Nûçeyek dil bi êş ji Dîlokê

Islahiye gaziantep (2)

Her ku diçe wêranî û mirina ku erdihejên 6 sibatê bi xwe re anîn pêtir xweya dibin, hejmara qurbanîyan li Bakurê Kurdistanê bilind dibe, şaredara Dihokê dibêje: “Nîvê nîştecîhên bajarokekî parêzgehîya wan ku hejmara wan 60 hezar kesin, wendane”.

Seroka şaredariya bajarê mezin a Dihokê li Bakurê Kurdistanê Fatîma Şahîn, di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand, ji ber erdihejê nîvê 60 hezar welatiyên bajarokê “Islahiye” yê girêdayî Dihokê windane û em nizanin çi hatiye serê wan.

Her wiha got: “Em êşeke mezin dikşînin, rêyên Dihokê hemû hatine girtin ji ber ku hinek ji wan hilweşyane, pêdiviya me bi alîkariyên lezgîn ên wek xwarin, av, betanî û kon heye.

Her wiha destnîşan kir, herî kêm milyonek kes bi şev li kolanan li ber sermayê radzên.

Islahiye gaziantep (3)

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû herêm hejand û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kes.

Pustên heman beş