Gelo Vîyan Soran qurban e an jî qehreman?

Gelo Vîyan Soran qurban e an jî qehreman?

Gava ku hûn li ser înternetê navê Vîyan Soran binivîsin, dê sernavek wiha “Vîyan Soran rûpelek nû di dîroka berxwedanê de vekir” derkeve û berdewamî de bibêje “Em helwesta Vîyan Soran ji xwe re esas digirin”

Vîyan Soran kî ye?

Jineke temen 25 salî bû, li pesarê çîyayekê di zivistanekî sar û seqem de xwe şewitand. ji bo çi; protestokirina “tecrîda” li ser Ocalan? ev jin hem di rêveberiya jor a PKK ê û hem jî ya PAJK ê ya ku dibêje em ê jinên cîhanê azad bikin de cih digirt.

Di komîteya navendî yên her du partîyan de cih digirt. Lê xwe dişewitîne. Pişt re jî PKK e vê jina belengaz a ku ji bê çaretîyê xwe şewitand, weke “lehenga berxwedanê ya mezin” dest nîşan dike.

Ev hemû derew in. Vîyan Soran; ji ber bêçareyî yê, tepaserkirin ê, nizanîbû dê çawa ji vê gerdelola derûnî  û hestên tewanbar û hwd rizgar bibe, loma xwe şewitand. Bi dehan hevalên wê jî heman tiştî dibêjin.

Amûra propagandaya PKK ê

Vîyan Soran piştî şerê PKK û YNK ê yê 2000 ji bo propagandaya li dijî eşîra Caf bike pirr derxistin pêş. Ji ber ku jinek bi dîsîplîn bû û guhdarî rêxistinê dikir PKK dixwaze erka wê hinekî din mezin bike. Erkên ku Vîyan nikare bimeşîne li ser wê hatin sepandin.

Kadroyên ji Başûrê Kurdistanê ku di sala 1991-93 an de tevlî PKK ê bûyî gav bi gav ji PKK ê veqetîyan. PKK li hemberî van layanên başûr Vîyan Soran derdixe pêş. Ligel vê ji ber duristî, pakî û sadebûna wê barê wê yê rêxistinî girantir dibe.

Vîyan ji ber berpirsyariya xwe di bin streseke mezin de dijî. bila ez layiq bibim û tu xeletiyan nekim li ser xwe otokontrol dikir. Hevalek wê wiha digot: “Ew di bin stresek giran de dijîya ku xwedî rûyekî zelal bû lê ji ber vê stresê rûyê wê teşî pirzik bibûn. Bi şev dema razayî diranên xwe sîqandin.”

Ew fêr bû ku hestên xwe tawanbar bike

Vîyan Soran sala 2003 an de di dema nakokiyên siyasî-rêxistinî yên di nava PKK ê de weke şivikekê di destê grûpa Cemîl Bayik û Mustafa Qarasû de bû. Di nava komîteya ji nû ve avakirina PKK ê de ku ji aliyê Ocalan ve hatiye wezîfedarkirin, cih girt. Ji Vîyana 20 salî tê xwestin ku cihê pevçûn û xirbeyên kadroyên PKK ê yên 30-40 salî paqij bike. Vîyan di nava van nakokiyên navxweyî de di tangasîyên mezintir de dijî. Lê bi demê re ewê dît ku kesên ku di nava PKK ê de mane ji bilî wêrankarîyê tiştekî din nakin. Murat Qarayilan hewl dide wê bikşe aliyê xwe û Cemîl Bayik jî hewl dide wê bikişîne aliyê xwe. Dema Vîyan PKK’eyîyên mayî rexne dike, yekser ew dibe armanç. Ew bi fermana Cemîl Bayik Ji aliyê Elî Heydar Qaytan ve wek “tasfiyekarê veşartî” tê pêşandan. Vîyan rûyê xwe ber bi tevgera jinên PKK ê ve dizivirîne, lê kes tune ku destê Vîyana bêsemyan bigire.

Ji bo jineke 20 salî û ji realîta rêxistinê dûr, jixwe pêvajoyeke giran e. Vê carê Vîyan hewl dide ku ji siyasetê derkeve û ew evîndar dibe.

Vîyan di nava PKK ê de ku di temenê xwe yê biçûk de tevlî bibû, weke jin bi hebûna xwe hesîya. Hest û hisên xwe nas kirin. Lê belê PKK e evînîyê, zayendîtî û eşqê weke “ketîbûn” pênase dike. Pirsa sereke ya Vîyan ev e: “Gelo ez bi rastî mirovekî ketî me?”.

Vîyan tûşî sendroma jihalketîn ê dibe

PKK ê ji bo berjewendiyên xwe erkên ewqas giran li ser vê jinê sepandin, di demekî de ku ev jin tenê dikare berpirsyariya xwe rabike. Ji ber vî barê giran Vîyan Soran tûşî sendroma jihalketinê bû.

Ji aliyekê ve alozîyên PKK yên ku ewqas propagandaya wê dike dibîne û ji alîyeke din ve jî rizîbûn û hesûdîya jinê dibîne. Ji aliyê din ve ji ber hestên xwe yên jinatiyê ji xwe diqehire û hêrs dibe. Di encamê de êdî wê nema karîbû bijî. Wê Jiyan xerab didît û ew ber bi mirinê ve meşiya. Nameyên ku wê têde pesnên Ocalan dida jî di temenê ciwanîya wê de, di encama tengazarîya wê ya rûhî û ji haletên hîsterî bû.

Çîroka Vîyan Soran pirr zelal e. Ger li çiyê jineke temen 24 salî, çek bi dest be û gelek pile û postên rêveberiyê li ser bin û ew xwe bişewitîne, li wir jineke ji jîyanê tengezar bûyî heye, ne qehremanek.

Vîyan qurban e

Vîyan Soran di nameya xwe de dibêje: “Ez lêborîna xwe dixwazim ku min ev çalekî dereng kir.” Dişibihe wê ku hin dibêjin ez “poşmanim” ku ez hinde wext jîyam û min ev qas xerabî dîtin. Her rêzek ji wê nameyê rewşa jineke ciwan a tengezar vedibêje.

Di encam de ferqa xweşewitandina Vîyan Soran û jineke ku ji ber pirsgirêkên civakî,malbatî xwe dişewitîne, nîne. em dikarîn ji bo xweşewitandina jina civakê bibêjîn bêzanist bû,ne xwande bû ji bêçareyî xwe şewitand. Lê belê ji bo rêveberekî PKK-PAJK ê ku bi îdîaya rizgarkirina hemû jinên cîhanê tevdigere, îzaha xwe şewitandinê nîne. loma jî Vîyan ne qehreman e ew qurban e.

PKK ji ber ku di nakokiyên navxweyî yên di sala 2003-2004 an de di jiya û xwe komîserhev nekiri bû. Ew çîrokên qehremanîyên kevin nedikarî nivşê nû û kadroyên PKK yên kevin moralîze bike. Loma Pêwîstîya PKK ê bi lehengek nû hebû. Ya rastî ew kesên ku diviya ji xwe pirsîba gelo “Me çi kir ku vê keçikê ji xwe re mirin hilbijart” berevajî vî deynê wijdanî bi dirûşmên “Vîyan rêya rast nîşanî me da, em li pay wê biçin” diqêrîn.

Dema ku Vîyan sax bû wek amûreke propagandayê dihat bikaranîn. Wê jîyana xwe ji dest da dîsa jî tê bikaranîn. PKK çi bike bila bike, çi qas sloganan biqîre jî, di dawiyê de kesên li derdora wê dê dibêjin, “Vîyan êdî nekarî di tengezarî de bijî, nekarî PKK ê re bijî û nekarî ji wê veqete jî û di encam de xwe şewitan.”

Bi hezaran derew û propaganda jî nikarin rastiya qurbanîbûna Vîyan Soran veşêre.

Pustên heman beş