Manîpulasyona PKKê bo helbijartinên nû : “PDK piştgiriya kê dike?”

PDK-PKK-AKP-INFO

Medyaya PKKê manîpulasyonên xwe yên derbarê Herêma Kurdistanê berdewam dike. Çapemeniya PKKê ku ti pêngaveke erênî ya Herêma Kurdistanê naxe rojevê, vê carê bi hinceta hilbijartinê hewl dide antî-propagandayê bike. Medyaya PKKê nûçeyên xwe yên derew tomar dike û dibêje “Di hilbijartinên 14 ê Gulanê yên li Tirkiyê, PDK û Serok Barzanî piştgiriya Erdogan dikin”.

Dîsa RojNews her zimanî de nûçeyê çûda belav dike

Dezgehê ragihandina PKKê RojNews ya li bajarê Silêmaniyê weşanê dike, serkêşîya van nûçeyên derew dike. Wekî her car nûçe bi Tirkî û Kurdî ji hev cuda tên weşandin.

Di nûçeya 26 ê Adarê ya li ser malpera RojNews a Tirkî de hat weşandin de ev agahî hatin dayîn: “Serokê PDKê Mesûd Barzanî beriya niha ji bo piştgiriya rejîma AKP-MHPê di hilbijartinên 14 ê Gulanê ji nûke ve ket hereketê. Hat diyarkirin ku di rojên derbasbûyî de Serokê PDKê Mesûd Barzanî li gel hin serok eşîr û dijberên gelê Kurd gelek hevdîtin pêk anîne”. Li gor nûçeya RojNewsê, Serok Barzanî daxwaz ji wan kiriye ku di hilbijartinên Tirkiyê de dengê xwe bidin AKPê.

Lê vê nûçeya RojNews ê di zaravayê Soranî û Kurmancî de cih negirt. Ji ber ku gele Başûrê Kurdistanê baş di zanin ku hevdîtineke wiha çênebûye. Ji bo vê yeke ev nûçe ji bo manîpulekirina gelê Bakurê Kurdistanê yê ku nûçeyên Tirkî dixwîne hatiye çêkirin.

Lê RojNewsê carek din şiyana xwe ya çêkirina nûçeyên derew yên li dijî Barzanî nîşan da. Bêyî van hevokên jorîn, di beşa soranî de bi hevokên sergirtî Serok Barzanî weke piştgirê AKP-MHP ê destnîşan dike. Xeynî vê jî, li ser vê mijarê bi layingirên xwe şîrove dayîne kirin.

Yanî RojNews bi xwe nûçeyên derew çêdike, paşê li ser nûçeyên derew hevpeyvînan çêdike.

Komek ku hez dike bi kamerayê re biaxive û layingirên YNKê yên li dora RojNews kom bûye, yekser xwe diavêje mîkrofonê û şîroveyan diken. hemahengîya nûçeyên sexte ya RojNewsê bi vî awayî dişuxile.

Wusa dixuye ku PKKe wê hîn zêdetir hewl bide ku di navbera AKP û PDKê de tifaqeke stratejîk heye.

Kîjan pêkhateya Kurd herî zêde alîkarî dide AKPê?

Kîjan pêkhateya Kurd ji sala 2002 an û vir ve herî zêde harîkarî daye AKPê û AKPe li ser vê hevkarîyê bûye desthilatdar?

PKKê ji sala 2004 an heta 2015 an bi AKPê re hevkariyeke stratejîk kir. Pênc caran agirbesteke fermî ragihand, bi dehan caran jî bêçalakî ragihand. Bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoyên operasyonên tasfiyekirina Ergenekon û Gûlen ên AKPê bû. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve bi her awayî alîkarî da desthilatdariya AKPê ya dewleta Tirk. Tu Çalakiyên ku aborî ya AKPê têxe tengasiyê nekiriye. Di her firsendê de daxuyaniyên wekî “Eger em nebûna Hakan Fîdan (serokê Mît ê) da bihata girtin, ger em nabûna wê Erdogan bigirtan” belavdikir. Piştgiriya pêvajoya guhertina destûra bingehîn a Erdogan kir û ji girseya xwe xwest dengen erê bidin Erdogan. Ji bo ku hikûmeta AKPê ji ber dozên Roboskî û hwd neyên darizandin çi ji destê PKKê hat kir. Bi her awayî piştgirî da AKPê. AKPê ji rê pêşîya PKKê vekir ku tevbigere.

Dûre PKKe bi hin derdorên li hundir û derveyî Tirkiyeyê re têkiliyên stratejîk pêş xist û layenê xwe guhert. PKKe ya ku 13 sal in piştgir û hevkarê herî mezin ê polîtîkayên AKPê ye, niha weke ku ev pêvajo û flortên gel AKPê qet nebûne tevdigere. Berovajî vê yekê dixwaze PDKê bike armanç da ku rabirdûya xwe paqij bike. Lê çi hewlên PKKê nikare PKKê paqij bike.

Têkiliyên PDKê yên bi dewleta Tirk re ne têkiliyên nû ne. PDKe ji salên 1950 î ve bi gelek dewletên weke Emerîka û Rûsyayê re têkildar e. Bi dewletên wekî Tirkiye û Îranê re jî têkiliyên dîplomatîk hene. Lê di têkiliyên PDKê de du prensîbên bingehîn hene. Ya yekem; têkilîyên fermî bi dewletê bi xwe re ye. Ya din jî ewe ku dewletên ku pê re têkildar in bi nakokiyan re têdikoşe û têkiliyên xwe qut nake.

Yanî PDKe tevgereke ku hem nakokiyan û hem jî hevsengiya têkiliyan baş dizane. Ji ber vê yekê têkiliyên heyî ne bi AKPê re, bi dewleta Tirk re ye. Ev têkilî hêj AKPe tunebû jî hebûn.

Herwiha PDKe baş dizane ku li Kurdistanê kolonyalîzm siyaseta dewletan e, ne tenê ya hikûmetan e. Ji bo vê ew dizane ku hikûmet veguherin jî lê statoya Kurdistanê naguherînin. Li aliyê din PKKe xwedî helwesteke ku di pirsgirêka Kurd de timî hêvîyê ji hikûmetan dike, naçe ser dewletê bi xwe de. PKKe di asta stratejik de hilweşandina dewletê nake armanç. Ew naxwaze dara dewletê qirîne ew tenê çiqilên darê ve mijûl dibe.

Hevkarê herî mezin ê AKPê PKKe bixwe ye

Ji ber vê em dizanin ku hevkarê herî mezin ê AKPê PKKe bixwe ye. Lê Kurdan ji vê şirîkatiya PKK-AKP çi sûd ne wergirtî ye. Niha jî bi guhertina hevkarên xwe tiştekî ji Kurdan re naxwaze. Tenê Kurd bi hêviyeke bêbingeh weke ku helbijartin wê “azadiyê bide Kurdan” tê pênasekirin. Bi vê hêvîya vala hêza Kurdan tê berzekirin. Hete, ku di hilbijartinan de hêza Kurdan were astengkirin hevkarî bi Kurdan re nekir. Hasan Cemal tercîh kir, rabûn û neviyên paşayên Îttîhat Terakî yên weke Hesen Cemal kirin berbijar.

Di hilbijartinên dawî yên Tirkiyeyê de, PKKe-HDPe tu daxwazîyek bi navê Kurdan ji hevkarên xwe re nekir. Dikarin bibêjîn ku HDPê ji bo mafên gele Kurd weke zimanê Kurdî jî nexwest û dengên Kurdan pirr belaş diçin bû Kemalîstan. PKKe bi dengen Kurdan Kemalîstan dike desthilat. Payre jî, ji bo vê rastîya xwe ya dij-Kurd veşêre wê bibêje; “PDK piştgirî dide AKPê”. Lê em dipirsîn gelo HDPe beranber dengên Kurdan ji “hevpeymana Millet” çi daxwaz dike.

Pustên heman beş