Kalkan: Ocalan derewan dike!

Kalkan: Ocalan derewan dike!

Duran Kalkan yê rêveberê PKK’ê di beşa duyemîn ya gotara xwe de ku bo rojnameya “Özgür Politika” nivîsandîye, nirxandin ji boy awayê parçebûna Kurdistanê kir û got ku beşa “Rojava Kurdistanê” ji împeratoriya Osmanî stendin û dan Sûriyê, Ocalan jî gotibû ti tiştek bi navê Kurdistan li Sûriyê tune, kurdên li Sûriyê awarene.

Endamên Konseya PKK’ê dem bo demê li medyayê derdikevin û nirxandinên pirr ecêb dikin, vê carê Duran Kalkan hatiye û nirxandin bo rastiyên dîrokî yên 100 salên berê kirî ye, Kalkan dibêje:

“Dema ku Împeratoriya Osmanî di şerê cîhanê yê yekem de têk çû, di nav sînorên împeratoriya Osmanî de rewşa Kurdistanê hat nîqaşkirin Îngilîstan û Firansayê Mûsil – Kerkûk di nav sînorên Iraqê de hiştin, Amed, Riha, Dêrsim û Serhed dan komara Tirkiyeyê. Ji Qamişloyê heta Efrînê jî dan Sûriyê. Bi vî awayî Kurdistana di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû sê parçe.

Ev nirxandina Duran Kalkan li demekê tê, ku berî niha Ebdulla Ocalan di hevpeyvînekî de bi Nebîl Melhem re ku piştre di pirtûkekê de bi navê (Heft rojan bi Apo re- سبعة ايام مع ابو) hatiye parvekirin gotibû: “ti tiştek bi navê Kurdistana Rojava tune, kurdên li wir dijîn awarene”.

Ocalan di vê pirtûkê de bi tayîbet di rûpelên 167 û 168 de dibêje:

“Ji boy Sûriyê jî piraniya Kurdan ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne, hinek kes gotina Kurdistana Sûriyê derdixin pêş, lê ez dibînim ev gotin neraste, ev pêşniyar nediruste û ne têgeheke raste, navê rast ewe ku em ji wan re bêjin kurdên Sûriyê”.

Di rûpela 168 de jî Evdila axaftina xwe wusa berdewam dike û dibêje: “heger em li dîroka berî 150 salan binerîn wê bibînîn ku ji ber têkçûna raperînên kurdên rojava yên li dijî dewleta tirk ew koçber bûne û li Sûriyê bi cîh bûne, her wiha beşekî wan ji ber hejariyê reviyan û li hin herêmên çiyayê yên mîna Efrînê bicîh bûne, loma jî îro ji çiyayên li wir dibêjin çiyayê Kurmênc, min hinek lekolîn kirin û min da diyarkirin ku ew ji Tirkiyê hatine, hinek berya 100 salan û hinek berya 200 salan, lê êncam her ew ji Tirkiyê reviyane”.

Tişta ku Duran Kalkan di nirxandina xwe de dibêje ku Îngilîstan û Firansayê beşa Başûrê împeratoriya Osmanî dan Sûriyê wate ji Qamişlo ta Efrînê, ev tê wê wateyê ku kurdên Rojava xwedî axin.

Bi van nirxandina jî Kalkan bi awayek raste rast axaftina Ocalan ya derbarê kurdên Rojava û awarebûna wan li Sûriyê, ne bûna axekî li Sûriyê bi navê Kurdistan derew derxist, û ev rastiya dîrokî ya ku ji xeynî Ocalan her kesek din dizane ku parçeyek ji Kurdistanê di bin dagîrkariya Sûriyê de ye û Kurdên li wir ne awarene belku xwediyên resen yên wê perçeya Kurdistanê ne, bi zelalî beyan kir.

Pustên heman beş