Çima Duran Kalkan “Li dewletekê digere”?

Rêveberê PKK ê Duran Kalkan li dewletê digere. Duran Kalkan di meqalaya xwe ya ji bo rojnameya Yenî Özgür Politika ya PKK ê nivîsî de dibêje, “Ez li dewletekê digerim”

Kalkan di rêzikên ewil ên nivîsa xwe de li ser vê mijarê wiha got; “çekên kîmyewî li dijî gerîlla tên bikaranîn bi rastî eger me sernivîsa xwe bi “ez li Dewletekê digerim” nivîsandiba da rasttir û balkêştir be.” Kalkan di nivîsa xwe de got ku dewletek nîne ku îdiayên çekên kîmyewî bigehîne dezgehên hiqûqa navneteweyî. Yanî dema ku dewleta te nebe, tu di nav miletên winda yên dinyayê de cih digirî. PKK ê heta sala 1999 an bi stratejîya “Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî” Kurd li dora xwe kom kirin. Piştî çûyîna Apo bû Tirkîyê PKK ê nişkave got “dewlet xerab e, dema dewletê derbaz bû, dewlet dijî azadîyê ye” û hwd. Ev jî îtîrafek e ku Duran Kalkan dibêje “em pêdivî dewletekê ne”. polîtîkayên PKK û Ocalan yên ku dibêjin “kurdan pêdivî dewletê nine” vê ca li PKKê zivirî. Ji ber ku bingeha sîstema siyasî ya cîhanê li ser dewlet û pêkhateyên dewletparêz hatiye avakirin. Ger hûn dewlet ne bin, hûn bê xwedî û bê aso ne. Nasnameya gel û neteweyan di sîstema cîhanê de Dewlet e. Lê mixabin PKK û Ocalan bi salan e hewl didin ku têgeheke wiha; “Kurdên xwedî dewlet kole ne, Kurdên bê dewlet azad in” ava bikin.

Gelo PKK taktîk dike?

Bandora dewletê ya pergala siyasî ya cîhanî pirr bi hêze. Hemû hewlên PKK ê li ser girseya xwe ku dewletbûnê bê wate bike, encam neda ye. Girseya PKK ê, xebatkarên wê û heta hinek kadroyên wê hê jî helwesta PKK ê û Ocalan a di mijara dewletê de fêm ne kirine. Dema em ji wan re dibêjin “hûn dewletê naxwazin”, ew dibêjin “na heval, hûn Rêbertiyê nas nakin, Rêbertî taktîk dike, em dewletê dixwazin”.

Na, Ocelan taktîk nake. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî gelek partiyên Kurd bi awayekî vekirî nabêjin em dewleta Kurdî dixwazin. Lê di her firsendê de daxwaza mafê kurdan ê xwebirêvebirinê û çarenûsa xwe diyar kirinê dikin. Lê rastîya pergala cîhanî ji fikrên Ocelan yên dij dewletbûnê mezintir û bihêztirin. Bê dewletî pejirandin Kurd bi saxî xistina gorê ye. PKK hember Kurdên dewlet xwaz di nava êrişekî de ye û wan wek paşverû û neteweperest destnîşan dike.

Ocalan: Dewlet tê wateya bêrêzî kirina bi bedena jinê

Ji xeynî girseya ku gotinên PKK ê weke taktîk dihesibînin, tûndrewên wan jî hene. Komek tûndrew û nexweş hene ku ji her gotegotekê bawer dikin û bêyî ku bizanibin gotinên partiya wan tê çi wateyê tenê wan gotinan dubare dikin. Li gorî wan, kesên ku dewletê dixwazin paşverû ne, divê ew werin kuştin û tunekirin.

Di rojên borî de karmenda jin ya bi navê Vîyan Leyla, ku em dikarin jê re bibêjin yek ji şagirtên Ocalan, di bernameyekê de gotibû peyva “dewlet tê wateya tecawizkirina laşê jinê”. Ev peyv ne ya vê endama PKK ê bû. Ev gotin yên Ocalan in. Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Parastina Gel” de got ku “peyva dewlet bi destavêtinê, desteserkirina laşê jinê ve girêdayî ye”. Ger lêkolîneke piçûk jî bê kirin xuyadibe ku peyva “dewlet” di tu zimanî de nahê wateya destavêtina heya Jinê. Yanî Ocalan bi tenê ji bo biçûkxistina dewletê ev derew a bi zengil avête nava civaka Kurd. Ji bo her millet û netewe dewlet rewa ye lê tenê ji bo Kurdan ne rewa û xerab e.

Ocalan û PKK piştî 24 salan li dijî dewletbûnê behsa demokratîzekirina dewletên kolonyalîst dikin. Ew behsa bihêzkirina dewletên weke Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê dikin. PKK dibêje her kes dikare bibe xwedî dewlet, lê kurd nikarin û nabe bi bin dewlet.

PKK bi salan e ji hebûna siyasî ya Kurdan di bin navê hikûmeta Herêma Kurdistanê de gazinan ji Tirkiye, Îran û Sûriyê re dike û dibêje, her hûn pêşgirî li Başûr nekin ew ê bibe Îsraîla duyemîn. Paradîgmaya nû ya PKK û Ocalan di eslê xwe de hewl dide ku pêkhateya neteweyî û siyasî ya kurdan ji armanca dewletbûna Kurdistanê dûr bixe. PKK bangawazî dewletên kolonyal dike ku desthilata Kurdan li Başûr hilweşînin.

Fikrên Murray Bookchin ciwanên Kurd ji tunela mirinê rizgar nake

Di rastiyê de ya xemgîn ew e ku; mîmarên îdeolojiya bêdewletbûnê Ocalan û rêvebirên PKK dizanin ku fikra ku di nav Kurdan de bi cih dikin çend fikrekî jehrî û kujer e. Mînak Cemîl Bayik dizane ku bêdewletbûn mirin e. Ji ber vê sedemê Bayik 10 km jî ji sînorê dewleta Îranê nikare dûr keve. Ji bo parastina xwe, xwe dispêre dewleta Îranê. Lê belê di ciwanên Kurd de jî fikra bê dewletîyê diçînin û bi cih dikin.

Bi salan e ku PKK paradîgmaya xwe ya bêdewletbûnê li ser fikrên nivîskarê anarşîst ê navdar ê Amerîkî Murray Bookchin ava dike. Fikrên Bookchin wek çareserî pêşkêşî kurdan bike, ji rastîya sîyasî, civakî, dîrokî, erdnîgarî û deronîya Kurd-Kurdistanê dûre.  Bookchin hemwelatiyê Amerîkayê ye, xwedî sîgorteya tenduristiyê ye, mafê wî heye ku bi serbestî li dinyayê bigere, malbat û zarokên ve di bin ala dewleta xwe de bi azadî dijît. Teoriya Bookichin zarokên Kurdan, yên belingaz ku nizanin ji bo çi dimirin, di tunelên mirinê rizgar nake. Ji ber ku bêdewletin bi hemû cûrên mirinê li ser wan tên sepandin û kes jî nikare dûvçunê bike û aqûbeta wan bipirse. Ji ber vê yekê Duran Kalkan di dawiya 23 salan de li xwe mikur hat û got”ez li dewletekê digerim” Ji ber ku dema dewleta te nebît tu jî tuneyî. Bêdewletî mirin e.

Pustên heman beş