HDP’ê bi peyvekê jî behsa alîkariyên Weqfa Xwêrxwazî ya Barzanî nekir

HDP’ê bi peyvekê jî behsa alîkariyên Weqfa Xwêrxwazî ya Barzanî nekir

Êşa her du erdhejên Mereşê dilê me şewitand. Bi hezaran mirovên ku dikaribûn bên rizgarkirin di bin herifteyan de qerisîn. Herî kêm 80 hezar kes hîn jî di bin herifteyan de mane. Dilê me dişewite, em li paşeroj, îro û pêşerojê dinerin û di fikirîn Çi bûye û wê çi bibe?

Vê felaketa erdhejê qelsiyên avahîyên bê zanist a hendesîyê hatî çêkirin raêxist ber çava. Ango, kerseteyên ku xanîyan xweşik dikin seramîk, metbex û saunayên mezindi van avahiyan de hebûn, lê bê stûnên xweragir bûn û herifin. Di vî karî de dizî hebû, rant hebû, bêhişbûn hebû.

Vê felaketa erdhejê bi qasî rastîya bînesazîyan rûyê sîstema îdarî jî eşkere kir. Têgeha hemasetê, Slogan û qederê jî mîna avahiyan ji ber ku bêbingeh bûn hilweşîn.

Sîstema nijadkuj a dewleta Tirk ya 100 salî jî di bin xirbeyan da ma.  Bi taybetî jî ev yek ji bo Kurdan wiha ye. Di nava van hemû kavilên erdhejê de çiyayekî ku Kurd xwe bispêrinê derket holê. Ev jî kevneşopiya siyasî ya Barzanî bû. Kevneşopiya siyasî ya Barzanî her roj sloganan naqîre, her roj çîrokên qehremantiyê ji me re nabêje, her roj li ser kar û xebata xwe tasarûfê nake, her roj dernakeve û li ser ekranan hemasetê nake. Lê gava hewce bike, ew berî her kesî diçe hewarê. Êdî kurd vê dibînin: Her kes şîara diqîre lê Barzanî bi hewarê diçe. Rastî bi kurt û Kurmancî ev e.

Serok Barzanî ji bo alîkarîyan rêke Efrînê û bajarên din ên Rojava dîplomasîyek mezin meşand

Di yekem roja erdhejê de Weqfa Xêrxazîya Barzanî ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê li pêşîya welatên dewlemend û zilhêz li hewarê çû. Ne ku pirr Îmkan û pereyên vî dezgehî hebûn, lê belê tiştekî ji hemû îmkanan mezintir li ba Weqfa Xêrxwazîya Barzanî hebû ew jî; mirovhezî, dilekî mezin, rûhekî mezin, berpirsiyariyek mezin û welatparêziyek mezin hebû. Kevneşopiya hevgirtinê ya rêbaza Barzanî li ser hatiye avakirin. Weqfa Xêrxwaziya Barzanî li ser vê felsefê û vê kevneşopîyê bi erk û karên xwe radibe.

Serok Barzanî ji bo alîkarîyan rêke Efrînê û bajarên din ên Rojava dîplomasîyek mezin meşand. Agahiyek heye ku kevneşopiya siyasî ya Barzanî hemû derfetên xwe yên dîplomatîk û şexsî ji bo şandina karwanên alîkariyê bikar aniye, weke wê dema ku Pêşmerge ji bo Kobanî di sala 2014 an de hatî rêkirin. Tê gotin ku di vî warî de daxwaz ji Emerîkayê, heta ji Erdogan jî kiriye. Di van hewlên bêhempa de ne armanca siyasî, ne rant û ne jî gotinên îdeolojîk hene. Ji bo Kurdan û gelên li Kurdistanê dijîn tenê armanceke mirovî heye.

Vê erdhejê maskeya HDP ê xist

Ji bo kevneşopiya Barzanî, jiyana mirovan û hevgirtina mirovî ji axaftinên îdeolojîk û siyasî birûmetir e. Em dizanin ku vê erdhejê maskeya HDP ê jî xist. Em dikarin bibêjin ku civaka Tirkiyeyê jî hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgehê Xêrxwazîyê Barzanî taqdîr kir, lê mixabin rêveberiya HDP ê weke ku Barzanî li Amed, Adiyaman, Pazarcik, Elbîstan, Hatay, Dîlok û Meletiyê tuneye tevdigere.

Parlementerê HDP ê yê Stenbolê Garo Paylan ji ber ku kesekî ermene piştgirî da tîma hewarhatinê ya Ermenîstanê û ew koordîne kir û hembêz kir, lê bi dehan parlamenterên kurd ên HDP ê û bi dehan rêxistinên parêzgehan xwestin vê piştgirîya dezgahê Barzanî yên Herêma Kurdistanê veşêrin. Xwestin ew destê alîkariyê ku dirêjî Kurdên Bakur kirî, nehê dîtin. Xebatkarên çapemeniyê yên PKK ê ku li Bakurê Kurdistanê bi dehan navên cuda dîmenan dikêşin, ji bo ku di dîmenên wan de logoya Dezgahê Xêrxwazîya Barzanî dernekeve hewldaneke taybet didin. Televîzyonên Tirk ên faşîst jî vê înkarê dikin, medya PKK jî heman tişt dike. Li rexmê vê jî gelê Bakurê Kurdistanê di rojên dijwar de rastî dît.

HDP ye pêveka îdeolojîk a PKK ê, di dema erdhejê de jî hevgirtina kurdan nexwest û bi pêkhateyên din ên kurdan re nekarî bibe yek. Dema mirov di bin xirbeyan de bin, li derve û di nava sermaya cemedê de bêsitare bin, cenaze bê kifin bên definkirin hevgirtinê çênakin, lê piştî çend mehên din ev pêkhateyên PKK ê wê behsa hevgirî û yekîtîya netewî bikin. Yên di nava vê karesata mirovî de jî nexwazin xebatên Dezgahê Xêrxwazîya Barzanî bibînin gelo dê rûyê wan çawa bigire ku behsa Yekîtîya netewî bikin.

Pervîn Buldan bi Kiliçdaroglu re li hev dicive, lê bi telefonê jî be, bi serokê Dezgehê Xêrxwazîya Barzanî  berêz Musa Ehmed re na axive. Gelo niha ev Kurd in an jî mirov in? Dema ku bi hezaran cenaze li erdê bin jî, ev taife li berjewendiyên siyasî digerin, bi îdeolojîk tevdigerin û propagandayê dikin dixwazin ji vê karesatê sûdê wergirin.

sîyaseta HDP û PKK ê ya dijî Başûr jî di bin xirbeyan de ma

Yekitiya kurdan ne tişteke ku di navbera çend nûnerên PKK û yek-du partiyan de bê kirin e. Yekîtîya Kurdan di bin her şert û mercên jîyanê de weke erdhej, lehî û karesatan de tê kirin. Biratiya gelan jî tenê, di hilbijartinan de deng xwestin û ji bo dabeşkirina kursiyên parlamentoyê nahê kirin. Biratiya gelan ew e ku dema hewcedariya wan hebe hevkarî bikî û tasek şorbe parvebikî.

Bila kes qisurê mêze neke, lê ew sîyaseta HDP û PKK ê ya dijî Başûr jî di bin xirbeyan de ma. Bi pratîkî hat dîtin ku mirovahî, jiyan, Kurdistanî û Kurdistanîbûn ji wan axaftinên îdeolojîk ên şûlî mezintir e.

HDP û dîvelokên wê di vê erdhejê de jî nîşan da ku ew ne Kurdistanî ne

Em ji bîr nekin ku ev erdhej ne erdhejeke asayî ye, wê ji bo Kurdan guhertinên siyasî, civakî û demografîk bi xwe re bîne. Kurdên Elbîstan, Pazarcik, Mereş, Adiyaman, Meletî û navçeyên wan ên ku bi dehan sal in li dijî asîmîlasyonê li ber xwe didin, dibe ku bi vê erdhejê re werin şikandin. Divê em kurd jîr bin, divê dûr û dirêj li pêşeroja vê herêma Kurdistanê binêrin. HDP û dîvelokên wê di vê erdhejê de jî nîşan da ku ew ne Kurdistanî ne. Armanca wan tenê xurtkirina cihê xwe ye. Ew jî li ser şopa Recep Tayyip Erdogan dimeşin û di fikirin ka dê çi di vê erdhejê de li ber wan bikeve.

Çawa ku Erdogan ji Weqfa Xêrxwazî ya bi navê Ahbap nerazîye û hewl dide wê hilweşîna, PKK û alîgirên wê jî ji Dezgehê Xêrxwazîya Barzanî bêzar in û li dijî vî dezgehî propagandayên nebaş dikin.

Belê, ya rast ev e ku vê erdhejê dewleta Tirk a kolonyalîst di bin xirbeyan de hişt. Her wiha peyvên îdeolojîk ên PKK û HDP ê û polîtîkayên wan yên tirkkirinê jî di bin herifteyên erdhejê de mane. Dema ku em di nava vê kavilîyê de li dewrûberên xwe dinerin em vê dibînin; kevneşopîya rêbaza Barzanî weke Çiyayekê ye ku em dikarin xwe bispêrin ê. Weqfa Xêrwazîya Barzanî di nava dezgahên nevdewletî de ji bo hemû Kurdan navnîşana şanazî û serbilîndîyê ye.

Pustên heman beş