Şaşwazî ya êrîşa çekdarî ya ku di 23 ê Kanûnê de li dijî navenda çanda Ehmet Kaya li Parîsê pêk hat û tê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest da, dewam dike. Eşkere ye qatilê ku heta niha nasnameya wî nehatiye eşkerekirin, Kurdan dike hedef.
Her wiha tê gotin ku vî kesê kujer berê jî bi şûr êrişî kempekî penaberên bi eslê xwe Efrîqî kiri bû.
Di derbarê nasnameya vî kesî de hê jî gelek layenên nediyar hene. Çapemenî û qelemşûrên PKK ê nûçeyên ku ev kes penaber e, eslê xwe Çeçen e û diçe Tirkiyeyê û têd… rewşê manîpule dikin. Bi belavkirina agahiyên qirêj û çêkirina qelebalixê, rastiya bûyerê tê nixumandin.
Kujer kî ye, têkiliyên wî, derdorên ku dikarin wî birêve bibin kîne divê baş bên lêkolînkirin.
Bûyerê Têkiliyên Frensa û Kurdistanê armanç kirîye
Bi hewldanên serok komarê Frensa Emmanuel Macron, Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colonna di 2 yemîn Konferansa dostanî û Hevkariyê ya Bexdayê de ku li paytexta Urdunê Umanê bi mebesta avakirina aramiya Iraqê hat lidarxistin de axivî û got: “ji ber êrîşên Tirkiyê û Îranê li ser axa Kurdistanê, ew dikarin hinek mueyîdan li ser Îran û Tirkîyê bisepînin.” Fransa li dijî polîtîkayên berfirehkirina Tirkiye û Îranê yên li Rojhilata Navîn disekine û hêza xwe bikartîne ku zextên van dewletan yên li ser Kurdistanê paşve bixe. Ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê ji bo Rojava jî heman tiştî dike. Helbet Fransa ji bo berjewendiyên xwe vê yekê dike. Û ji ber ku berjewendiyên Fransa û yên me li hev dikin, hingî di navbera me de hevkariyek çêdibe.
Ya rast ev e ku gelek hêz hene ji siyaseta Fransa ya Rojhilata Navîn û hevkariya Kurd û Fransa aciz bûne. Ne tenê Tirkiye, Îran û Sûrîye jî di nav van hêzan de ne. Bi rastî Îran ji her kesî zêdetir dikare ji vê bûyerê sûd werbigire. Eger ev êrîş ji derve hatibe beralîkirin -ku rastîya wê hê jî ne diyare- bi tenê ne Tirkîye wê şikên me li ser Îran û Rûsya jî bin. Ev bûyer herê zêde kêrî berjewendiyên Îranê ye.
Ger rayedarên Fransî bi xwe jî dibêjin ku bûyerê Kurd kirine hedef, wê demê divê em bi hev re hevkariya Fransa û serok komar Macron bikin.
Dema ku aligirên PKK ê li kolanan bi polîsên Fransî re dikevin pevçûnê dema ku rastiyek wiha heye tê çi wateyê? PKK qatil diparêze?
Êrîş ne li dijî PKK ê, li dijî hemû Kurdan bû.
Êrîşa Parîsê li dijî hemû Kurdan bû, ne li dijî PKK ê bû. Ji bo vê yekê jî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî ji gava yekem ve ev bûyer weke helwesteke li dijî Kurdan dît û daxuyanî belavkirin. Lê PKK wêneyê Ocalan û ala PKK û kevir dan deste xwepêşanderan. Di saeta ewil a bûyerê de PKK weke ku li benda vê bûyerê bû demildest ciwan şandin cihê bûyerê. PKK ê hewl da ku bandora vê bûyerê alîyê xwe ve bikşîne, fatura binketina xwe ya Zap ê li kolanên Frensa bo dostên Kurdan anku gelê Fransî bibire.
Ev du mehe bi gotina “Li dijî gerîla çekên kîmyewî tê bikaranîn” nekarî bû deh kesan bikşe kolanan, bi vê bûyerê firsend dît ku girseya xwe ya biçûk û fanatîk seferber bike.
Dibe ku sedemên kûrtir hebin. Çalakiyên PKK ê ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve bi kêfxweşiyeke mezin hatin pêşwazîkirin. PKK çalakiyên şewitandina ku diviyabû li dijî bajarên Enqere û Tehranê ango li dijî kolonyalîstan pêk bianî ya li Parîsê hemberî dostên Kurdan pêk anî. PKK hê jî ji bo rastîyan biveşêre dixebite.
PKK li Ewropa ji sala 1993 an vir ve vî karî dike. Rêbaza avabûyî û pîvanên demokrasiya Ewropayê bi rêbaza dewletên din ên Rojhilata Navîn îstismar dike û piştgiriya ku Ewropa dide Kurdan pûç dike û jinavbirina wê armanç dike.
Çalakiyên PKK ê yên otobanan yên sala 1993 an
Sala 1992 ji bo Kurdên Başûrê Kurdistanê bû rûpeleke nû. Kurd ji aliyê welatên Ewropayê ve hatin piştgirîkirin, cara yekem hilbijartin hatin kirin, parlementoya bi navê Konseya Neteweyî hat avakirin û hikûmet hat damezrandin. Hema di rewşeke wiha de, piştî koça milyonê ya sala 1991 dema ku li Ewropayê sempatiyeke mezin ji bo Kurdan çêbûyî, PKK ê li Ewropayê, bi taybetî jî li Elmanyayê çalakiyên wêrankarî pêk anî. Bi hinceta rewşa Kurdan li Tirkiyeyê li Elmanya otoban hatin girtin, mirovan xwe şewitand, êrîşî kargehên Tirkiyeyê kirin, nêzî 100 kargeh hatin şewitandin. Û mixabin gelê Elman li hemberî Kurdan dest bi antîpatiyê kir û di dawiyê de PKK hate qedexekirin. Têkoşîna Kurdan krîmînalîze kir. Bi dehan kurd hatin girtin.
Cemîl Bayik derbarê bûyerên di sala 2015 an de piştî 22 salan qewimîn ji çapemeniya Elman re wiha got: “Ez li ser navê PKK ê lêborîna xwe ji gelê Elman dixwazim. Çalakiyên bi vî rengî wê ti carî dubare nebin.” Lê ew soz nehat cîbecîkirin.
Çalakiyên li Fransayê ne hêrsa ciwanan e, beralîkirina PKK ê ye.
Îro yên ku dixwazin em kiryarên li Fransayê normal bibînin hene. Ji bilî PKK ê yên ku vê çalakiyê weke hêrsa gel nîşan didin hene. Lê belê kesên tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku tevahiya çalakiya ji aliyê Rêveberê PKK ê yê li Parîsê Mehmet Çîftçî bi navê kod Ferman Garzan ve hatiye organîzekirin. Çavkaniyan me ragihandin ku Ferman Garzan gotiye, “Em wan çavtirsandî bikin, bila mecbûrî me bin û ji bo rawestandina xwepêşandanan bi me re têkilî daynin.” Ferman Garzan kesekî ji erebên Mûtîkî ye. Eşîreta wî di serhildana Şêx Seîd efendî û serhildana Sasonê de li gel dewleta Tirk dijî serhildanê derketin. Ferman jî di sala 1993 ji çepê Tirkan tevlî PKK ê bûye û heman sal li gel ocelan derbasî Şamê bû. Li eyaleta Garzan ê ji ber gelek wendayî dan tê dadgehkirin. Di nava ARGK ê de weke Ferman ê Oportonîst hatibû naskirin û nav kirin.
Bi ewqas daneyên li ser pratîka PKK ê ya Ewropayê, kes nikare li bendê be ku em bi van çalakiyan re bibêjîn “Hêrsa gel”. Belê yên jîyana xwe ji dest dayî Kurdin êriş jî li ser Kurdan pêk hatî ye. Lê nabe ku PKK têkoşîna Kurd û Kurdistanê bike qurbana ajandayên veşartî yên bi dewletên kolonyalist re heyî.
Daxuyaniyên rêxistinên weke PKK û KCK ê yên duh li Parîsê, şêwaza çalakiya wan, awayê birêvebirina bûyerê, ev hemû jî berdewamiya hewldanên PKK ê yên terorîzekirina Kurdan e ku ji sala 1993 an û vir ve tê meşandin. Ev xebata PKK ê her tişt bi Kurdan daye wenda kirin û ger em dij nesekinin wê hê jî bide wenda kirin.
PKK bi xwe jî bi palpiştîya Fransayê li ser linga ne
PKK ji sala 2002 an ve Fransa bi awayekî aktîf bikar tîne. Bi dehan rêveberên wekî Riza Altûn ji Fransayê mafê rûniştinê wergirt û ji aliyê Fransayê ve hatin parastin. Niha jî bi dehan rêveberên PKK ê yên weke Mizgîn Amed, Sûlbûs Tarî, Ferman Garzan û Sadûn Amed li Fransayê dijîn. PKK ê çapemeniya xwe û KNK ê li Belçîkayê bi cih kir, navenda rêxistinê û perwerdehiya xwe li Fransayê ye. Fransa ji sala 2013 an û vir ve ew welat e ku Kurd têde herî azad dijîn û zû mafê penaberîyê distinin. Niha jî PKK di daxuyaniyên xwe de Fransa weke şirîkê dijminên Kurdan nîşan dide. Dibêje ev bûyer ji aliyê îstîxbarata Ewropa û Fransayê hatiye palpiştî kirin.
Qetlîama Parîsê a 2 em pêk hat?
PKK ê ji deqîqa eweilî ev bûyer weke bûyera li Parîsê ya 9 ê Çileya 2013 an binav kir. Tê zanîn ku di wê bûyerê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin.
PKK ê di bûyera Sakîne Cansiz de jî daxuyaniyên ku dewleta Tirk pak derbixe belav kirin. Wê demê di navbera MÎT a Tirkîyê û PKK ê de li Oslo hevdîtin hebûn. Di 11 ê Çile de, du roj piştî bûyerê Evdila Ocalan bi birayê xwe Mihmed Ocalan re hevdîtin kir û got: “Baweriya min bi MÎT ê heye. Hêzên ku bûyera Sakîne Cansiz kirî ewin yên ku lêpirsîna der barê Musteşarê MÎT ê Hakan Fîdan de dimeşînin. Yên sakîne kuştî û lêpirsîn dijî serokê Mît ê Hakan Fîdan xwestî haman hêzin.”
Heta sala 2015 an jî PKK ê NATO, Gladio û dewleta paralel a di nava Tirkiyeyê de ji bûyera Sakîne weke berpirsyar didît. PKK ê dewlet û rêveberiya Tirkiyê weke bêguneh destnîşan dikir. Paşê ji nişka ve got kujer sixûrê Mît ê ye.
PKK tevgereke bêbawer e ku çi hewce dike wê dibêje, weke tavîkên biharê ye. Der barê Komkujiya Parîsê ya di 22 ê Kanûnê de, wê sibe û du sibe çi bêje ne diyar e.
Ya ku divê em li vir bi zelalî bibêjin ev e: Pir watedar e ku Şaredariya Parîsê Ala Kurdistanê bi avahîya xwe ve daliqand. Bi rastî ev yek nîşan da ku di qada navdewletî de yê Kurdan temsil dike ala Kurdistanê ye. Wêneyê Ocalan û ala PKK ê weke sambolên terorê tên dîtin. Divê Kurd jî di heman rêyê de bimeşin û li dora yekîtî, sembol û siyaseta Kurdistanî bibin yek. Yekane rêya rizgariya Kurdan ji komkujiyan sîbera Ala Kurdistanê ye.