Fermandareka PKKê hat kuştin

dêrîn-wan-pkk

Rêxistina PKKê îro ji dest dayîna fermandareke xwe ragihand ku li çiyayên Amedê ya Bakurê Kurdistanê ketîye ber êrîşên dewleta Tirk.

Ajansa ANFê ya PKKê îro roja sêşemî 20\12\2022 belav kir ku fermandareka YJA-STAR ê ya bi navê Dêrîn Wan jiyana xwe ji dest da ye, piştî ku li çiyayên Amedê ya Bakurê Kurdistanê ketîye ber êrîşeke dewleta Tirk.

Dêrîn Wan dema 11 salan weke fermandara YJA-STAR ê li sînorê Amedê xizmeta rêxistinê kirî ye, herweha berê jî çekdareke pijakê baskê pekekê yê rojihlata kurdistanê bû.

Rêxistina PKKê ragihandiye ku ewê li çiyayên Amedê di êrîşeke dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest daye û îşaret nekir kanê li ti demekê ew mirî ye.

Pustên heman beş