Ravekirinên Mirat Qerayilan, pirs û rastiyên operasyona Pençe-Kilît
Hevpeyvîna ku ji du beşan pêk tê ya Fermandarê Giştî yê HPGê û endamê Konseya Rêveber a PKKê Mirat Qarayilan, di ANFê de hat weşandin. Qarayilan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de li ser operasyona Pençe-Kilît ya ku di meha Nîsanê de ji aliyê Hêzên Tirkve dinavasînorên Herêma Kurdistanê de destpêkirî û rewşa şerê vê deverê bi giştî nirxandin kirin. Her wiha Qarayilan di çarçoveya hevpeyvîna xwe de 7 pirsan araste dike ku dixwest Wezîrê Parastina Netewî yê Tirkiyê Hulûsî Akar bersivêli ser bide.
Pirsên Qarayilan ji Hulûsî Akar re ev bûn:
Hûn çima cenazeyên leşkerên xwe ji me nagirin, hûn çima cenazeyên eskerên xwe dişewitînin û hwd.
Ti wateyekî leşkerî, siyasî û dîplomatîk nîne ku dijminek ji fermandarê artêşekî rastî jî dijmin dibîne re bêje,“Tu çima cenazeyên leşkerên xwe dişewitînî”. Tu fermandariya du hêzên ku şerê hev dikin van pirsên wiha ji hev nakin.
Mijara cenazeyên miriyan ji bo her du aliyan jî tenê amûrekî propagandayê ye. Her du alî jî hewl nadin ku pêşiyê li mirina leşkerên xwe bigirin.
Ji bo vê jî pirsên Qarayilan ji Hulûsî Akar kirine bê wate ne. Lê hinek pirs hene ku divê gelê Kurd ji Mirat Qarayilan bike. Ji ber ku propaganda ya Qarayilan dibe ku piçekî zêde Adrînalîna layingirên xwe zêde bike. Lê pêwîstiya Kurdan bi propagandeyên derew nîne pêwîstîya Kurdan bi agahiyên rast û rewşa deverê, heye.
Gerîla ji Şerê Xendekan heta niha weke şemalkê dihele
Heger em li ser hevpeyvîna Mirat Qarayilan analîzeke berbiçav bikin, emê rastî vê rastiyê bên: Ji Şerê Xendeka yê 2015an virve, hêza Gerîla ya PKKê li Bakur û Başûr têkçûye. Qarayilan fermandarê ku di asta yekemîn de berpirsê şer meşandinê bû. Şerê Gerîla yê têkçûyî tê wateya têkçûna Mirat Qarayilan. Ger fermandar bi artêşa xwe ve nasyarbin wê çaxê Qerayilan fermandarekî binketî ye. serkeftin û zafer tiştên berçavin pêdivî propagandê nîne. Lê Qarayilan serkeftina xwe li ser çi destkeftan saz dike em dixwazîn bizanin.
Deşîfrekirina heqîqetê erkekî welatparêzî ye. Ji ber ku gotinên PKKê yên serkeftin, zafer û lehengiyê heta baş analiz nebin wê ciwanên Kurd di vê zivirokê de jiyana xweji dest bidin. Bi çalakîyekî serkeftî ya Qarayilan û PKKê tê xwestin ku hemû pêvajo û operasyon bi serkeftî bê dîtin.
Lê em vê nêzîk bûnê red dikin. PKKê ji salên 1970 yî heya niha 5 nifşên zarokên Kurd di vî şerê bê encam da winda kirine. Encama vî şerî çi ye? Mirat Qarayilan ji sala 1992an û vir ve 30 salin di vî şerî de li ser navê PKKê her tim di asta herî jor de cih digire. Encama vî şerî nîne. Rexmê vê rastîyê jî weke serketinek dest xistî dixwazin me bixapînin.
Keşfa bîrên neftê ya dewleta Tirk li Gabarê asta şerê li Bakur nîşan dide.
Qarayilan di axaftina xwe de destnîşan kir ku Gerîla hebûna xwe li Bakur diparêze û nehatiye tasfiyekirin. Lê rastî eve ku li Bakurê Kurdistanê êdî hêzeke Gerîla nemaye. Wexta demsal destûrê dide tîmên du-sê kesî ji Îranê derbasî Çîyayê Agirî û Tendûrekê dibin û zivistanê jî vedigerin. Her çend ku tîmên biçûkên ji Rojavayê Dêrikê, Qamişlo dem bi dem ber bi Mêrdînê ve diçûn jî, hemû têne îmhakirin. Li herêmên hundir ji xwe Gerîla nemaye, yên mayî jî ji du kesan pêktên. Ji ber vê yekê şer li Bakur bi dawî bûye. Piştî binketina Şerê Xendekan di sala 2015an de Gerîla gav bi gav li Bakur hat tasfiye kirin.
Îsbata herî mezin a windakirina şer li Bakur, derxistina petrolê ya dewleta Tirk a li Çiyayê Gabarê ye. Ji sala 2020an û vir ve dewleta Tirk li navenda Botanê ku berê Çiyayê Gabarê navenda Gerîla bû, bê astengî xebatên ku bi sedan ekîb û alavên weke lêgerîna petrolê hewce dike, dimeşîne. Ev tê wê wateyê ku li Cûdî, Besta, Herekol, Garîsa, Çirav, Botanê Gerîla tune ye, ger nikaribin du fîşekan biteqînin behsa çi hebûna Gerîla tê kirin.
Gelo bi rastî li Botanê yekîneyek Gerîla ku rê li ber vê yekê bigire tune ye, yan jî PKKê rê da dewleta Tirk ku li zevîyên petrolê bigere? Kurd ne hewcene ku Hulûsî Akar bibêje çima leşker şewitandin, ne jî Mirat Qarayilan qala leşkerên ku li gûndê Saca mirine bike. Pirsa sereke ya ku divê Qarayilan bersiv bide eve: Rastiya derxistina petrolê li Gabarêçi ye?
Em pirseke din jî li ser vê mijarê zêde bikin: Koma bi navê “Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan” ku PKKê di sala 2016 an de bi komkirina pêkhateyên biçûk ên çepên Tirk ava kirî, di 19ê çileya 2022an de xeta boriya petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ve diçe li nêzî bajarokê Mereşê teqand. Bê gûman PKKê ev borîya nefte bi rêka rêxistina xwe HBDHê teqand û bi sed hezaran dolar zirar gehand aborîya Herêma Kurdistanê. Dema ev hemû didomin dewleta Tirk li Gabarê li 150 mîlyon bermîlên petrolê digeriya. Çima Qarayilan nefta Herêma Kurdistanê dike armanc û diteqîne. Pirsa ku divê Qarayilan rave bike eve? Çima hûn dihêlin Tirk li Kurdistanê li Çîyayê Gabarê neftê derxe û bifroşe, hûn çima êrişî petrola Tirkiyê nakin tenê êrişî risqê zarokên Kurdan li Başûr dikin?
Ger hûn xwedî şeref bin, gavan pêşde bavêjin û delîlên ber bi çav aşkere bikin
Qarayilan di dirêjahiya axaftina xwe de bi israr û bi tundî îdia kir ku “PDKe alîkariya dewleta Tirk dike”. PKKe ji serê Nîsanê ve bi medya, siyaset medar û xebatkarên xwe vê yekê diqîre û dibêje.
Qarayilan di beşekî axaftina xwe de dibêje pîvana me; “rastî, dirustî, wêrekî û zelalî ye” Bi rastî jî di axaftinên xwe de gelek caran behsa şeref û namûsê dike. Heger rûmeta wî hebe bila derkeve pêş û agahiyek berçav bide û ka PDKê çi alîkariya dewleta Tirk kirî ye, bibêje. Çapemeniya PKKê digot, “Tankên artêşa Tirk ji Amêdiyê derbasî Metîna bûne.” Ger Mirat Qarayilan wisa xwedî şerfe, divê îspat bike ku yek tanka dewleta Tirk, ji bajarê Amêdiyê derbasî Metîna bûye an ne.
Bi nezanîna gel a erdnîgarî ya deverê, wargehên Pêşmerge yên dewrûberê Amêdiyê weke ku ji bo dewleta Tirk hatine çêkirin, radgehîne. PKKe êrîşên ku nikare li ser artêşa Trik bike li ser hêza Pêşmergê Kurdistanê dike, bêbextîyên ku nikare li dijminî bike li Kurdên Başûr dike. Vê helwesta Qarayilan çi eleqeya xwe bi şerf û rûmetê ve nîne. Qarayilan feqîrê şerefê ye.
Gelo artêşa Tirk xwe vekişiya?
PKKe tevgereke îstîsmarê ye. Mirov bi sûd wergirtina ji nezanîna xwe ya erdnîgariyê dikevin nava xapandinekî hişmendî. Qarayilan di hevpeyvîna xwe de hewl da vê yekê bike. Bi taybetî jî agahiya ku dewleta Tirk di derbarê operasyona Pençe-Kilît de xapandine. Dewleta Tirk bêyî ku tu astengî jê re derbikeve, ket girên sitratejîk yên her du aliyên gelîyê Zapê ku ji sala 1982 an û vir ve PKKe lê dihewîya. Li herêmê tevgera Gerîla ji sedî 90 hat jinavbirin. Mirat Qarayilan Gerîla mehkûmî korîdorên mirinê kirine, korîdorên ku jê re dibêjin“Tunelên Şer”.
Raste artêşa Tirk ji hin cihan vekişiyaye. Lê ev vekişandin ne girêdayî êrîşên PKKê ye. Artêşa Tirk ji hinek gir û lûtkeyên bê bandor xwe vekişîya ye. Lê lûtkeyên serwerîya deverê dikin hemû di destê artêşa Tirk de ne.
Sitratejiya dewleta Tirk ew e ku li cihên sitratejîk bi cih bibe. Lê ji cihên sereke yên sitratejîk venekişiyaye. Cihên herî sitratejîkên wekî Şikefta Birîndara, Çiyayê Reş, Kûrejarî, serê Metîna xwe bicîh kirîye. Ji bakûr rêkên wesayîtan anîne û baregehên mezin çêkirine.
Di nav kivanê de jî em dikarin vê yekê bibêjin: Yê ku dewleta Tirk neçar kirî ji hinek deran dûr bikeve, hevdîtinên dîplomatîkên Hikûmeta Federal a Kurdistanê û dewleta Iraqê bûn.
Qarayilan bi derewan fêrî rola mexdûriyet lîstinê bûye
Qarayilan bi derewan fêrî rola mexdûriyet lîstinê bûye. Gelek caran behsa namûsê, rûmetê dike. Lê ji derewkirinê şerm nake. Li ser jîyana ciwanên Kurd xwe qûre dike. Qarayilan kerekterekî ji pesindayînê pir hez dike. Divê operasyona Pneçe-Kilît de jî dixwaze bi derewan serkeftina xwe ragehîne. Di rastîya şer de Qarayilan fermandarekî binketîye û divê were dadgehkirin. Ev têkçûna Zapê ew qas mezin e ku êdî bi çi derewan nahê veşartin.