Van demên dawî, ango di vê meha dawî de, Remzî Qertal du caran di çapemeniya PKK’ê de cih girt û got “Yekane astenga li pêşiya azadiya Kurdan PDK’e ye”, di berdawamîya axaftina xwe de got, “Bi taybetî jî malbata Barzanî astengiyan li pêşiya Kurdan çêdikin, ne ku hemû PDK’e».
Li pişt van tewanên bêexlaq de çi heye?
Ev gotinên Remzî Qertal ên derbarê PDK’ê de tu bingeh bo nînin. Remzî Qertal ne ji aliyê dîrokî û ne jî di siyaseta rojane de nikare van gotinên xwe yên derbarê PDK’ê de îspat bike. Berovajî vê yekê Remzî bi çi çavî jî li PDK’ê û bi taybetî jî kevneşopiya siyasî ya Barzanîyan binêre, wê bibîne ku ev rêbaz di hebûna Kurdan a îro de xwedî cihekî pir diyarker e.
Bi rastî jî kevneşopiya siyasî ya rêbaza Barzanî tarîtiya sedsala 20 a Kurdan çirandî ye. Herêma Kurdistanê ku îro ji bû hemû Kurdan bûye stargeh, bi xêra destkeftiyên rêbaza siyasî ya Barzanî ye. Her wiha bi xwe jî îxanete ku mirov van tuhmetên bêexlaq li ser rêbaza Barzanî bike, hema tenê ji wê hozê 8000 mirov li biyabanan bi saxî hatin binaxkirin û bêserûşûn kirin.
Êdî ev bêexlaqên di bin kontrola PKK’ê de daxuyaniyên wiha didin, bûye rewşeke asayî. Beriya niha me we hizirdikir ku ev kesane rastiyê nizanin û ji ber vê yekê bi vî rengî diaxivin. Lêbelê rastî ne weke ku em difikrine. Bi taybetî ji bo Remzî Qertal qet ne kesekî nezan û xişîme. Loma jî qed ne hewce ye ku em rola malbata Barzanî ya di dîroka Kurdistanê de, ji bû Remzî Qertal vebêjin. Ji bo Remzî Qertal tiştê pêwîst ewe ku em dîroka wî ji we re vebêjin.
Cêwiyên Siyasî Remzî Qertal û Zûbeyir Aydar
Kesên ku bi siyaseta PKK’ê re eleqedar dibin, navê Remzî Qertal û Zûbeyir Aydar pir bihîstine. Aydar û Qertal ji sala 1990 ve di nava siyaseta PKK’ê ya legal de erkdarin. Ji bo em siyaseta bakur a Dije-Kurd fêm bikin pêdivîye ku em van her du zilaman baş binasîn.
Li Bakurê Kurdistanê ji dawiya salên 1980 î pêve pêlek neteweperestiya Kurd pêşket. Pêşketinên şoreşgerî ku ji salên 1960-70 an li Başûrê Kurdistanê qewimî bû, sedema bingehîn a pêkhatina vê pêla neteweperestiyê li bakûr. jenosîda Helebçe, têkoşîna Pêşmergeyan a bênavber, Raperîn û koça milyonî ya 1991 ê û misogerkirina statûya Başûrê Kurdistanê, bandor li Bakur kir û binyatê vê pêla neteweperestiyê ava kir. Di heman cewê şoreşgerî de; li qada siyasî a Bakurê Kurdistanê de jî, di bin pêşengiya Leyla Zana, Orhan Dogan, Vedat Aydin û hwd. di qada siyaseta legal de kesayetiyên xwedî siyan û karizmatik bi fikir û hestên neteweperest afirîn. Lê mixabin vê pêla neteweperestiyê hem dewleta Tirk û hem jî PKK’e bêzar kir. PKK’ê dizanibû ku ew nikare mirovên welatparêz ên xwedî hestên neteweperestiyê desteser bike. Sedemên tirsa dewleta Tirk diyar in. Lê PKK’e jî bi qasî dewleta Tirk kefte nava tayên mirinê de. Paşê, dewleta Tirk û PKK’ê bi hev re, dest bi kezaxtina evî “baskê Kurdistanî û yê Neteweperwer” kir.
Di nava destrêşka PKK’ê û faşîzma Tirk de rewşa neteweperestên Kurd
Dewleta Tirk ji sala 1991an û vir ve bi kuştinên kujerên wan nediyar û bi desteserkirinan êrîşî vê pêla neteweperestiyê kir.
Li aliyê din PKK’ê xwest vê pêla netewperest bikêşe nava xwe û wan bihelîne. Serketina hilbijartina DEP’ê ya sala 1991an, pêşketinên neteweperestiya gel ji asta PKK’ê derbas bibû. Lê nekarî xwe birêxistin bike. PKK’ê di sala 1992-93 an de weke alternatîfek li hember parlemena Başûrê Kurdistanê, di bin navê Meclîsa Netewî ya Kurdistanê (MNK) xwest vê pêlê bikêşe nava xwe. PKK’ê ev kesane bi awayekê anîn û li kampa xwe ya li nêzî Qeladizê ya bi navê Zelê kom kirin. Piştî du mehan, PKK’ê damezrandina MNK’ê ragihand. Û piraniya van kesan ji bo tanzîma gel dîsa şandin Bakurê Kurdistanê. Bi zanebûnî PKK’ê ev kesên îllagalîza bûyîn avêtin destên dewleta Tirk de. Gelek kes di girtîgehên dewleta Tirk de hatin windakirin, hinek bûn armanca rêxistinên tarî weke Hizbûl-Qontra, gelek ji wan kesan hatin zîndanî kirin. Di encamê de ew nifşê netewperest yê salên 1990 î ji aliyê PKK’ê û dewleta Tirk ve hate bêbandorkirin. Yên sax mayî jî, ji aliyê PKK’ê ve hatin tapeserkirin û ji wan hizrên netewperstiyê hatin dûr xistin. Mînak Hatîp Dîcle yek ji wan kesane yên ku ji alîyê PKK’ê tê bikaranîn. Wek mînak Leyla Zana kesayeta xwe parast ne PKK’ê û ne jî dewleta Tirk karî bû wê ji neteweperstiyê dûr bixe . Lê van her dû layena derfeta siyastkirinê ji Leyla yê sitand û bi awayekî ew ji qada siyasetê dîskalîfîye kir.
Yên vê rê de hilwaşî hebûn, yên weke şemalkê helî hebûn; li şûnda Aydar û Qertal man
Bêyî ku em fêm bikin ka nifşê neteweperest a 1990an çawa bi destê dewlet û PKK’ê hatiye pelçiqandin, bizanîn emê nekarîn rastîya mayîna Qertal û Aydar di nava PKK’ê bizanîn. Mîna sitrana hûnermendê Kurd yê mezin Ehmed Kaya dibêje; “Yên vê rêyê de hilwaşî hebûn, yên weke şemalkê xelî hebûn”.
Û li şûnda yên ku li Belçîkayê di bin per û baskê PKK’ê de êrîşî Kurdan dikin yên wek Remzî û Zûbeyir hebûn.
Bi rastî jî Zûbeyir Aydar û Remzî Qertal li ser destkeftên vî karwanê neteweperastan ji xwe re dijîn û rantê wî dixwûn.
Wan Xiyanet li despêka xwe û hevalên xwe re kirin
Aydar û Qertal li hemberî hemû xerabiyên PKK’ê bêdeng man û ji bo xwe sîstemekî jiyanê ava kirin. Bûne ebdên PKK’ê û pêşî jî malbatên xwe ji hev belav kirin û neheqiyên mezin li kes û karên xwe kirin. Paşê jî wek kêmendamên siyasî yên PKK’ê tevdigerin. Ji wê demê û vir de ew bûne şivik di destê PKK’ê de û wan bi kar tîne. Ev 20 sal in li paytexta Belçîka Brukselê li kolana Jean Stass li avahîya KNK’ê her kes tê û diçe. Qertal û Aydar jî bi talîmata rêveberên PKK’ê yên wek Nîlûfer Koç, Adem Ûzun, Mizgîn Amed (Aynur Hûlakû), Sûlbûs Perî (Güleser Teğin) li wê avahiyê bi fermanên wan rûdinin û radibin.
Her çiqas Aydar û Qertal banga, berxwedan, nirxdayîn û qehremaniyê bikin jî, lê belê yên li ser wan nirxan bêheya rûniştî û xîyanet li hevalên xwe kirî ew bi xwe ne. Ew rastiya tasfiyekirina Leyla Zana, bi xayîn navkirina Yaşar Kaya û Abdurrahman Dûrre, qetilkirina Hikmet Fîdan û Kanî Yilmaz (Faysal Dunlayici) baş dizanin. Ew şirîkê PKK’ê ne ji bo tasfîyekirina wî nifşê neteweperest.
Di bin çengê PKK’ê de êrîşî PDK’ê bikin û ji dewleta Tirk jî meaş bistînin
Hemû tişt li alîyekê lê Qertal û Aydar Îtiraf û gotinên Evdila Ocelan ên ji dewleta Tirk re kirî, baş dizanin. Lê dengê xwe dernaxin. Heya niha jî ew bi hêviyên dewleta Tirk dijîn. Ji dewleta Tirk meaş distînin. Di sala 2015 an de ji bo li meclîsa Tirkiyeyê bibin parlementer serlêdan kirin. Ger ew bihatana hilbijartin, wê li ser namûsa xwe sond bixwarana ku yekîtî û yekparçebûna Tirkiyeyê biparêzin. Niha rabûne û behsa bidawîkirina dewleta Tirk dikin. Eger Remzî Qertal ew qas welatparêz e, bila pêşî rola PKK’ê ya di qetilkirina Sakîne Cansiz de vebêje.
Remzî Qertal û Zûbeyir Aydar sindoqa reş ya kiryarên PKK’ê yên qirêj li Ewropayê ne. Ew şirîkên hemû kiryarên tarî yên PKK’ê ne. Bi PKK’ê re beşdarî dawîkirina ruhê welatperwerî yê sala 1990 î bû. Di bin navê Tirkbûnê de beşdarî hilweşandina ruhê Kurdistanê bû.
Em behsa jiyana wan a şexsî, zewica wan,têkilîyên wan ka çawa ji aliyê PKK’ê ve hatine veşartin nakîn.
Ew Remzî Qertal ku heya qirika xwe noqî gunehan bûyî, bêrêzîyê li malbata Barzanî ya ku xwedî hezaran şehidin û PDK’ê ku ev nêzî sed sala ye barê doza Kurd hildaye ser milê xwe dike. Ev hewlên Qertal tenê ji bo veşartina xîyaneta PKK’ê ye. ji ber ku ew jî ji wê xiyanetê ye. Ger em hewce bibîn dê defterên Qertal û Aydar yên veşartî yek bi yek vekin. Ji ber vê sedemê divê ev her du serzopitkên PKK’ê, pêşî sînorên xwe bizanibin.