Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi telefonê axivîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu re axivî û diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye di erdhejê de alîkariya Tirkiyê bike.

Di erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an de ku navenda wê Bazarcix û Elbistana navçeyên Mereşê bû û li 10 parêzgehan xisareke mezin çêkir, hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane derket 4 hezar û 544an û 26 hezar û 286 kes jî birîndar bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî ya bi Çavuşoglu de sersaxî ji malbatên kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane re xwest, ji birîndaran re şîfa xêrê xwest.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandiye ku “Herêma Kurdistanê amade ye alîkariya mexdûrên erdhejê bike.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkariyan.

Pustên heman beş