Çîrokek nenas ji PKKê ya nenas: Bahoz Erdal û herdu Bêrîtan

Bahoz-Erdal-beritan-pkk-hpg-ck-npg-pjak-kurd-kurdistan-jin-azadi-apo-ocalan-info

Dema mirov li hundirê kom, mezheb û pêkhateyên ku di dîrokê de xwe weke tevgerên bawermend yên mezin nîşan dane dinêre, ew rizîbûna mezin a ku di hundirê wan de jiyan dibe, yekser tê dîtin. Bi taybetî jî li terîqat, kom û rêxistinên ku jiyana zayendî lê qedexe ye, rizandinek mezin heye. Çiqas pêwendîyên zayendî qedexe be, rizîbûna hundurîn ew qas zêde û kûr dibe. Ev qaîde qed xelet nabe.

Papa Francis, rêberê ruhanî yê Katolîkan û serokê Vatîkanê, di Nîsana borî de ji ber îstismara laşî û zayendî ya berê ya li ser zarokên Kanadayê li dibistanên girêdayî Dêra Katolîk, lêborîn û efû xwest. Ev dêra Katolîkan ya ku pêwendîyên zayendî weke gûneh û qedexe kirî, bi dehan bûyerên wekî têkiliyên homoseksûelî, lezbiyenî di bin seywana dêrê de derketin û bû sebebê kuştin û rûdanên cînayetan.

Dîsa di van çend rojên borî de li Tirkîyê cemaate Îsmaîl Axa zewaca zarokeke 6 salî bo mêreke 29 salî bandorekî mezin li ser wijdana mirovan kir.  

Li cihên ku pêwendîyên zayendî bi awayekî xwezayî neyê jiyîn, li cihên ku mirov weke amûrekî saziyê têne dîtin û ci mafên wan li ser bedena wan ne be, di wan pêkhateyan de her tim rizandinek mezin tê jîyandin. Yek ji van pêkhatan jî PKKe ye.

Pirsgirêka jinê ya ku PKKe bi pesindarî û serbilindî qala wê dike meseleya jinê ye. Lê di nava PKKê de ‘jin’ qada herî qedexe û tarîye.  Dema mirov ji derve lê dinêre, jinên PKKê bi xwe bawer, ciret, azadîxwaz û ji asta hemû jinan bilindtir, dibîne. Lêbelê, tiştê ku hûn ji dûr ve dibinin, tenê layê cîyayê cemede yê dîyarde ye. di rastî de jinên PKKê di nava Zext û travmayeke pir giran de dijîn.

Mixabin ev rewşa trawmatîk a ku jin di nava PKKê de dijîn, di asta pêdivî de nehatiye nirxandin. Rewşên ku dem bi dem di çapemeniyê de cih digirin, têkiliyên jin û mêr, jinên ducanî û derûnîya wan û hwd. bi berfirehî nehatiye dîtin û nîqaşkirin. Ev mijar bi disiplînekî tûnd tê veşartin.

Beriya her tiştî PKKê bedena jinê dîl girtî ye. Jinên PKK yî yên ku ji bo hemû jinên cîhanê banga azadiyê dikin nikarin li ser bedena xwe xwedî biryar, îrade û mafdar bin. Di PKKê de trajedîya herî mezin, pêwendîyên zayendî sûçe, mafê jinê yê dayîkbûnê hatîye desteserkirin û gelek bûyerên trajedîk rojane derdikevin. Bêdadwerîyek mezin li ser jinê tê sepandin.

Em îro ji we re çîrokekî di nava PKKê de qedexe bibêjin. Çîroka fermandara navdar ya PKKê û çîroka her du  Bêrîtanan: Bêrîtan Mêrdîn û Bêrîtan Dersim.

Çîrok û trajedîya qûrbanîyan

Dema ku hûn dest bi xwendina vê çîrokê bikin, hinek ji we wê yekser bibêjin ev derew e, îftira ye. Bi taybetî Apocî dê yekser bibêjin yên ev e nivîsî endamên MÎT ê ne. Ne hewce yî van fikran e bi aramî nivîsê bixwînin û trajediya jinan bibînin. Binêrin ji bo siyaseta navxweyî ka jin çawa dibin qurbaniya mêran.

Bêrîtan Mêrdîn (C.A) jina ciwan a bi porê sor e. Di sala 1999 an de tevlî nava refên PKKê bû di nava xebatên çapemeniyê yên HPGê de cih girt. Kesek zîrek, ciwan û dînamîk, gelek fermandarên PKKê li dora wê dizivirîn û dixwastin nêzî Bêrîtanê bibin. Hinek ji van mêran bi hestîyarê hinek ji wan jî bo berjewendî di xwestin ji wê sûd werbigirin. Yek ji wan jî fermandarê giştî yê HPGê Bahoz Erdal bû.

Bahoz Erdal di sala 2005 an de Fermandarê Biryargeha leşkerî ya HPGê bû. Wî bi şev li ser înternetê pêwendî bi şaneyên bajarên Bakur re çêdikirin. Ji bo vî karî di nava sazîya ragihandinê de jûreyek taybet çêkiri bû. Bahoz vê xebata veşartî û taybet dide Bêrîtan Mêrdînê. Bi vî awayî têkiliya wan bêyî ku balê kesê bikişîne dikare were jiyîn.

Li gorî gotinên Bêrîtan û hevalên wê, di despêkê de Bêrîtan ji eleqeya Bahoz Erdal kêfxweş bû. Lê têkiliya wan her ku diçe bêtir kûr xuya dibe.

Bêrîtana por sor bû qurbana rûtba ya Bahoz Erdal

Ciwanê bi navê Mazlûm Kozlûk dibîne ku têkiliya wan a zayendî heye. Ji Dûran Kalkan re raporekê dinivîse. Lê Duran Kalkan qed dengêxwe nake û ji herêmê derdikeve. Mazlum dizane ku Dûran, Bahoz Erdal rexne neke. Di encamê de Mazlûm tevî ku pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê ya pir giran heye, dişînin Zagrosê. Li wir ji ber nexweşiyê jîyana xwe jidest dide.

Têkiliya Bêrîtan û Bahoz pêş dikeve. Kes nikare mudaxele bike. Di wê demê de fermandarîya Navendî a HPGê hemûya têkilî bi jinan re hebûn. Têkilîyên Bahoz û Berîtan Mêrdîn, Amed Melazgîr û Hêzil Enqere bi heman rengî ye. Ji ber vê yekê, hemû rêveberî lihevkirinekî zimnî de ne.

Lê têkilîyên Bahoz a bi Bêrîtanê re ne evînî bû, têkiliyek têrkirina cinsî ango zayenî bû.  Bêrîtan her ku diçe zêdetir dibîne ku Bahoz tenê weke têrkirina zayendî nêzî wê dibe. Ji bilî vê, hevalên wê yên li dora wê jî zêde rexne li wê dikin. Dibîne ku pêdvîye ji qada biryargehê dûr bikeve, dixwaze beşê xebatê biguherîne û biçe herêmên şer. Raporekî dide Dûran Kalkan û bilez veguhestina cih ji Dûran dixwaze. Dûran têkilîyên wê û Bahoz bihîstîye loma jî demildest pêşnîyara wê qebûl dike û wê dişine eyaleta Zagrosê.

Di nava PKKê de jî cih veguhestin carna weke ciza tê sepandin carna jî kesekî kêrî şer nehê tenê ji bo were kuştin têdikin qadên şerê dijwar.  

Rêxistinên jinan ên PKKê ku îdîaya rizgarkirina jinên cîhanê xwe pênase dikin, lê nekarîn Bêrîtanê rizgar bikin

Tişta kû hatî serê Bêrîtanê jî wusa ye. Bêrîtan ji Zagrosê bo xebatê cephê Gewerê tê rêkirin. ango, ji bo çi guman li ser navê Bahoz çenebe Bêrîtan ji ber çav tê dûrxistin. Bêrîtan ji bo Bahoz hat qûrbanî kirin. Bêrîtan di nava gûvaşekî rûhî de difetise û tûjî êşa pençeşêrê dibe. Dixwaze biçe doktor. Lê rêveberiya herêmê we difikire ku Bêrîtan ducanî ye û wê naşîne doktor li kampa Mexmûr. Piştî êşa wê giran di be, Bêrîtanê di şînin başarê Wan ê. piştî kontrola wê dîyar bû ew tûşî pençeşêra mîdeyê bûye. Di wê rewşa xerab xerab de ew li wanê tê girtin û Bêrîtan dikeve zîndanê.

Bêrîtan bû qurban. Bahoz Erdal weke ku jiyana jinekê xera nekiriye, her roj derdikeve televîzyonê û bangawazî keç û xortên Kurdan dike. Li aliyê din rêveberiya jinan a PKKê van kiryarên Bahoz Erdal paşguh dike û naxwaze bibîne. Tevgerên jinan ên PKKê; PAJK, KJB û hwd ku dibêjin emê hemû jinan rizgar bikin, lê nekarîn Bêrîtan a di bin pozê xwe rizgar bikin û nekarîn hesabê ji Bahoz Erdal bipirsin.

Ji Bêrîtana por sor heta Bêrîtana por spî

Bahoz Erdal paşê jî qed ji jiyana xwe ya evîndarî dûr nakeve. Ji ber ku Bahoz Erdal dîtiye ku piştî alozîyên hundirê PKKê ew çi bike jî wî ji çav dernaxin. Karên Bahoz yên nebaş weke Mesrefên malî, jiyana wî ya taybet û zayendî nakeve rojeva PKKê. Bahoz Erdal xwe wek mîratgirê grûpa PKKê ya Enqerê dibîne. Ev kesên ku jîyê wan hatî 70 sala, di dawiyê de hewceyî çend navên ciwanên PKKê ne. Di nav van navan de yê herî diyar Bahoze. Ji ber vê sedemê ji salên 2000 an û vir ve Bahoz bi gelek jinan re pêwendîyên “li gorî PKKê qedexe” pêşxistin lê kesê nekarî hesapê ji wî bixwaze. Di van pêwendîyan de jin hatin qûrbanî kirin. Bahoz li ser wazîfeyê dimîne.

Li Rojava jî pêwendîyek bi vî rengî jîya. Berîtan Dersim (Lamîa Gultekîn) yek ji navên naskirî yên PKKê ye, ji ber nexweşiya dil şandin herêma Rojava. Li Rojava Bêrîtan ji ber sedemên ewlehiyê li cihên veşartî dimîne. Tevî ku Bêrîtan Dersim û Bahoz ji destpêka salên 2000 î û vir ve her tim dilê carna serdemên nakok re derbas dibûn. Bi rastî her dû rêveberên YJA-Star yê berê Bêrîtan Dersim û Renkîn Mêrdîn li ser “ka dê Bahoz bo kê be” navbera wan de nakoki derdiketin. Wê demê di vî şerê ser Bahzo dikrin de Renkîn Botan bi ser ket. Bêrîtan ji vê pêşbirkê hate dîskalîfîye kirin.

Lê dem derbas bû vê carê têkiliyeke pêşketî ya Bêrîtan û Bahoz destpê kir. Şervanekî pasawanê Bahoz bi navê Agît bi çavên xwe dît ku Bahoz û Bêrîtan dinava têkilîyekî cinsî ango zayendî da ne. Matmayî dibe û piştre bi rêya Whatsappê ji rêveberên YPGê yên bi navê Alî Arif û Rojhat Tatvan re raporek dişîne û tiştên ku dîtiye bi fermî radigihîne wan.

Paşê, hevalekî nêzîkê Agît jê re dibêje te baş nekiriye ku vê yekê aşkere bikî, wê Bahoz te bikuje ya herî baş xwe biparêze û Agît bi vê hişyariyê û bûyera ku dîtiye ji PKKê vediqete. Raporên ku wî derbarê vê kêşeyê da dabûn Rojhat û Arif ew jî van raporan didin berpirsê PKKê yê Rojava Sabrî Ok.

Sabrî Ok rewşê ji Cemîl Bayik re radigihîne. Di encamê de Bêrîtan bi hinceta hevdîtinê dikêşin Garê û li wir dihêlin. Cemîl Bayik Ji rêxistina jinan a PKKê PAJKê dixwaze ku Bêrîtan were bi tûndî were hişyarî kirin.

Bêrîtan yek ji navên nasyar yên PKKê ye. rûniştîvanê Ewropayê ye. Ji aliyê gelê Dersimê ve baş tê zanîn. Berê di sala 1997-1999 an de li eyaleta Dersimê rêveberî kirîye. Di sala 2007 an de bû rêveberê PJAKê. Her wiha ew dotmama Mehmed Bedrî Gultekîne endamê ergenekonê ku bi salane bi Dogu Perînçek re rêhevalê rêwîtiyê dike. Ji ber van sedeman PKKe bi hişyarî nêzîkî Bêrîtan Dersim dibe naxwaze wê bide revandin. Wê narêkin deverên nêzîkî bajaran da ku ji PKKê veneqete. Asta erka wê tê daxistin lê cizayên tund li ser wê nahên sepandin. Di asteke jêrîn de di nava şaxên jinan ên HPGê de cih digire.

Tevgera jinan a PKKê, PAJK, KJB û pêkhateyên din ên ku dibêjin em ê hemû jinên cîhanê azad bikin, li gorî rêgezên civakê yên herî roj rexne dikin, paşvemayîtir dijîn. Nikare rê li ber Bahoz bigire ku jinan weke amûrekî seksî bikar tîne. Rexmê hemû xerabîyên Bahoz jî, dîsa jin tên sûcdarkirin. Navê jinan bi xerabî tê gotin.

Mijareke pir berfireh e. di demekî pêş de em ê li ser “di nava PKKê de jin bûyîn çî ye” dîroka wê dê binivîsîn. Ev îstîsmarên jinê yên ku li derdora Bahoz Erdal pêş ketî, weke destpêkekê me nivîsand. Di nava PKKê de qirêjî û rizîbûna jin û mêran di çi astê da ye emê îfşa bikin. Di nava rêxistina PKKê de jin di bin zext û travmayên giran de dijîn.

Pustên heman beş