur tê rojevê. Bêguman ev xistina rojevê xwedî hesabên cuda ye. Di dawiya meha Çile ya bê û destpêka meha Sibatê de dê ev mijar zelaltir bibin. Lê em dikarin rewşa niha pîçek şîrove bikin.
Beriya her tiştî, PKK hema hema karekî propaganda û manîpulasyonê dike, di dawiya hemû havînan Ocalan wek mijarekê bikar tîne da ku rojevê li ser xwe bihêle. Yanî her sal “Azadî ji Rêbertî re, tecrîd” û hwd. Bi organîzekirina kampanyayên di bin sernavên cude de dixwaze girseya xwe bixe nava bizavê de. Bi vî awayî rojeva girseya xwe destê xwe de digire.
Gelo CPT Ocalan dît an na?
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê CPT yê ragihand ku di Îlona 2022 an de çûye Îmraliyê. Her wiha CPT got ku ew ê encamên hevdîtinên xwe eşkere bikin. PKK ya ku bihara borî plana kampanyayê ji bo Ocalan kiribû, ji ber serdana CPT ê aciz bû. Ji ber ku bi vî awayî PKK ê nedikarî çîroka tecrîdê vehîne. Ji bo vê jî vê carê îdiaya “Ocalan bi CPT yê re hevdîtin pêk neaniye” hate kirin. Ti bingehê vê îdîayê nîne. KCK ê ji bo ku bikaribe kampanyayê bimeşîne, ji aliyê Baroya Hiqûqê ya parêzerên Ocalan lê ne, daxuyanî da. Yanî bi xwe nûçeyên sexte belav dike û li ser van nûçeyan siyasetê dike, bangawazîya çalakiyê ji gel dike.
Ocalan çima doz li dijî Yûnanîstanê vekir?
Di dema ku ev dezenformasyonên der barê Ocalan de dihatin belavkirin, nûçeyek nû hat çapemeniyê: Ocalan li dijî Yûnanîstanê doz vekir û doza wî hat erêkirin. Yanî Ocalan derbarê Yûnanîstanê de şikâyeta xwe bir gel AÎHM ê. Pir balkêş xuya dike ku Ocalan dema ku di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de alozî û pevçûn derket, bilez doz vekir.
Her çendî agahiyên berfireh derbarê dozê de tune bin jî, Ocalan destek ji Tirkiyê re kir. Ocalan di sala 1999 an de jî ev yek kir û dema anîn Tirkiyeyê ne ji Tirkiyeyê re belku ji Yûnanîstan re doz vekir û ew kirin armanç. Ocalan di meha Hezîrana 2000 an de di hevdîtineke xwe de gotibû, “yên li vir (dewlet) dixwaze ku em zextê li Yûnanîstanê bikin” Xuya ye ku Ocalan ew xeta dewletê berdewam kiriye.
Ji ber vê yekê dema mirov li her tiştî dinêre, li ser Ocalan tecrîd tune ye, lê dewlet û PKK jî pêdiviya wan bi kampanya Ocalan heye. Pêwîstî bi wê pêvajoya li herçar parçeyên Kurdistan têde heye.
Raperîna gel a Rojhilat PKK ê dixe nava tengasiyan
PKK dixwaze raperîna gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zû sar bibe. Ji ber ku hemû astên îdarî di hawîrdorên Îranê de dijîn, jiyana wan di bin garantiya Îranê de ye. Serhildanek dirêj a Kurdan li Îranê, hesabên PKK ê xeradike. Ji ber vê sedemê yek stûna rojeva Ocalan ew e ku mirov şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî rejîma faşîst a Îranê ji bîr bike. Dixwaze berê Kurdan li ser Îranê biqûlibîne cihek din.
Xaleke din jî ew e têkçûna HPG ê ya li hemberî operasyona artêşa Tirk ya di nava sînorên Herêma Kurdistanê de û bîlançoya rastîn a operasyonê ji gel veşêre. Ev mijara beralîkirina rojevê jî mijareke girîng e.
Lê ya ku rê li ber van her du mijaran digire Rojava ye. Ka em çend mijarên sereke vekolîn.
Di plana dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Rojava de rêbazên nû
Pêvajoya operasyona ku dewleta Tirk plan dikir li Rojava pêk bîne, weke li Efrînê û Serê Kaniyê bêdeng nebûn. Civaka navneteweyî nerazîbûn nîşan da. Dewleta Tirk dibîne ku operasyona leşkerî şert û mercan aloz dike, di çarçoveya plana xwe ya dagîrkirina Rojava de çi rolê bide Ocalan û PKK ê nîqaş dike. yanî, dewleta Tirk plan dike ku Rojava ne eskerî be jî ka wê çawa di hundir de, di aliyê siyasî de, bi dest bixe.
Di vir de xala ku divê bi zelalî were gotin ev e: Tevî daxuyaniyên PKK û rayedarên dewletê jî, bê guman di navbera her du aliyan de guftûgo heye. Ev trafîka hevdîtinan qet nesekiniye.
Rola Ocalan li Efrînê:
Ocalan li Efrînê rolek giring girt ser xwe. Murat Qarayilan bixwe jî got, “Rûsya û Tirkiyê ji bo şikandina berxwedana me ya li Efrînê licne şandin Îmraliyê. Em ê di demeke nêz de daxuyaniyeke berfireh bidin.” Lê ew daxuyanî qet nehat dayîn û Efrîn di şevekê de hate valakirin.
Çima hêzên YPG ê ji nişka ve ji Efrînê derketin? Qarayilan ji dizanibû ku heyet şandine Îmraliyê? Ocalan ji heyetê re çi got? Ev ti carî nehatin eşkerekirin. Lê nêrîna hevpar a kesên ku siyaseta objektîf dikin, di berdana Efrînê de balê dikêşin ser rola Ocalan.
Lê şert û merc ne wek berê ne. Zehmet e ku daxwazên nû yên Tirkiyê wek Efrînê bi lez û bez werin cîbecî kirin. Deverekî pir nakok e. Ji bo vê jî Tirkiye siyaseta rojane diyar dike. Dibêje ka Ocalan û PKK dikarin çi rol bilîzin.
Gelo Ocalan hêza xwe ya desthilatdariyê winda kirî ye?
Beriya her tiştî di îstatîstîkên gel li bakûr nişan dide ku Ocelan li hember Sileheddîn Demirtaş hêza xwe ji dest daye. Ocalan xwest AKP dengê xwe bide hilbijartinên Stenbolê, lê girseya Kurd berovajî vê yekê kir. Helbet dewlet vê rewşê dibîne.
Her wiha dewleta Tirk rewşa endamên PKK ê yên derve jî dibîne. Haya tirkan ji têkiliyên Cemîl Bayik bi Îranê heye. Ew jî dibîne ku rêveberiya derve ya PKK ê bi rastî dixwaze hêza Ocalan sînordar bibe .
Bi rastî jî Ocalan ne tenê ji bo AKP ê, di heman demê de ji bo dewletê jî mirîşka hêkzer e. dewlet niha naxwaze Ocelan lewaz bike. dewlet pêdvî bi zirav û kûr hereket kirine heye. Hikûmet li rêbazeke cuda digere.
Berawirdkirina Demîrtaş li gel Ocalan, helwestên HDP ê, serdana wekîlên HDP ê û hin kesayetên sîyasî ji bo Silêmaniyê… ji ber vê yeke ne.
Her wiha divê were dîtin ku her çendî AKP gelek saziyên dewleta Tirk kontrol dike jî, AKP bi tenê nebûye dewlet. Çawa ku di nava AKP ê de gelek bask hene, li derveyî AKP ê jî hêzên dewleta Tirk yên cûda hene. PKK bi van hemûyan ve girêdayî ye. Projeya dagirkirina Rojava ne ya AKP ê tenê ye, projeya hevpar a hemû sazî û partiyên dewleta Tirk e. Ji bo vê jî hemû bask, çi AKP û çi ye din, dê li rê û rêbazan bigerin ku ew bi kêmî ziyanê, Rojava dagir bikin. Ji bo vê jî divê çavê me ne tenê li AKP ê be, em pêşî û paşîya planê bibînin.
kengî PKK ê gotibe “Jiyana Serok Apo di xeteriyê de ye” bizanin ku tiştek din di bin vê gotinê de heye.
Em ji bîr nekin, dema ku Sakîne Cansiz hatî qetilkirin jî di navbera PKK ê û îstîxbarata dewleta Tirk Mît ê de hevdîtin hebûn. Niha jî hevdîtin hene. Hevdîtinên di navbera PKK, Îmralî û Dewletê de bê navber berdewam dikin.
Ocalan sax e û dijît. Herî dawî dema ku PKK ê diqîrî û digot “Me bihîst ku Serok Apo krîza dilî derbas kiriye” di wê demê Kerkûk hat dagirkirin. Kerkûk dihat dagirkirin, girseya PKK ê bi navê “Bijî Serok Apo” êrîşî saziyên Ewropayê dikir. Bi vî awayî nedixwest Kurd dagirkirina Kerkûkê bibînin.
Yanî her ku zêde silogana “Bijî Serok Apo” biqîre, bizanin ku wê demê fen û fitne li kurdan tê kirin. Niha gelê Rojava ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê bi wêneyên Ocalan qadan xwepêşandanan dikin. Şêniyên Şengalê jiyaneke metirsîdar da dijîn, axa wan di bin dagirkeriyê de ye, lê bi diruşma “Azadî ji Ocalan re” meşan dardixin. Ev yek bilasebep nayê kirin. Divê em nexapîn. Rojeva Kurdan ne Ocalan e, rojeva gelê Kurd divê daxwazkirina statûya sîyasî û ji holê rakirina dagirkerî be.