Li Kobanê 3 karker di êrîşeke Tirkiyê de birîndar bûn

Li Kobanê 3 karker di êrîşeke Tirkiyê de birîndar bûn

Artêşa Tirkiyê gundê Şiyox Jorin ê rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Jêderekî xwecihî ji K24ê re ragihand, Artêşa Tirkiyê gundê Şiyox Jorin topbaran kir û di encamê de 3 karkerên Westegha Avê birîndar bûn.

Da zanîn jî, di encama topbaranê de otomobîleke ku di westgehê de bû jî hat şikandin û ziyanên madî jî gihiştin westgehê.

Artêşa Tirkiyê zêdetir ji mehekê ve ye dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye û deverên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSD û YPGê dike armanc.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyoneke bejahî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û dibêje, di guncawtirîn dem de, ew ê êrîş bikin.

Pustên heman beş