Qarasû: Ji bo ku rejîma Sûryeyê hilneweşe me têkoşîneke mezin da

karasu-syria-assad-russia-iran-turkey (2)

Endamê damezrîner û endamê Konseya Rêveber a KCKê Mistafa Qarasû bi televîzyona PKKê ya Ewropayê Medya Haber re hevpeyvînek kir. Di hevpeyvînê de li ser têkiliyên Sûrye û Tirkiyeyê, daxuyaniyên Selahadîn Demîrtaş û hwd nirxandin hatin kirin.

Ji ber ku Qarasû di axaftina xwe de gelek caran digot, “Me daxwaza xwe ya xurtkirina rejîmê ji rejîma Sûryeyê re ragihand”. Her wiha di çapemeniyê de cih girt ku Qarasû li zivistana borî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Tehranê bû, bi balafirê çûbû Şamê û bi rejîma Sûryê re hevdîtin pêk anîbû.

PKKe naxwaze Sûrye parçe bibe

Mistafa Qarasû di axaftina xwe de got ku hêza ku Sûryê li ser lingan dihêlin PKKe ye. Qarasû bi baldarî gotinên xwe hilbijartin û li şûna bibêje me û hêza Rojava wî peyva Kurd tercîh kir, ji ber ku gotinên wî yên di vî warî de di medyayê de bertekên Kurdan derxistibû holê. Qarasû bi tundî got; “Tu fikra me ya parçekirina Sûryê nîne.” û wiha berdewam kir: “Fikrên Kurdan yên parçekirina Sûryê nînin. Rûsya bi vê hincetê hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re nikara veşêre. Ev pêwendî tê wateya ku bi dewleta Tirk re têkiliyeke qirkirinê pejirandî ye. Armanca dewleta Tirk qirkirin e. Divê em ji Rûsya bipirsîn, hûn piştgirî didin qirkirina dewleta Tirk? Ma hûn ê hevkariyê bikin? Kurdên li Sûryê ne xwedî nêzîkatiya parçebûnê ne. Berovajî vê yekê, eger rejîma Sûryê niha li ser linga mabe, ya ku wê zindî dihêle em in. Ji Rûsyayê tu piştgirî nehat. Belê, Rûsyayê harîkarîya Sûryê kir, lê ger Rojava şoreş nebûya, DAIŞ têk neçûya, çete serbiketan îro Sûriye nedibû. Hêzên şoreşger ên ku niha li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûryê serwer in, DAIŞ têkbir û rejîma Sûryê jî li ser linga ma.  Esad bi serê xwe nekarî li ber xwe bide. Rûsya nekarî vê yekê bidomîne, ne jî Îranê. Çeteyan dikarî bûn piraniya Sûryê bigirtana.

Qarasû: Me li Helebê şer kir

Qarasû di axaftina xwe de diyar kir ku hêza ku rê li ber hilweşîna bajarê Helebê girtî, ew bûn.

“Heleb neket, çima neket? li Helebê yên şer kirî şervanên me bûn. Rejîm jî vê yekê dizane. Ger Kurdan li dijî çeteyan şer nekirba dê çi bibûya? Di vî warî de ya ku şerê navxweyî derxistî û Sûrye ewqasî wêran kir û piştgirî da çeteyan, Tirkiye bû. Niha dê Sûrye û Tirkiyê li hev tên, gelo dê di muxalefeta Dij-Kurd de Sûrye hevpar be? Çima Tirkiyeyê bi milyonan Sûrî kişand welatê xwe, çima ev yek kir? Ji bo çeteyan kamp avakirin, ew perwerde kirin û li hember rejîmê dan şerkirin. Tirkiyê Ji ber sedemên însanî ev yek nekir. wargeha çeteyan ev kamp in. Yanî Sûrye vê nizane? Tirkiye ji bo hilweşandina rejîmê ev yek kir. Lê Kurdan çi kir? Ji bo ku rejîma Sûryê nehilweşe gelek şer kir. ew nikarin bêjin Kurd Sûryê parçe dikin. Me li ser xeta rêberê xwe şoreşek kir. Em nêzîkatiya wan dizanin. Li çareseriya Sûryê digerin. Û tiştekî din dest wan de tune.

Di vê demê de jî yên ku rê li ber polîtîkayên qirkirinê a dewleta Tirk digire, Kurd in. Heke têkoşîna Kurdan a ji bo demokrasî û azadiyê nebû ya, wê Tirkiye ne tenê li Sûryeyê, heta êrişî Îranê jî wê bikira. Niha astenga li pêşiya êrişkarîya Tirk Kurd in. Di vî warî de nêzîkatiya me ew e ku Rûsya û rejîm nebin şirîkê vê siyaseta Tirkiyê.”

PKK, dewleta Sûryê bi qîbel çi ve parast?

Mistafa Qarasû di axaftina xwe de anî ziman ku ew ji bo parastina rejîma Sûryeyê şer dikin. Lê negot ew ji bo çi ye. Beriya niha rêveberê PKKê û HPGê Bahoz Erdal di bernameyeke televîzyonê de gotibû, “Eger YPGe nebûya, wê rejîma Sûryeyê hilweşiya.”

Rêveberên PKKê her car bi eşkereyî dibêjin ku ew hêza ku rejîmê liser linga dihêle ew in.  Lê belê ev yek ji bo çi ango beramberî çi hatiye kirin ne diyar e.

PKKe li Rojava rola pasawanî lîst?

Wek tê zanîn pêvajoya ku PKKê dibêje şoreşa Rojava, bi rastî jî rejîmê Rojava radestî PKKê kir ku biparêze. Rejîmê ji bo şerê li dijî Erebên Sunî bê pirsgirêk hêzên xwe yên leşkerî ji Rojava vekişand û gelek cih ji rêxistian PKKê ya wê demê TEVDEM û PYDê re hiştin.  Rêvebiriya Sûryê li Rojava ji rêvebirina bîrên neftê ya Rimêlanê û Balafirgeha Qamişlo venekişiya. Herwiha rejîma Esed mûçeyên karmendan dabîn dikir. Li gel vê malzemeyên lojîstîk ên li cihên ku bi wesayîtên rejîm vekişiyane teslîmî PYDê kir.

Rojava di bin garantorîya Îranê de radestî PKKê hate kirin

Qarasû bi şanazi dibêje me nehişt dewleta Sûryê hilweşe. Yên nexazin dewletên Kurdistan dagirkirî hilweşin wê çawa behsa qezîya Kurdî bikin.

Dihête zanîn li gorî peymana Sûrye, Îran û PKKê herêma Rojava weke emanet radestî PKKê kirin. Li hember vê yekê PKKê tevgera xwe ya gelêrî li Îranê rawestand û weke beşek ji hêzên Heşda Şebî yên Şîe yên Iraqê ji nûve tevgeriya.

Gelek rewşenbîrên Kurd di wê baweriyê de bûn ku dema PKKe van tiştan dike, li ser navê Kurdan û mafên Kurdan tu tiştekî daxwaz kirî nîne tenê dixwaze rêveberên wê bi ewle bijîn, kar û barê ticarî di nava vî karî de madê hoşber jî heye li deverê bikin, bikaranîna rêyên hewayî, li hev kirine. Pranîya rewşenbîrên Kurd vê yeke dizanin. PKKe li Rojava ji bilî hinek pêkhateyên bi ser PKKê ve heyî êdî hemû Kurdên herêmê ji ser gûnd û warên wan hatin dersînor kirin. li gorî rêkeftina Sûrye-Îran û PKKê Erebên herêmê û hinek şirîkên rejîmê li cihê xwe man.

Gele Kurd ev 40 sal in ji têkilî û hevdîtinên veşartî yên PKKê li pişt deriyên girtî bi rêxistinên weke Îtlaat a Îranê, Mixaberat a Sûryeyê û Mît a Tirkiyeyê re ti destkeftî bi dest nexistine. PKKe di nava vî tevnê îstixbaratî de tevdigere. Qarasû bi şanazi dibêje me nehişt dewleta Sûryê hilweşe. Yên nexazin dewletên Kurdistan dagirkirî hilweşin wê çawa behsa qezîya Kurdî bikin.

Pustên heman beş