Pirsên Sîmulucî ji Evdila Ocalan bo Mihemed Selîm Çurukkaya-1

Pirsên Sîmulucî ji Evdila Ocalan bo Mihemed Selîm Çurukkaya-1

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin hijmarek ji wan pirsan û bersivên wan di çend nivîsan de bi ser navê: pirsên Sîmulucî ji Evdila Ocalan bo Mihemed Selîm Çurukkaya bas bikin.

Pirsyara yekema Evdila Ocalan: çima tu revîyay?

Mihemed Selîm Çurukkaya: ji ber ku piştî hizirkirinek dirêj min biryara revînê dabû, ez nikarim herim Tirkiyê, nikarim herm wilatekî ku 19 salan min li dijî rejêm û desthilata wê şer kirî û li wir hatîme eşkencekirin û lenetkirin lê bi ti awa min xwe radestî wê nekir, pir zehmete ez bikarim bi tena serê xwe herm Kurdistanê, ger ez çûn jî wê çewa bikarim jiyan bikim, ez ti kesî li wir nas nakim û bi rêberê mezin re ez ketim di nava dijayetiyek kûr de, ne bi dewletê re û nejî bi gerîlayan re ezê nekarim jiyan bikim.

Herduyan yek aydolojiya fermî heye, dewlet bêy qeyd û şert bizavan dike min bike sîxur, di demekî de ku min 19 salan xebat kiriye heya ku aydolojiya fermî cî bi cî nekim, di nava gerîlayên PKK’ê de jî her heman aydolojiya fermî ji min re pêşnîyaz kir, ez li dijî aydolojiya fermî me, min yek hilbijartin hebû ew jî ev bû ku derbasî Ewropayê bibim, ji boy vê yekê jî mi 3 tişt lazim bûn, passport, vise û pere, lê çi j wan di destê min de tune.

Pustên heman beş