Gelo redkirina Ala Kurdistanê ji aliyê PKKê ve pêwîstiya wê erkê ye ku pê hatiye barkirin?

17 ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin. Tişta balkêş ew bû ku pîrozbahî li çar aliyên Kurdistanê pêk hat. Tevî zextên giran ên dewleta faşîst ên li gele Rojhilat, li Sine û bajarên din gel bi Ala Rengîn li qadan bû. Tevî hemû gefên asayîşa giştî ya girêdayî PYD ê li Rojava, li Qamişlo û Dêrikê ji bo alê şahiyên hevpar hat lidarxistin. Wek mînak li Herêma Kurdistanê li Xaneqînê şahiyek mezin li navçeyên Kurdistanî yên ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine dagîrkirin pîrozbahî meşîyan. Li Amedê endamên CNK (Ciwanên Netewî yên Kurdistan) ê tevî dorpêça polîsîê faşîst jî roja alê bi dilsozî hate pîroz kirin. Di medyaya civakî da Kurdan bi serbilindî Ala Rengîn kirin rojev. Ev hemî nîşana pêşveçûnek pir girîng e. Nîşana hişmendiya neteweyî ya Kurdan e. Hemû pêkhateyên siyasî tevî cudahiyan dikarin li dora alê bibin yek. Tenê hêzek hebû ku bêdeng û kerr bû ew jî PKKe bû.

Mijara redkirina Ala Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hê jî têra xwe nehatiye zelalkirin û teşhîr kirin. Sedemên tevlîheviya ku bi salan e medya PKKê bi daxuyaniyên wekî “Ev ne ala Kurdan e, ev ala PDKê ye ev ala Başûrî ya ne.” Herî dawî PKKê di tevgera gel a Rojhilat de jî helwestek bi vî rengî nîşan da. Bi rakirina Ala Rengîn ji aliyê gel ve bêzar bû û yekser ragihand ku ew ê sembola Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi kar bîne. Bi vê helwestî xwest hevgirîya li dora ala neteweyî belav bike.

Fermandarê PKKê Mehsûm Korkmaz (Egît) di sala 1977 an de Ala Rengîn di dibistana xwe de daliqand.

PKKe baş dizane ku ew ala ku Kurd jê re dibêjin Rengîn, ala hevpar a Kurdan e û ji sedsala 1919 ve heye. Ka em mînakeke pir kevin bidin; Mehsûm Korkmaz ê bi kodnavê Egît ku yek ji navên girîng ên dîroka PKKê ye û damezrinêrê Pêngava 15 ê Tebaxê ye, di 13 ê Gulana 1977 an de li Lîseya Êlihê (Batman) bi mamosteyê xwe yê Dîrokê re nîqaş kir. Mehsûm Korkmaz û du hevalên xwe derdikevin derve û ala li ber dibistanê daxistin. Li şûna wê, bi dest Ala Rengîn ya îroyîn, daliqînin. Gelo ma Mehsûm Kormaz endamê PDKê bû? Na. Wê demê Herêma Kurdistanê hebû? Na. Ji ber vê yekê jî di salên 1970 î de Kurdan dizanibû ku ew ala ala netewa Kurd e.

Vê bûyerê dengvedanek mezin çêkir û di çapemeniya Tirk de cih girt. Li girîngtirîn rojnameya Tirkiyê Gûnaydin de wê demê ev tişt hatibû nivîsandin: “Sê xwendekarên dibistana Elihê li şûna ala Tirkiyeyê ala Barzanî bilind kirin.”

Balkêş e ku 45 sal di ser vê bûyerê re derbas bûne û PKKe îro bi heman zimanê medya Tirkî wek wê demê Ala rengîn wek “ala Barzanî” nav dike.

Kurdan beriya 80 salan bi Ala Rengîn li Rojava meş lidarxistin, lê mixabin niha qedexe ye.

Di salên 1980 an de, li pîrozbahîyên Newrozê de Ala rengîn di hat hejandin PKKê ne dikarî midaxile bike. Lê piştî 40 salan dema gel li Rojava ala Kurdistan bilind dike, PKKe bi tundî êrişî ser gel û ala dike.  Lê ew al ne niha, di sala 1935 an de, di meş û xwepêşandanên Rojava de, wek mînak li Amûdê, di bin serokatîya Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza dihat bikaranîn. Lê niha, piştî 80 salan, PKKe û pêkhateyên wê PYDe gava vê alê dibîne, mîna gayê renge sor dîtî, êrîşî Ala Rengîn dike.

PKKe bi xwe jî piştî salên 2000 î mecbûr bû ku Ala Rengîn bi kar bîne. Ala Rengîn di kongireya 2002 an de hat bikaranîn, kongireya KADEK ê de. Dîsa di Kongireya Gel de ev al li ser maseya dîwana Kongirê û li ser banê hola kongirê daliqandî bû. Lê bele Evdila Ocelan Newroza 2005 da KKK (nûke KCK) û di daxuyanîya xwe de got “ew ala Başûr bikar tîne ala Dewletxwaza ye ne ala Konfederalîzmê ye” em dewletê naxazîn loma jî ala me li ser zemînê kesk roj a zer û nêva wê de jî stêrka sor e. piştî vê fermana Ocelan êdi ala Rengîn hate qedexe kirin.

Tiştê ku bûye ew e ku PKKe carek bûye dijminê ala ku Kurdan sed sal e ku Mahsûm Korkmaz bikar aniye, di kongireya xwe de daliqandiye. Ev yek bi tiştên weke ku têkiliyên PKKê û PDKê ne baş in, nayê ravekirin. Ev rasterast bi mîsyona ku PKKê daye ser xwe ve girêdayî ye.

Erka sereke ya PKKê ew e ku nehêle Kurd bibin netewe

Kabûsa Kolonyalîstên Rojhilata Navîn; Netewebûna Kurdan

Sîstema siyasî ya îro a Rojhilata Navîn li ser înkarkirina nasnameya neteweya Kurd hatîye ava kirin. Hemû hêzên Rojhilata Navîn ji bo ku nasnameya Kurd di Rojhilata Navîn de cihê xwe negire, dixebitin. Di nav wan de hinek hene ku wek Tirkiyê navê Kurd û Kurdistanê jî înkar dikin, wek Îranê her roj Kurdan dikujin. Lê xala hevpar a hemûyan ew e ku nehêlin Kurd bibin netewe.

Ji ber ku netewbûn pêngava xwerêveberinê ye. niha yekane pêkhateya ku xwediyê şert û mercên madî, civakî û dîplomatîk e ku rê li ber pêvajoya netewebûna Kurdan vedike, hikumeta federal a Herêma Kurdistanê ye.

Rastiya ku îro Herêma Kurdistanê pêş dikeve, yek ji bajarên nûjen ên Rojhilata Navîn wek Hewlêr paytext û hemû sazî û dezgehên perwerdeyî, pêşesazî û îdarî li ser hêmayê neteweyî di xebitin. Tişta balkêş û bi êş ew e ku PKKe ya ku li ser navê Kurdan derketiye holê, di heman astê de, heta ji van derdoran zêdetir, li dijî Pêvajoya Netewbûna Kurdistanê tevdigere. PKKe bi hemû hêz û kesê ku li dijî netewebûna Kurdan, li dijî serwerî û serxwebûna Kurdan di nava hevkariyê de ye.

Siyaseta Dij-Kurd a beriya salên 2000 î ji alîyê Evdila Ocelan ve dihate meşamandin, niha ji aliyê rêveberiya PKKê bi xwe ve tê hilberandin. Hemû pirtûkên ku Ocelan di bin navê parastina xwe de nivîsandine, tenê teorîya ku Kurd nebin netewe hatîye kirin. PKKe dijberîya hemû fakterên ku Kurdan bike netewe dike. Dibêje çaxê “netew dewletê” nema ye. heke Kurd bibin dewlet wê pir xwîn were rijandin û hwd. Lê Evdila Ocelan her roj bi deahn ciwanên Kurd ji bo demokratîzekirina Tirkan di de qûrnabî kirin. Li dijî ala Kurdan derdikevin, lê ala Tirkan dixin destê alîgirên wê û derdixin qadan. Yanî PKKe ne li dijî ala Tirk, Ereb û Farisa ye, tenê li dijî ala Kurd e. Lê li her derê wêneyên Ocalan diçînin.

Sedema bingehîn a dijminatiya PKKê ya bi Ala Rengîn re, dijî netewebûna Kurdan tê.

Netewebûn xwedî pênaseyeke hêsan e. wekî sûka bazarê ya hevpar, sînorên hevpar, zimanê hevpar, ala hevpar û dîroka hevpar, bîrewerîyên hevpar… pêwîstiya netewebûnê ne. Ger hûn yek ji van red bikin, wê demê hûn redkirina netewbûnê dikin. Dema ku hûn dijminatiya yek van pêkhateya bikin bi otomatîkî, hûn dijminatiya yên din jî dikin.

Mînak PKKe tenê êrîşî alê nake. PKKe êrişî zimanê Kurdî dike, PKKe êrîşî dîroka hevpar a Kurdan dike. PKKe êrişî aborî û dahatîyê Kurdistanê dike. PKK bîr û hişên Kurdewarîyê jêdibe û şûna wê dixwaze dîrokê bi xwe bide destpêkirin. PKKe naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn sînorên Kolonyalîstan biguherîne.

Hebûna PKKê astenga herî mezin e ji bo netewbûna Kurd. Dijminatiya PKKê bo ala Kurdistan nîşaneya dijminatiya ya li dijî neteweya Kurd e. ji ber ku Ala nasnameya gel û netewe ye.

Pustên heman beş