Hat zanîn ku Sevîm Dagdelen ku parlementera meclîsa federal a Almanyayê ye, di axaftina xwe ya li parlamentoyê de buxtanên bêbingeh li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye. Hate zanîn ku Sevîm Dagdelen îdîa kiriye ku “Di Komkujiya Şingalê de pêşmergeyan çekên Êzidiyan kom kirin da ku Êzidî bên qetilkirin.”
Di 18 ê Çile de Meclîsa Federal a Ewropayê komkujiya Êzidiyan a di sala 2014 an de weke jenosîd qebûl kir. Di rûniştina qebûlkirinê ya Meclîsê de parlamenterên Elman jî li ser navê komên xwe mafê axaftinê girtin û peyivîn.
Mîmarê gotina Sevîm Dagdelen kî ye?
Di manşeta Rojnameya PKK ê Ozgûr Polîtîka ku li Ewropayê weşana xwe dike de nûçeyek hate weşandin, nûçe dibêje Sevîm Dagdelen li Meclîsê axaftinek kir û got; “Dema ku pêşmergeyan çekên Êzidiyan kom dikirin û ji Şengalê direviyan, YPG ê gihişt Şingalê û Êzidî ji komkujîyê rizgar kirin. Lê belê tevî vê rastiyê jî navê YPG ê di reşnivîsê de cih nagire. Ev nayê qebûlkirin”
Gotina Sevîm Dagdelen a “Peshmerga çekên Êzidiyan kom kirin û reviyan” bi rastî jî hevokeke ji bo çêkirina têgihîştina ku dibêje, ‘pêşmerge bûne sedema qirkirina Êzidiyan’. Mîmarê vê hevokê ne Sevîm Dagdelen e. Ji sala 2014 an û vir ve PKK e bi awayekî sîstematîk hewl dide ku têgihiştinekê biafirîne ku pêşmerge li Şingalê bi Daîş ê re hevkarî kiriye. Di vê mijarê de bi taybetî li Elmanyayê lêkolîneke dîplomatîk hat kirin. Her wiha medya PKK ê karekî xas li ser vê mijarê dimeşîne.
Rojnameya Elmanî jî axaftina Cemîl Bayik wek “Kurd li dijî Kurd” belav kir
Di hevpeyvîna xwe ya bi Rojnameya Frankfurter Allgemeine re serokê KCK ê Cemîl Bayik got, “çekan nedin Pêşmerge bidin me, çekên ku hûn didin wan ji Daîş ê re diçin”. Bayik di heman gotara xwe de îdia kir ku “Pêşmerge ji bo ku welatên Rojavayî destwerdanê li herêmê bikin reviyan û bi zanebûn helan ku Êzidî bimirin” rojnameya Allegeminine manşeta vê hevpeyvînê weke “Kurd li dijî Kurdan” binavkir.
Cemîl Bayik tenê bi vê yekê têr nebû, di sala 2014 an de hevpeyvîna xwe ya bi Rûşen Çakir re kiribû de jî got, “Pêşmerge reviyan”
Wê demê ji aliyê Berdevkê Wezareta Pêşmerge ve li dijî Cemîl Bayik daxuyaniyek tund hatibû dayîn.
Lê belê PKK hewldanên xwe yên reşkirina Pêşmerge berdewam kirin. her wê dema ku Pêşmergê Kurdistanê sengerên şerî de parastina xak û niştiman dikir, PKK ê komek jin ku di nav wan de Sevîm Dagdelen jî hebû şandin meclîsa Elmanyayê çalakiya rûniştinê pêk anîn û bang li dewletên Rojavayî kir ku çekan nedin pêşmergeyan.
Ji wê rojê û vir ve PKK bi awayekî sîstematîk dezenformasyonên xwe yên li ser Şingal, Êzîdî û Pêşmergeyan berdewam dike.
Divê pêşmerge li dijî Partiya Çep û Sevîm Dagdelen dozê veke
Sevîm Dagdelen ji bajarê Ezîncanê ye û li Elmanyayê ji dayik bûye. Her çiqas Kurd e û bi dengên Kurdan bûye parlementer jî, ew li gel rêxistinên çepê tirkan û PKK ê têkildar e. Lê wek mîsyonerekî diplomatik yê PKK ê tevdigere. Bi vî awayî PKK piştgiriya xwe ya di hilbijartinan de dide wê. Sevîm Dagdelen erka xwe ya perlemanî li dijî Kurdan bi kar tîne.
Têkiliyên di navbera wan de yên piştgirîya dengdanê û hwd heta radeyekê tê fêmkirin, lê daxuyaniyên Sevîm Dagdelen li dijî Herêma Kurdistanê, Pêşmerge û PDK ê di her firsendê de çêdibin. Dijminatiya wê ji çepê tirk û jî pêkhateyên kûr ên li pişt wan destnîşan dike.
Di nava pêkhateyên Çep ên Elman de, beşek ji wan çepê tirk ve girêdayî ne. Çepê Tirk Herêma Kurdistanê weke organîzasyonekî netewdewleta Kurd dîbîne loma jî pirr bi tûndî êriş dikin.
Ango Sevîm Dagdelen di vî warî de amûra PKK û çepê tirka ne. Di vê postê de beşdarî di helmeta reşkirina hêzên Pêşmerge kirî ye. Heta niha Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li ser vê mijarê nesekinî ne. Bi taybetî nûnerên li Elmanyayê kar dikin û xebatkarên dîplomasî dikin ev mijar wek mijarekî asayî destgirtî ye.
Di rastiyê de her çend ev êrîş hêsan bên dîtin jî, lê piştî demekê divê ji van êrişên bêbext re bibijin bisekine. Heya ku bersiv ji van pêkhateyan re neyê dayîn, ew hê bêhtir bêsînor êrişker dibin. Ji bo vê jî divê Partiya Çep a Elman ji ber van buxtanan bê şermezarkirin û li dijî vê helwest bê danîn.
Di tenê du salên şerê li dijî Daîş ê de 1466 Pêşmerge şehîd bûn
Tişta ku li Şingalê qewimî ji bo Herêma Kurdistanê pirr zelal in. Di derbarê bûyerê de lêkolîn hat kirin. Serok Barzanî li hember kêmasiyên ku di serî de hatin dîtin helwest nîşan da. Serok Barzanî bi xwe operaya rizgarkirina Şingalê birêve bir.
Her wiha ji bo hewarçûna Şingalê fermana 2014 an de bi dehan pêşmergeyên li herêma Zûmar şehîd bûn. Tenê di heyama salekê ya navbera 2014-2016 de 1466 pêşmerge şehîd bûne. Piraniya wan şehîdan ewin yên ku bi hewara jenosîda Şingalê çû yî.
Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina jinên êzîdî hewleke mezin da û ji bo vê yekê hemû derfetên madî, manewî û îstixbaratî seferber kir. Serok Barzanî Jinên Êzidî weke “şerefa netewa Kurd” dit.
Tiştên ku li Şingalê qewimîn bûyerên tevlihev in û li Şingalê komployek li dijî Herêma Kurdistanê hate organîzekirin. PKK serperştîya vê komployê dike. PKK weke taşeronê hêzên komploger li Şingalê tevdigere û pêkhateyên xwe yên li Ewropa, Bakur û Rojava jî bi heman armancê bi kar tîne.
Gava ku mirov bi vê perspektîfê li tabloyê dinêre bi zelalî dibine ku Şagirta Yalçin Kuçik anku Sevîm Dagdelen jî komploger e. Hêzên komploger bi durûti û bêbextîyek mezin tevdigerin. Ya ku hatiye kirin jî ev e.
PKK dizane ku piştî naskirina jenosayîda Êzidiyan ji aliyê Elmanyayê ve wê projeyên nû bên çêkirin û gavên nû bên avêtin. Ji ber vê yekê jî PKK û pêkhateyên wê, li Elmanya û hemû Ewropa manipülasyona xwe ya li ser Şingalê dê zêdetir bike.