Gurên kurdan û kurdên resen

Gurên kurdan û kurdên resen

Derbarê karesata Şengalê pirr babet, çîrok û serpêhatî hatine vegotin, lêbelê gomana ku vê karesatê bi xwe re anî bi dawî nekir, gelê kurd tevî ku 9 sal derbasbûn heya roja me ya îro dipirse “Qey dikarîbû pêşî li fermanê bê girtin”?!, aliyê ber bi çav yê bûyerê DAIŞ bû û emê behis nekin, lê aliyê tarî gurên kurdan bûn, bi muhra wan qetilama ku êzdî jê re dibêjin “fermana 73an” pêkhat.

“Darka Mazî” agahiyên taybet derbarê demên berî fermanê û bûyerên vê fermanê li pey xwe hiştî bi dest xistine, ku hûnê di vê nivîsê de ji bo yekem car bibihîzin.

Li şeva 3 Tebaxa 2014an li dema terorîstên DAIŞê ber bi şengalê ve diçûn, PKK’ê hêzên xwe seferber kirin, ne ji bo pêşî girtina li terorîstan û rizgar kirina Êzdîyan ji helaketê, lê ji bo ku pêşmergeyên Kurdistanê asteng bikin, pêşmergeyên ku li yekemîn deqeyên vê karesatê li hawara Şengalê û şêniyên wê de çûyn.

Dem berbanga sibê ya 3î Tebaxa 2014ane, fermandar Seîd Kêsteyî bi hevaltiya fermandarên pêşmerge Aştî Koçer û Mihemed Îsê û 400 pêşmergehan re, her wiha bi berpirs û heyeta liqa 17 a PDK’ê re, li ser fermana Serok Barzanî ji Sihêla ber bi Rojava Kurdistanê ketin rê, Serok Barzanî ji vê hêzê re got ku di bin her şert û mercekê de divê hûn bikevin çiyayê Şengalê û gelê me yê êzdî ji helaketê rizgar bikin.

Rîya vê hêza pêşmergehan pêşabûr bo Rojava Kurdistanê û piştre bo çiyayê Şengalê bû, ew ketin rê û dema ku gihîştin gundê Al-Welîd li ser sînor, PKK’ê pêşî li wan girt û nehişt derbasî Rojava bibin, ev hêza pêşmergehan 48 saetan li wir man.

Hêza pêşmergehan ku ji sihêla di aliyê Pêşabûrê re ber bi Rojava ve çûy bi fermandarîya van pêşmergehan bû:

  • Seîd Kêsteyî.

  • Aştî Koçer.

  • Mihemed Îsê.

  • Her wiha fermandarê bi navê Babê Dûrkes karên lojîstîk yên vê hêzê li Sihêla birêve dibir.

Bavê Dûrkes ji Darka Mazî re dibêje: “hêza pêşmergehan ya ku ji sihêla ber bi rojava ketiye rê li sînor asê ma, du roj derbasbûn ji nû ve PKK’ê rê vekir, ew du roj bûn gelê me yê êzdî rastî qetilamê dihat, PKK’e li sînor nesekinî û piştî ku pêşmerge derbasî Rojava bûy çekdarên PKK’ê dîsa li nahiya Cize ev hêza pêşmergehan bo dema 24 saetan asteng kirin, pêşmergehan dikarîbû di van sê rojan de bi sedan Êzdîyan ji mirinê rizgar bikin, ne ji PKK’ê baye me dikarîbû bi rengekî pêşiyê li qetilama Êzdîyên Şengalê bigrin”.

Fermandarên PKK’ê yên ku pêşmerge asteng kirîn ev bûn:

  • Egîd Civyan Oremarî – di 11ê îlona 2020an de li Mêrdînê hatîye kuştin. Ew kesê yekem bû.

  • Azad Dêrkî – Berpirsê PYD’ê.

  • Adar – Fermandara Baskê jinan yê PKK’ê.

  • Soran – Cêgirê berpirsê PYD’ê bû. Niha veqetiyaye û li Germîyan e.

  • Mazlûm Ros – Berpirsê Îstixbarata PKK’ê bû.

DAIŞê neşkînin, PDK’ê bişkînin

Berî ku DAIŞ bikeve di Şengalê de, PKK’ê pîlan ji boy kontrol kirina çiyayê Şengalê danîbû, DAIŞ ji boy PKK’ê alîkar bû ku ev pîlana wan were cî bi cî kirin, bavê Dûrkes dibêje: “plana PKK’ê a vekirina rîya çiyayê şengalê û rizgarkirina Êzdîyan tune bû, çekên giran bi pêşmergehan re hebûn, PKK’ê di karî alîkariya pêşmerge bike, lêbelê piştî ku 3 rojan wan pêşmerge asteng kirî ji nû ve rîya Dugurê vekir, pêşmerge erka parastina wê rîyê û derbasbûna Êzdîyan hilda ser milê xwe, PKK’e jî derbasî çiyayê Şengalê bû û li cîhê ku xema Êzdîyan sivik bike ku rastî qetilamê hatibûn, ewan DAIŞ jibîr kir û ji Êzdîyan re go ku PDK’ê îxanet kir, PDK’ê hûn firotin û ji Êzdîyan re nego ku wan ew pêşmerge 3 rojan asteng kirin yên ku di xwestin we rizgar bikin”.

Pêşmergeyên operasyonên taybet û yekîneyên PKK’ê li geliyê Kersê

Tevî astengên PKK’ê, hêza 400 kes ya bi fermandariya Seîd Kêsteyî gihîştin çiyayê Şengalê, wan rîya Êzdîyan vekir û alîkarî jî dan êzdîyên ku li çiyayî mane.

Qûnaxa duyemîn ya plana fermandarîya giştîya pêşmergeyên Kurdistanê, şandina hêzeke 30 kesî ya pêşmergeyên operasyonên taybet bû ji boy çiyayê Şengalê.

Li roja 9 Tebaxa 2014an ev hêz bi fermandariya bavê Dûrkes ketin rê, erka vê hêza pêşmergehan ewlekirina cîhê hêzên taybet yên Amerîkî bû ku di xwestin li çiyayê Şengalê bi cîh bin.

PKK’e bi hatina vê hêza pêşmergehan dizane, her di zû de yekîneyên xwe şandin geliyê Kersê û xala kontrola rê li wir dan, wexta pêşmerge gihîştin geliyê Kersê li xala kontrola rê ya PKK’ê nesekinîn û derbasî çiyayê Şengalê bûn.

Hêza 30 kesî ya pêşmergehan gihîşt serê çiyayê Şengalê ku li wir fermandar Aştî Koçer li bendê bû, di van kêlekan de yekîneyên PKK’ê yên ku li geliyê Kersê di xwestin wan asteng bikin serketin çiya û ji pêşmergehan re go: “hûn çima li nuqteyên me nesekinîn û bê fermana me derbasî çiya bûn”!

Li wir pevçûn û şere dev çêbûn û pêşmergehan ji yekîneyên PKK’ê re go ku ev der axa meye û tekane hêza nemeşrû ya li vir PKK’e ye.

Du saet derbasbûn piştre hêza komando ya Amerîkî gihîşt serê çiya.

PKK’ê erzaqê ku gihîştî serê çiyayê Şengalê ji xwe re bir

Di navbera 3 heya 9 Tebaxê de du caran alîkariyên xwarin, derman û çek bi rîya pêşmergehan û Emerîkîyan gihiştin çiyayê Şengalê, fermandar bavê Dûrkes dibêje: cara yekê pêşmergehan alîkariyên Dezgehê Xêrxwazî yê Barzanî birin çiya û PKK’ê hewl da bo xwe bibe, lê pêşmergehan nehişt, lêbelê erzaq û alîkariyên ku Emerîkîyan bi rîya pereşotan bo gelê êzdî ji balafiran avêtin, PKK’ê piranî ji xwe re bir û tenê hinek ji Êzdîyan re hişt.

Pêşmergeyên ku di şengalê de bûn bi ku de çûn?

Mijara ku pêşmergeyên berî 3î Tebaxê di şengalê de bûn bi ku de çûn, hêjan jî bi başî nehatîye zelalkirin, PKK’e jî hêjan pirobagindeye dike û ji Êzdîyan re dibêje ku pêşmerge revîyan!.

Pêşmergeyên ku berî 3î Tebaxê erka wan li Şengalê hebû, ji hêzên “Qasim Şeşo, Qasim Smêl û hêza Seîd Çelkî û Emîd Simê” û hinek pêşmergeyên din pêkdihatin, çekên giran bi wan re nebûn, ew bi Êzdîyan re derbasî çiyayê Şengalê bûn.

Bavê Dûrkes ku ev bûyer hemû bi çav dîtine û hinek jê bi kamîra mobîla xwe wêne kirine, ji “Darka Mazî” re çîroka vekirina rîya çiyayê Şengalê û rizgarkirina Êzdîyan vedibêje.

Fermandariya serê çiyayê Şengalê

Piştî vekirina rîya çiyayê Şengalê di “Dugurê” re û rizgakirina beşekî Êzdîyan, pêşmergeyên ku ji şengalê bi Êzdîyan re çûbûn çiya û pêşmergeyên ku ji Sihêla gihiştine çiya, fermandarî yek pêkanî û bi vî awa:

  • Qasim Şeşo.

  • Qasim Smêl.

  • Seîd Çelkî.

Erka vê fermandariyê du xalên sereke bûn, ya yekem wê çawa xelkê êzdî rizgar bikin û xala duyemîn jî rizgarkirina axê ye.

Erk bi vî awayî hatin dabeş kirin:

Qasim Şeşo – Fermandarê giştî.

Qasim Smêl – Berpirsê bakurê Dugurê û Sinûnê.

Qasim Dirbo – Berpirsê mîhwerê Qîbla Şengalê.

Aştî koçer – Berpirsê têkilîyên bi gelê Şengalê re.

Bavê Dûrkes – Berpirsê lojistîk yê tev enya şer.

Yekem mîsyona vê fermandariyê gihandina tîmeke dixtoran û alîkariyên derman û xwarnê bû ji bo çiyayê Şengalê, bavê Dûrkes ev erke bi cîh anî û yekem tîma dixtoran û erzaqî ji Duhokê bi serpiriştiya Pêşmergeyekî bi navê “Mûsa” gihîşt çiyayê Şengalê, lêbelê li gel gihiştina vî karwanê alîkariyê PKK’ê ji pêşmergehan re go emê bi tu awayî rê nedin ev alîkarî derbasî çiya bibin, yan hûnê teslîmî me bikin û emê bibin çiya yan jî hûnê bi tu awayî derbas nebin.

Fermandarên pêşmerge li vir rastî du bijardeyan hatin, yan wê li PKK’ê bixin, yan jî wê bi mercên wan razî bibin û barê alîkarîyan teslîmî wan bikin.

Bavê Dûrkes dibêje: “pêşmergehan li ser fermana Serok Barzanî biryar dan bi tu awayî şerê PKK’ê nekin û rizgarkirina êzdîyan erka wan ya sereke be”.

Piştî van bûyeran fermandarê pêşmerge bavê Dûrkes bi du pêşmergeyên din re bi navên (T. E) vedgere Sihêla ji bo ku alîkariyên zêdetir û çekan bişîne çiyayê Şengalê.

Bavê Dûrkes dibêje: îro 9 sal derbasbûn û hêjan li medyayê daxuyaniyên hinek aliyan dibînim ku sipasîya PKK’ê dikin ku çûne çiyayê Şengalê, bi ya min heger ew ji bo alîkariya Êzdîyan biçûna em jî da ji wan re bêjin spas, lê ya rast alîkariya Êzdîyan di rojeva PKK’ê de nebû, emê vê bi belge û delîl ve zelal bikin:

Piştî komkujiya Şengalê PKK’e bi ku de çû û çima şerê DAIŞê nekir?

Piştî rizgar kirina piraniya Êzdîyan û gihîştina wan bo parêzgeha Duhokê, fermandariya pêşmerge pilana rizgarkirina axa Şengalê dana û yekem car pêşmerge ji Qesrîcê bo Zumar êrîşî DAIŞê kir, ber bi gundê herdan li rojhilata çiyayê Şengalê ve çû, di vî şerî de pêşmergehan dehan şehîd dan, lê PKK’e li ti cîhekî xweya nebû!.

Piştî sê rojan hêzeka din ya pêşmergehan ji nahiya Rebîe ber bi Sinûnê ve çûn û dîsa DAIŞ têkbir û heya gihiştin çiyayê Şengalê, dîsa PKK’e xweya nebû!

Wexta Serok Barzanî li serê çiyayê Şengalê mizgînîya rizgarkirina çiyayê Şengalê ragihandî, dîsa PKK’e xweya nebû, piştre bi salekê bajarê Şengalê hat rizgar kirin dîsa PKK’e xweya nebû!

Ya rast di wan demên PDK’ê û pêşmergeyên Kurdistanê tev hêzên xwe ji boy rizgarkirina Êzdîyan û xaka wan seferber kirîn û şerê hovanetirîn rêxistina terorê li cîhanê hilday ser milê xwe, PKK’ê rêxistinên xwe seferberkirin û avêtin nava jin û zarokên Êzdîyan de û hewla şûştina mejîkê wan dikir û ji wan re digo PDK’ê îxanet li we kir!.

Pêşmerge Şengal rizgar kir piştre PKK’ê dagîr kir

Pêşmergeyên Kurdistanê Şengal rizgar kir û piştre PKK’e hat dagîr kir û nehişt awareyên êzdî ku hêjan di kampan de ne vegerin warên xwe, PKK’e dibêje hêjan karê me di Şengalê de xelas nebûye, ya rast karê wan hêjan li wir maye, PKK’e niha beşekî “Mihwerê Miqawemê” ye û bi fermana Îranê di Şengalê de hewla çêkirin û parastina hîlala Şîe dike, zarokên Êzdîyan di revîne û bi destê artêşa dewleta tirk dide kuştin, bi kurtasî ya ku PKK’e niha li Şengalê dike dewama fermanê ye, tişta ku DAIŞê nekirî PKK’ê kirî ye, ji ber van sedeman di vê kurd ji PKK’ê re nebêjin spas.

Gelê êzdî ji her kesî baştir dizane kê ew parastin, her wiha baş dizane kê nehişt ew werin rizgar kirin, dizane jî kî bûn rêya çiya vekirî û alîkarî û çek gihandin çiya, ew ji her kesî baştir dizanin yên ku pêşmerge li sînoran asteng krî û nehiştîn di hewara wan biçin kî bûn, propagandayên PKK’ê yên derew yêk bi yêk ji boy gelê êzdî îfşa bûne, ji ber vê êzdî ji PKK’ê re nabêjin spas.

Xwandevanên xwe yên bi rûmet agahdar dikin ku emê li rojên pêş me çîrok û serpêhatîyên rast yên bûyerên Tebaxa 2014ê parve bikin, her wiha emê agahiyên herî taybet parve bikin û emê diyar bikin bi çi awayî PKK’ê rê ji boy qetilama gundê Koco jî xweş kir.

Li benda me bin…

Pustên heman beş