Trajediya zarokên kurd di şerê PKK ê û Tirkiyê de berdewam dike

Trajediya zarokên kurd di şerê PKK ê û Tirkiyê de berdewam dike

Şerê navbera PKK û dewletê de ku ji salên 1970î û vir ve berdewame gelek bûyerên trajîk bi xwe re anîne. Zarokên Kurd û malbatên wan rastî gelek neheqiyan hatine. Rastiya jiyanên ku di navbera sêdaredan, îşkence û nûçeyên derew hatî wenda kirin hîn jî eşkere nebûye. Yekî xwedîyê vê jiyana aloz jî Mihemet Akar e.

Jiyana Mihemet Akar trajediya wan kesên ku di navbera agirê PKK û dewleta Tirk de asê mane û ji bo peydakirina pêşerojeke xwe di navbera her du hêzan de diçin û tên, radixe ber çavan.

Mihemet Akar di sala 1999 an de li Amedê, gundê Axmeşat (Soğanli)yê ji dayik bûye. Kurê malbateke feqîr e. Xwendina xwe temam nekir û li Axmeşat ku lê dijiya di warê rêncberî û xwedîkirina ajalan de xebitî. Di hindirê xwe de pirsgirêkên psîkolojîk dijîya, hewl dida ku jiyana xwe biguherîne lê çareseriyek jê re peyda nedikir. Loma jî bi çep û rastê xwe re şer dikir. Rewşeke wî yê aram tune bû. Ne diyar bû ku ew ê çibike û xwe li kû derê û bi çi şêwazî bikuje.

Ji ber rewşa xwe ya civakî û derûnî bi malbat û derdora xwe re rastî pirsgirêkan dihatin. Ev pirsgirêk di sala 2019 an de teqîyan. Mihemet Akar bi xizmekî xwe re dezgirtî kir. Paşê dev jê berda. Paşê pirsgirêkên Mihemet yên psîkolojîk veguherîn pirsgirêkek siyasî. Mihemet ê ku xwest ji malbata xwe bireve, xwe spart hin nasêyarên xwe yên HDP’yî. Jixwe birayê wî yê mezin di nava PKK ê de jîyana xwe jidest dabû. Dema ku sitargehek ji xwere peyda nekir, xwe sipart PKK ê. Dayika wî ji ber ku dizanibû Mihemet xwe sipartîye kê, li ber derîyê HDP ê tevlî çalakiyê bû. Dewletê êşa vê dayika ku zarokê xwe dixwest ji xwe re kir amûrekî siyasî. Daxwaza malbatan ji bo zarokên xwe dikir, weke kartekî sîyasî bikar anî.

Mihemet dibêje “Ji ber ku min nexwest bizewicim ez reviyam.” Ajansa Mezopotamya ya PKK ê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, dîmenên Mihemet weşandin. Di wan dîmenan de dîyar dibe ku Mihemet nikare xwe îfade bike, pirsgirêkên cidî yên derûnî hene û nikare berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe. Dawî de Mihemet çû malê. Daweta wî hat kirin. Heta wêneyên wî yên di dawetê de dilîze jî hene.

Di 16 ê Çile hate bihîstin ku Mihemet Akar xwe li ser bircên Amedê şewitandiye. Mihemet xwedî zarokek bû û hevjîna wî ducanî ye. Mihemet Akar jixwe kesek bû ku pirsgirêkên wî yên derûnî hebûn û di travmayên pirr kûr de di jiya. Niha jina wî ya ciwan û du zarokên wî mehkûmî pirsgirêkên kûrtir bûn. Dayika Mihemet perîşane û qedem lê şikestin.

Di medyayê de trajediya ku malbata Mihemet tê re derbas dibe PKK ê bo xwe kirîye mijara propaganda yê. PKK destê xwe difirikîne û dibêje Mihemet ji me bû. ragahandina dewletê jî dibêje ku PKK ê kişand rêka mirin ê.

PKK ê di asta herî jor de li ser navê KCK ê daxuyaniyek belavkir û got, “Mihemet Akar bi vê helwesta xwe, polîtîkayên qirkirina Kurdan û pêkanînên şerê taybet ên desthilatdariya AKP-MHP ê û serokê şerê taybet Silêman Soylu vala derxistin.” Mirovê ku nekariye canê xwe xilas bike, dûv xwe de du zarok sêwî hiştine, di nava babelîzka jîyanê de asê mayî çawa dibe ku siyaseta dewletê têk dibe, ev helwesta PKK ê tenê meşrûkirina vê çûreyê mirinê ye. Ev ji mirina mirovan sûd wergirtin e.

Nameya ku di navdestan dizivire ku têde tê got “min ji bo Ocalan xwe şewitandiye”. Malbata wî name nedaye medyaya PKK ê, yan ev name sexte ye yan jî kesekî destûr daye ku Mehmed xwe bişewitîne.

Me karesata Mihemet bihîst ji ber ku ev karesat li ber çavên me qewimî. Lê bi hezaran kesên weke Mihemet mehkumî çarenûsekî nedîyarin. Yan dikevin çala ku dewlet vekiriye yan jî ya PKK ê. Bi taybetî jî bajarê Amedê bûye navenda vê rewşê. Ciwan nikarin bixwînin, karekî peyda nakin, pirsgirêkên wan ên aborî di asteke bilind dene. Yan bi teşwîqkirina dewletê ev ciwan dikevin nava karê tiryakê-narkotîkê, yan jî diçe gel PKK ê. dawiya her du rêka jî digehin hev yan mirin yan jî zindan.

Ger PKK’ê bi rastî tekoşîn ji boy rizgariya netewî kiriba, ger li gor berçavgirtina rewşa nalebar ya civakî, şervan wergirtiban da wata dar be. Lê belê nedîyare ku PKK van ciwanan bo çi armanç dide şer kirin. Piştî ku ew ciwan tevlî nava PKK ê dibin, ew êdî milkê PKK ê ne. Ger ji rêxistinê derkeve dibe xayin. Ji wî tê xwestin ku wekî robotek erkên xwe pêk bîne. Ew bixwe jî nizain ka bo çi dimirin. Mînak, heta ku Mihemet xwe ji bo Ocalan bişewitîne jî ku “ev guman heye” ma Ocalan çi dixwaze ku mirov xwe ji bo wî bişewitîne. Ocalan, xwe ji bo Kurdan neşewitand, rojekê jî nakeve greva birçîbûnê û tu çalakiyan nake. Hewl dide ku dewleta Tirkiyê demokratîk bike.

 Niha ev Mihemetê belengaz, ku nedikarî deynê xwe yê qerta krediyê bide, nedikarî li zarokên xwe binêre, vêca ma ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê xwe şewitand? Rica dikim vê nekin. Bi hişê mirovan re nelîzin. Destên xwe yên qirêj ji ciwanên kurd bikşin. Dev ji bazirganîya mirovan berdin û ji bo berjewendiyên partîya xwe li ser kesên mirî û sax weke milkê bavê xwe kar nekin.

Belê, Mihemetê belengaz û xwelîser nikarîbû bi serê xwe debara jiyana xwe bike, malbata wî pêre mijûl bû lê mixabin wan jî nekarî harîkar bin. Mihemet mînaka trajedîyê ye. Mînaka trajediya wan ciwanên Kurd e ên ku di navbera PKK û dewleta Tirk de hemû hêvîyên jiyanê winda kirî ne.

Pustên heman beş