Doza Roboskî di sêgoşeya Bermûde ya Dewleta Tirk, Îmralî û Qendîlê de winda bû, ma bûyera Paris jî wê wiha be

Di 28 ê Kanûna 2011 an de li Roboskî komkujî yek pêk hat. 34 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. 19 ji wan di bin 18 salîyê de bûn. Vê bûyerê hemû Kurd tevizandin. Ji ber ku Kurd di sedsala 21 an de hê jî bi awayekî eşkere li ber çavê hemû cîhanê di hatin kuştin, hêrs hebû, kîn hebû, xwasteka tolhildanê hebû. Dewleta Tirk hem di raya giştî ya hundir hem jî ya derve de bi awayekî cidî hilawîstî ma bû. Hin tevgerên siyasî bê navber dirûşmên “xwîna wan li erdê namîne, wê hesab bê pirsîn” diqirîn.

Lê paşê xwîna wan li erdê ma.

Piştî vê bûyerê 11 sala, vê carê li Parîsê, sê Kurd ji aliyê kesekî nenas ve hatin kuştin. Kurd dîsa hêrs in û dilşewatin. Dîsa PKK ê bê navber dirûşmên “xwîna wan li erdê namîne, wê hesab bê pirsîn” di avêje.

Lê ez li ser tecrubeya xwe ya 50 sala di siyasetê de dibêjim: Yên hesaba Roboskî nepirsin nikarin hesab ji Parîsê jî bipirsin.

Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de sêgoşeya Bermûda heye. Çawa ku balafir û keştiyên ku li ser sêgoşeya Şeytan a Bermûdê re derbas dibin niqûm û winda dibin, niha PKK jî di qezîya Kurdî de weke sêgoşeya Bermûda ye, Kurd tê de winda dibin: Di vê Sêgoşeya Bermûda yê de Kurd di navbera Dewleta Tirk, Îmralî û Qendîlê de asê bûne.

Tiştê ku dikeve navbera vê sê kûçê (Tirk-PKK-Îmralî) bi rengekî tê bêhişkirin, ew di nav xwe de dipeyivin, nîqaş dikin û biryaran didin. Ji gel re çîrokan divehînin.

Di mijara Roboskî de tevgera naskirî PKK û pêkhateya wê HDP ji raya giştî re çîrokek li ser Roboskî vedibêje. Lê Komkujiya Roboskî ya 2011 an di Sêgoşeya Bermûdê ya ku em behs dikin de winda bûye.

Bi rastî jî ya ku herî baş vê pêvajoya Roboskî yê tehlîl dike dayika cangûrîyê 13 salî winda kirî Felek Encû ye. Felek Encû wiha dibêje: “Piştî pêvajoya çareseriyê derket holê em bi tevahî hatin jibîrkirin.” Ango dibêje PKK ê em di pêvajoya “çareserîyê” de firotîn kûjerên me.

Doza Roboskîyê di sêkûçeya dewleta Trik-PKK-Qendîl-de winda bû. Evdila Ocelan di Adara 2013 an de li Îmraliyê ji Demîrtaş re gotibû, “Ji ber ku em behsa pêvajoya çareseriyê dikin, wê demê hûn dikarin malbatên Roboskî û AKP ê weke prototîpa aştiyeke giştî bînin ba hev û bigihêjin hev. Bi qasî ku ez fêhm dikim pirsgirêka Roboskî AKP ê pir diêşîne. Hûn vê dosyaya Roboskî bi cînayetên kiryar nediyar û bûyerên qirêj re bikin yek dosya wê baştir be.” Û wê rojê heya niha dosyaya Roboskî ji holê hatîye rakirin.

Îro di salvegera Roboskî de kesên ku dizanin mesele di sêgoşeya şeytan de çawa hat winda kirin û şirêkên vê sêgoşeya Şeytanî HDP yî wê rondikên derew birijînin û bibêjin: “Em ê hesab bipirsin, em ê faşîzma AKP-MHP ê têk bibin” ne hindikin, Lê yên ku dixwazin hesaba Roboskî bipirsin divê pêşî li Evdila Ocelan û PKK ê bigirin. Ji ber ku ger em hesabê Roboskiyê ji PKK û Îmraliyê nepirsin emê tenê tazîya xwe danîn. Pêdivîye em vê sêgoşeya Şeytanî ya ku li ser hemû êş û azarên Kurdan bazarên qirêj diken, li ser serê xwe rakin. Ev şêwazên şeytanî sere rêkan li me Kurdan dide berzekirin.

Doza yekem a Parîsê, ya Sakîne Cansiz û du hevalên wê jî bû qurbana Sêgoşeya Bermûdê. Di doza Sekîne de PKK ê parazvanî ji îstixbarata Tirk Mît re kir.

Doza duyemîn a Parîsê jî mehkûmî heman çarenûsê ye. Ji ber ku di ajandeya PKK ê de, ne li mafên Kurdan digere û ne jî hesab pirsin heye.  Şêwazê PKK yê siyasetê eve; wê ji xwe re rojevekê biafirîne û hinek tiştan bidest bixe. Mirina mirovan û komkujî tenê ji bo PKK amûrên rant peydakirinê ne. Berjewendî perestî ya PKK ê ji hemû êş û azarên gelê Kurd giringtir û mezintir e.

Ger ne wisa bûya da li Parîsê rêûresmekî bi heybet ji bo cangûrîyan bihata kirin, serokên kurdan beşdar bibûna û cîhanê wê cavnebarî temaşe bikira. Wê demê Kurd da li hemberî cîhanê xurt bibûna. Lê ev yek nehat kirin. Wê bi bûyerên holîganîzmê çavê hikûmeta Fransayê bê tirsandin, çend tewîzan jê wergire û bazar pê were kirin. Weke ku li ser komkujiya Roboskî bazar hatî kirin wê dîsa bazariya xwînê bê kirin.

Destê ku nehêlayî komkujiya Roboskî derxin pêşberî dadgeheke navneteweyî, heman dest wê nehêle bûyera Parîsê jî bigehe encamekî dadperwerî. Sêgoşeya Bermûda qedera Kurdan dorpêç kirîye. Divê ev sêgoşe birûxe da ku doza Kurdî bi dadperwerî encam bibe.

Pustên heman beş