Alaya Kurdistanê û Manîpulasyona Xayînan

Alaya Kurdistanê û Manîpulasyona Xayînan

Bi salan e gelek kes bi kîn û nefretên şexsî û dîrokî hewl didin dîroka Ala Kurdistanê berevajî bikin û çîrokên xurafî çêkin. Tevî ku gelek belgeyên dîrokî yên li ser çêbûna Alaya Kurdistanê hene, dîsa jî hin kes dixwazin di bûlavê de masî bigrin. Di serî de yên ku li pey îdeolojiya PKK’ê û faşîzma Apoîzmê dimeşîn. Gelek çepên ku bi kîn û nefreta dîrokî dijîn dixwazin ji xelkê re bibêjin ku ev Ala Alaya Başûrê Kurdistanê û ya Barzaniyan e! Tevî ku ev fikir fikreke gemar e, di heman demê de daxwaza faşîstê Tirkan û pan-Îraniyan e jî. Ji ber ku dîroka vê Alayê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Kurdistanê ya 1946an gelek kevntir e. Îro Başûrê Kurdistanê vê Alayê bilind dike, ez vê yekê serbilindiyeke mezin dibînim. Ji ber ku ew berhema têkoşîna şoreşa Şêx Ubeydullahê Nehrî heta şoreşa Mele Mustefayê Barzanî û heta îro ye. Heta li cîhanê jî wek Ala Kurdistanê tê qebûlkirin û di munasebet û protokolên navneteweyî de tê bilindkirin.

Di vê gotarê de ez ê li gor zanyariyên xwe û hin belgeyên dîrokî hewl didim dîroka Ala Kurdistanê pêşkêş bikim.

Ala Kurdistanê cara yekem sala 1919 ji aliyê Komeleya Saziyên Civakî ya Kurd ve hate çêkirin. Kesên ku beşdarî damezrandina rêxistinê û Ala netewî ya Kurdistanê bûne ev in: Emîn Alî Bedirxan (Cizîra Botan), Dr. Abdullah Cewdet (Erebgîr), Ekrem Cemîl Paşa (Diyarbakir), Mewlanazade Rafat Beg (Silêmanî), Necmedîn Huseyîn (Kerkûk), Kemal Fewzî (Bedlîs), Şukrî Baban (Silêmanî), Memduh Selîm (Wan), Hikmet Baban (Silêmanî), Fuad Baban (Silêmanî), Dr. Şukrî Mihemed û Ferîd Bedirxan Beg.

Sala 1919an Dr. Kamiran Alî Bedirxan ev Ala wek Alaya neteweyî li çend welatên Ewropayê nîşan dide.

Piştre li sala 1927an li Tevgera Xoybûnê bi fermî wekî Ala neteweyî hate pejirandin. Di sala 1927an jî li Komara Kurdistanê li Agirîyê ji aliyê Îhsan Nûrî Paşa ve tê bilindkirin. Di sala 1929an de Dr.Nuri Dêrsimî ev Ala wek Alaya netewî li Dêrsimê bilind kir. Qedrî Cemîl Paşa di pirtûka xwe ya Doza Kurdistan de ku di sala 1969an de li Beyrûtê hatiye çapkirin, wiha dinivîse: (Rêxistina Civakî ya Civaka Kurd şêwaz û rengên Ala Kurdistanê destnîşan kir ku sor li jor, spî li naverast, rojek li ser û kesk li jêr pêk dihat û ev Ala wek Ala neteweyî ya Kurdistanê hate pejirandin.)

Di sala 1928an de jî “Yekîtiya Netewî ya Kurd” pirtûkek bi navê (Komkujiyên Kurdan li Tirkiyeyê) bi zimanê Frensî nivîsandine. Li ser bergê pirtûkê Ala Kurdistanê jî hatiye xêzkirin.  Pirtûk ji aliyê weşanxaneya “Lîga Kurdî” li Qahîreyê hatiye çapkirin.

Alaya Kurdistanê û Manîpulasyona Xayînan

Di salên 1932-1934an de Ala Kurdistanê li ser bergê kovara Hawarê tê weşandin.

(Herekol Azîzan 1932, Dr. Kamiran Bedirxan 1932, Mîr Celadet Bedirxan 1932, Cigerxwîn 1941) di kovara Hawarê de li ser ala Kurdistanê nivîsandine. Heta sala 1951 ev Ala ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatiye parastin. Paşê di sala 1951ê de Mîr Celadet Bedirxan wefat kir û Ala Rengîn li cem hevjîna wî xanima Rewşen Bedirxan wek mîraseke neteweyî ma. Orjînala Alaya kurdistanê hê jî li Hewlêrê li mala Sînemxan Bedirxan, keça Mîr Celadet Bedirxan hatiye parastin.

Alaya Kurdistanê û Manîpulasyona Xayînan

Di sala 1946an de li Komara Kurdistanê li Mahabadê ev ala wek ala Kurdistanê hat bilindkirin.

Di sala 1999an de jî bi fermî ji aliyê yekem Hikûmeta federeya Kurdistanê li dinyayê, wek Ala fermî ya Kurdistanê hat pejirandin. Di sala 2009ê de Parlamentoya Kurdistanê biryar da ku her sal roja 17ê kanûna yekem wek Roja Alayê were ragihandin û hemû Alayên li ser saziyên Herêma Kurdistanê bên guhertin û nûkirin.

Alaya Kurdistanê û Manîpulasyona Xayînan

Di sala 1930an de rojnameya Vakit a Tirkî li ser operasyona hevpar a artêşa Tirk û Îranê ya li dijî Komara Kurdistanê li Agiriyê nûçeyek weşandiye. Ku Îhsan Nûrî Paşa pêşengiya Şoreşa Agiriyê dikir. Di nûçeya Rojnameyê de Ala Rengîn hatiye danîn û di binî de nivîsandine “Ala Komara Xoybûnê”. Li jêr min wêneyê rojnameya tirkî wek delîl û çavkanî ji xwendevanan re parve kiriye.

Alaya Kurdistanê û Manîpulasyona Xayînan

Yên ku îro li ser vê Alayê çîrokên xurafî diafirînin, ne dîrok xwendine û ne jî haya wan ji dîroka tevger û şoreşên kurdan heye. Ramana kesên wiha ji bajarê xwe derneketiye û Kurdistanê tenê wekî gund û bajarê xwe dibînin. Yên ku li pey paradîgma û propagandaya PKKê û faşîzma Ocalan jî dimeşîn, ji xeynî xiyanet û berovajîkirina dîrokê tiştekî din nakin. Ji ber ku di roja yekemîn heta îro tenê karê PKK’ê xiyanet û heqaret li sembolên neteweya Kurd bûye û dîrokeke tijî jî xiyanet û derew û xapînok di mejiyê mûrîdên xwe de çêkirine. Nifşê me yê nû jî kêm li çavkanîyên dîrokî digere û bi fêrbûna bûyer û belgeyên dîrokî re eleqedar nabe. Lê yên ku temenê xwe derbas kirine û heta niha jî vê dîrokê li gor mejiyê xweyî tevlîhev dinivîsînin, wê di pêşerojê de ji dîrokê û gelê Kurdistanê şerm bikin. Kurd dibêjin: Heta roja qiyametê kes nikare mirovan bi derew û xûrafiyatê bixapîne.

Dilovan Ali

Ev jî lînka hevpeyvîna Sînemxan Bedirxan li ser dîroka ala Kurdistanê ye: https://youtu.be/D-WgH8a2E9k

Pustên heman beş