Gelek daneyên ku civaka mirovan ji civaka prîmatîf-klan ve sembolên ku wan temsil dikin bikar anîne hene. Her ku klan ber bi civak û pêkhateyên tevlihevtir û pêşkeftî ve diçûn sembolên wan jî girîngtir dibûn. Yekem sembolên ku civaka mirovan bikar tîna totem bûn. Pêwîstîya toteman ew bû ku yek eşîr, hoz, qebîle û komekê ji yên din cuda bikin. Her wiha di totema de hişmendî, bawerî, hiqûq û hevgirtina komî ya kolektîf de cih girtibû. Di navbera civak-kes û totemê de têkiliyeke dualî hebû. Bi hevdû re hêz didan û fêrî bihevre jiyanê dibûn. Ango, di serpêhatiya hebûn û civakbûyîna mirovan de, totemên ku em bi giştî dikarin wan bi sembol nav bikin, bandorek berfireh kirin ku hem cîhana maddî û hem jî ya manewî xurt bibe. Hê jî Sembol di jiyana civakan de xwedî cihekî girîng in.
Guherînên civak û sembolan hewceyî lêkolînek dem dirêj dike. Lê ev eşkere ye; Îro di nav sembolên civakê de ya herî zêde tê bikaranîn ala neteweya ne. Îro yek ji nasnameyên herî mezin ên ku civaka mirovatiyê dike kategorî, nasnameya neteweyî ye. Û wek sembola neteweyan, al xwedî taybetmendiya herî diyar a di jîyana civakên îroyîn de ye.
Li Kurdistanê sembol û ala
Nêrînek bi giştî tê qebûlkirin ku çîroka mirovbûnê di rêzê çiyayên Zagros-Torosê, yanî li Kurdistanê dest pê dike. Ev herêma ku jê re Hîlala Zêrîn tê gotin, di heman demê de ew cihe ku cara pêşî sembol afirendî. Yanî sembolan ji mêj ve li ser axa kurdan roleke girîng lîstin. Di perestgeha Girê Miradan ya Rihayê ya ku 12000 sal berê hatiye çêkirin de gelek sembolên ku şêwaza jiyana civakê rîtûelên olî nîşan didin hene. Her wiha hin jêder îdia dikin ku ji bilî fîgurên ajalan û sirûştê, renk û sembolên li wir hatîn bikar anîn hêj jî ji aliyê Kurdan ve têne bikaranîn.
Li ser sembolên ku civaka kurd bi civaka dewletçî re bi kar tîne, gelek daneyên dîrokî hene. Lêbelê ala yekem ku rasterast wek ala dewletekê hatî bikaranîn ala Medya bû.
Aleke bi vî rengî ya Med di xebatên Arkeolojîk yên herêma Hemedanê hatiye dîtin û nivîsên Bêstûn ên Rojhilatê Kurdistanê de jî dîyar dibe. Li ser vê mozaîka ku bi keviran hatiye nişandin, rengê kesk, li nîvekê spî û dorana wê xîçik ên sor û li ser pişta Şêrî tav û li jor jî motîfên şûr û tacê hene. Tê diyarkirin ku sembolên li ser wê alê belav bûne weke remza Kurdan heya roja îro jî tên bikaranîn. Lê ya sereke ew e ku kurdan kevneşopiya ala sor, kesk, zer, spî ya ku roj li ser hebû demeke dirêj berdewam bikar aniye. Heya gihiştiye roja îro.
Wekhevî di navbera sembol û rengên ala ku parlementoya Herêma Kurdistanê di 17 ê Kanûna 2005 an de li parlementoyê pejirandî û ala Medya de hene.
Di pêvajoya dîrokî de pêşketina ala kurdî mijareke ku divê dîroknas zêdetir li ser bixebitin. Her çend hin derdor hewl didin polemîkekê çêbikin jî, lê ala ku bi fermî li Herêma Kurdistanê hatiye naskirin, dema ku hinek din bibînin wê bibêjin “Erê Kurd in, ev sembola Kurdan e”. Ev ala bi paşxaneya kesk, sor, spî û temaya rojê ya zer sembola nasname û neteweya Kurd e.
Yên ku dibêjin dema dewletan-netew derbas bûye, feraseta netew kêm û xelet e, sembolên neteweyan kevneperestin û hwd. Tenê deste kolonyalîstên dagirker xurt dikin. Berevajî vê mijara alê hîn aloztir dike. Pirsgirêka alê ne tiştek e ku mirov sivik dest bigre. Ne meseleyek e ku mirov bi bêrêzî nêzîk bibe. Ew beşek ji avakirina nasnameya neteweyekê ye. Ji bo vê jî nîqaşên sûnî yên li ser ala ku îro herêma Kurdistanê bi kar tîne tu feydeyê nade Kurdan. Divê manîpulasyonên li ser alê Kurdistanê werin teşhir kirin.
Ala Kurdistanê ji ku derketî ye?
Argumana herî mezin a ku aliyên ku ji ber sedemên siyasî ala Herêma Kurdistanê ji nîqaşan re vedikin, ew e ku têgihîştinekê çêbikin ku ev ala “ala PDK ê” ye. Yan jî ji bo ala Kurdistanê tê gotin ku “tenê ala başûrê Kurdistanê ye”.
Lê xala destpêkê ya ala ku niha ji aliyê Kurdan ve wek Ala Rengîn tê bikaranîn û bi nav kirin, li Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin. Her wiha ev ala beriya ku Kurdistan ji hev belav bibe û 27 sala beriya PDK ê jî hebû.
Ew ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti û komek rewşenbîrên welatperwer ve yên ku armanca wan Kurdistaneke serbixwe bû, di sala 1919 an de li Stenbolê hat çêkirin. Di civîna ku al hat qebûlkirin de pêşengên têkoşîna Kurdistanê yên wê demê yên weke Emîn Elî Bedirxan, Kemal Fevzî, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa, Molanzade Rıfat Bey, Mustafa Yemliki û hwd amade bûn. Al wiha ye: li jor renge sor, nîvê rengê spî û rojeke zer li jêr jî renge kesk hebû. Sor xwîna şehîdan, kesk xwezaya Kurdistanê, spî temsîla aştiyê dike. Roj semboleke kevneşopîya ol û bawermendî û aso ya kurdan bû.
Di sala 1920 de, xeta serbixwebûn xwaz a di nava Cemiyeta Tealî ya Kurd de cûda bû. Wan digot divê Kurd jî weke milletên din xwedî netew dewlet bin. Bi vê sedemê wan Ala Kurdistanê zêdetir weke nûnertiya netewî hembêz kir. Her ku Împeratoriya Osmanî ber bi hilweşîna di çû, zexta li ser pêkhateyên Kurd ên Stenbolê xwedî îmtiyaz zêde dibe. Vê yekê kir ku kurd hîn radîkaltir tevbigerin, bên cem hev û pirsgirêka neteweyî zêdetir bikin rojeva xwe. Kurd ji xwe re li rêyeke nû digeriyan. Li ser wê rêyê, wan ala ku em niha jê re dibêjin Ala Rengîn, wekî remza Neteweyî-millî hilbijartibûn.
Ala Kurdistanê li serhildana Koçgîrîyê de
Yekemîn serhildana siyasî ya gelê Kurd a ji bo serxwebûnê di sedsala 20an de li Koçigiriyê pêk hat. Di vê serhildana Koçgiriyê ya ku li ser serxwebûna netewî hatiye avakirin de, Ala Kurdistanê li Ûmraniyeyê hat bilindkirin.
Cemîyeta Azadî ya ku di sala 1921an de li Erziromê hat damezrandin, heman ala weke ala neteweyî qebûl kir. Û di serhildana ku ji hêla cemîyeta Azadî plan kiribûn de, biryar hat dayîn ku ev al li her derê were daliqandin. Lê Yusuf Ziya û Xalid Cibran di 20 Îlona 1924 de hatin girtin. Ji ber vê sedemê, amadekariyên din ên serhildanê nêvî man. Lê dîsa Şêx Saîd efendî di serhildanê de ev ala bikaranî. Hêzên Kurd ên di bin fermandariya Şêx Abdullah Melakanî de ev ala li Vartoyê li qesra Hikûmetê daleqandin. Dîsa li pêşîya parêzgeha Darahînê ala rengîn hate bilinkirin.
Ala Reng li parçeyên din jî belav bû
Ji ber ku hikûmeta Mistefa Kemal zexta li ser pêkhateyên tevgera neteweyî ya kurd zêde kir, kurd li perçeyên din ên Kurdistanê belav bûn û Ala Neteweyî ya Kurdistanê bi xwe ra hilgirtin.
Mistefa Yamulkî Paşa, pismamê Şerîf Paşa yê Silêmanî bû. Ji zextên dewleta kemalîst rizgar bû û çû Silêmaniyê û ev al bi xwe re bir. Beriya wê jî kurdên ku ala sor li ser zemînê kesk bi kar dianîn, hêdî hêdî dest bi bikaranîna ala rengîn kir.
Lê belavbûna Ala Neteweyî ya Kurdistanê ya herî eşkere bi damezrandina Xoybûnê ve çêbû. Di tîrmeha 1927 an de yekemîn tevgera neteweyî ya kurd Xoybûnê ev ala wek ala neteweyî qebûl kir. Bi rastî jî Kongreya Xoybûnê navê Ala Rengîn li vê alê kir. Rêxistinkarên Xoybûnê bi çûna kîjan parçeyê û derveyî welat jî ev ala bi xwere dibir.
Ala Neteweyî ya Kurdistanê li ser Çiyayê Agirî
Xoybûn di serhildana Çiyayê Araratê de roleke mezin lîst. Ala Kurdistanê ji alîyê Xoybûnê ve ji bo Îhsan Nûrî paşa bi rêka Vahan Papazyan re şand Makûyê. Ew ala li wir radestî Îhsan Nûrî Paşa tê kirin. Di Gulana 1928 an de Ferzende Begê Hesenî bi merasîmeke fermî ku têde Îhsan Nûrî Paşa, Biro Heskê Têlî û Rêveberên Hikûmeta Kurd a çîyayê Agirî, li Çiyayê Agiriyê hate çikilandin.
Bi şaşitiyeke dîrokî tê gotin ku li Agiriyê ala ku wêneya Agirîyê Biçûk û Mezin li sere hatiye bikaranîn. Lêbelê, ew al tenê armaya Hikûmeta Kurd a Agirî bû.
Rewşenbîr û siyasetmedarên kurd piştî serhildana Agirî jî Ala Rengîn di hemû kar û xebatên xwe yên sîyasî, dîplomatîk û rewşenbîrî de bikar anîn.
Ciwanên Rojava di sala 1932 an de bi Ala Rengîn meş lidarxistin
Komeke girîng a rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji ber rejîma kemalîst reviyan li Sûriyê û Rojava bi cih bûn. Kovara Hawar Celaled Bedirxan di 15 ê Gulana 1932an de derxist her tim ala rengîn bi kar anî. Di nav wan de navên wek Hesen Haco, Cegerxwîn, Ehmed Nafiz, Osman Sebrî di sala 1932 an de Yekîtiya Ciwanên Kurd a Amûdê ava kirin. (Nadiya ciwanên Kurd li Amûdê). Xwendekarên vê yekîtiyê di rojên taybet de li kolanên Amûdê bi alê di meşiyan.
Komara Kurdistanê û Mehabadê
Kurdên Rojhilat ji aliyekê ve ji xeta Maku-Urmiye ku nêzî Serhadê bû û ji aliyê din ve jî ji xeta Silêmaniyê bi Ala Rengîn aşina bûn. Tê gotin ku Simkoyê Şikak heta sala 1926 an jî ev al hilgirtiye.
Dîsa, Komara Mehabadê û rêxistina berî ya PDKÎ Jiyanewey Kurd bi giştî Ala Rengîn qebûl kirin. Heta tê gotin ku wan li ser “Al-Qurana Pîroz û Xencer” sond xwariye. Lêbelê li ser alê danîna du çiyayan û pênûsekê jî hin nîqaş hatin kirin.
PDKÎ ku di 16 ê Hezîrana 1945 an de hat damezrandin, li şûna rojê li nêzî vê alê sembola xwe li ber gulîya genim û çiyayê danî.
Qadrî Cemîl Paşa û Kamuran Bedirxan ev ala birin Mehabadê. Damezrînerên Rêxistina Xoybûnê Qadrî Cemîl Paşa, Kamuran Bedirxan û Cegerxwîn çûne Mehabadê û Ala Rengîn pêşkêşî Qazî Muhammed kirine.
Li Mehabadê nîşana dewletê û Ala neteweyî cuda bû
Ala ku di 17 ê Kanûna 1945 an de li avahiya Şaredariya Mahabadê hatiye bilindkirin ala ku Xoybûn û Herêma Kurdistanê ya niha ye.
Ala Mehabadê ya ku niha tê nîqaşkirin, sembola dewleta Mahabatê bû. Ala ku li ser dibistanên sereke û saziyên fermî daliqandî Ala Rengîn bû. Dema rojên reş ji bo Mehabadê dest pê kirîn, Ala Pîroz ji aliyê Qazî Muhammed ve radestî M. Mistefa Barzanî hat kirin. Îro jî li welat û derveyî welat Ala rengîn weke nasnameya netewa Kurt tê nasîn.
Piştî Mehabadê jî Ala rengîn wek ala neteweyî ya kurdan hat qebûlkirin
PDK di 16 Tebaxa 1946 an de di bin serokatiya M. Mistefa Barzanî de hat damezrandin û ev ala wek ala neteweyî qebûl kir.
Partiya Demokrata Kurdistanê Sûrîyê (PDK-S) di sala 1957 an de di bin serokatiya Osman Sebrî û Nûrettîn Zaza de hat damezrandin û Ala Kurdistanê wek Ala Neteweyî qebûl kir.
Ala Rengîn bênîqaş û bêşik Ala netewa Kurd e
Weke ku me di serî de jî behs kir, li pişt nêrîn û nîqaşên ku ala neteweyî ya Kurd dikin cihê gumanê, nîyeta ne başe heye. Em dizanin ku hêzên ku Kurdistan dagirkirî, wek mînak tirk, ji salên 1970 an vir ve hewl dane ku Ala rengîn wek ala Barzanî nîşan bidin û ala neteweyî red kirine. Armanca kolonyalîstan ew e ku Kurdan bê Ala neteweyî-Millî bihêlin. Ji ber ku al hêzeke bingehîn e ku hebûna civak, millet û netewayan ya kolektîf e.
Lê ew rêxistinên ku xwe weke Kurd destnîşan dikin, bi helwesta xwe ya ku tê de gumanê li ser Ala Rengîn çêdikin û ev pîrozîya neteweyî kirine mijara nîqaşê, xwedî heman helwesta dewletên Kolonyalîst û dagirkerin.
Hakikat eve; ev ala ku niha li Hewlêrê li ber parlemenê Kurdistanê hatîye rakirin, ew ale ku li Mahabade xwepêşander radikin, ev ala ku li ser milê Peşmerge’ye ew ala ye ku 1919 li Istanbulê wilatparêzan çekiribûne.
Çavkanî:
Doza Kurdistan Ahmet Şerif Paşa,
Ala Kurdistan Yusuf Sabri Nerweyi,
Celîl Gadanî – 50 yıllık çalışma PDK-İran’ın kısa tarihi Birinci sayı
Dr. Ali Tatar Nerweyi -Kürtler ve Tarih 2. Cild
Mucteba Borzûyi- Kürtçe Tercümesi Naznaz Muhammed Abdulkadir
Ain Mitra – Ver Mazern – Martin – Tahran
Hawarname Dergisi
Hamîd Gewherî – Komeley Jiyaneweyî Kurdistan tarihi