Ajendaya PKK’ê ya Petrolê

Ajendaya PKK’ê ya Petrolê

Beşa duyem: Li Bakurê Kurdistanê Petrol û mîsyona PKK’ê

Petrola Herêma Kurdistanê hem di rojeva navxweyî ya Kurdan de û hem jî di rojeva dewletên kolonyalîst de cihekî mezin digire. Bi taybetî hin derdorên manîpulator petrola Herêma Kurdistanê di rojevê de dihêlin. Lê petrola kurdan tenê ne ew petrole ya ku ji Herêma Kurdistanê derdikeve. Li Rojava û Bakurê Kurdistanê jî petrol û dewlemendiyên Kurdan yên cûda hene. Lê belê rexmê vê rastiyê jî bênavber “Nefta Kurdistanê kî difiroşe, kî wê bifiroşe?” nîqaş li ser tê kirin. Di vê nîqaşê de hêza pêşeng PKK û dîvelûkên wê yên vê dema dawî ne.

PKK’ê xeta boriya neftê ya Kerkûk-Hewlêrê teqand

Di pêvajoya ku bi navê Bihara Erebî ya 2010’an tê binavkirin, hêzên dagirker ên herêmê lez dan pêvajoya dorpêçkirina Herêma Kurdistanê. Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo şikandina vê dorpêçê û derbaskirina ambargoya aborî û hewldana desteserkirina Bexdayê, dest bi firoştina neftê kir. Li hemberî vê pêngava Herêma Kurdistanê, yekem dijberî ji aliyê PKK’ê ve hat.

Di 29 ê Çileya 2016 ê de di boriya petrolê ya Kerkûk-Hewlêrê de teqînek çêbû. Ji ber vê teqînê bi rojan hinartina petrolê hate sekinandin. Cihê teqînê dûrî devera DAIŞ ê bû, herêma Qadirkerem ku teqîn lê pêk hatî, di bin kontrola hêzên çekdar û medenî ên PKK’ê de bû. Çavkaniyên herêmî yên ewlehiyê agahiyên zelal didin ku teqîn ji aliyê tîmeke hêzên taybet ên PKK’ê ve hatiye kirin. yê ev sabotaje kirî jî  pasewanê Murad Qarayilan Egîd Rojhilat bû. PKK’ê ev teqîn negirt ser xwe, lê peyama xwe ya siyasî da.

Daxuyaniya Rêveberiya KCK’ê: Em rê nadin xeta borîya neftê

Di 16 ê Sibata 2016’an de, yanî 15 roj piştî vê teqînê, Berdevkê Komîteya Dîplomasî ya KCK’ê Demhat Egît daxuyaniyek da û got, “Em rê nadin ku ji Herêma Kurdistanê boriya xaza siruştî bû Tirkiyeyê bê danîn”

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik 2 ê Gulana 2022’an got; “Em rê nadin ku Kurdistan gazê bifroşe Ewropayê” ev jî tê wateya ku PKK hê jî heman polîtîkayê didomîne. Îro di dema danûstandinên petrolê yên navbera Hewlêr û Bexdayê de, PKK heman helwestê nîşan dide û li eniya dijî Kurdistanê de cih digire.

Pir serincrakêş e ku PKK tu carî ev eleqe û hesasiyeta ji bo petrola Herêma Kurdistanê nişan dide, ji bo petrola Bakurê Kurdistanê nîşan neda. Li Bakurê Kurdistanê ku ev 40 sal in PKK şerê çekdarî dike, rewş çawa ye?

Serê kanîya petrolê ya Tirkiyeyê li ku ye?

Tirkiye di dahatê neftê de welatekî feqîr e. Hemû petrol ji bajarên Kurdistanê derdikeve. Petrola Tirkiyê; ji Batmanê sedî 60, ji Amedê ji sedî 30, Şirnex û Mêrdîn jî rêjeya mayî dabîn dikin. Li vir 1210 bîrên neftê hene û petrol tê derxistin. Nefta Bakurê Kurdistanê bi du boriyan bo rafînerîyan tê şandin.

Petrola Gabarê ya ku par hatî dîtin, di nav van daneyan de cih nagire. Li gor amarên ku belav bûye petrol a Gabarê pewîstiya Tirkiyê a neftê sadî 40 dabîn dike û bi vê çendê dewlemend e û nefta têda jî qualitîyekî gelek berz heye.

Gorî PKK’ê yek ji sedemên nerazîbûna wê bû firotina Petrola Herêma Kurdistanê “xurtkirina dewleta Tirkiyê” tê destnîşan kirin. Lê tabloya li jor Bakurê Kurdistanê weke bingeha sereke ya petrola Tirkiyeyê nîşan dide. Ev 40 sal in PKK ji bo ku dewleta Tirk vê petrolê dernexîne ti çalekîyek nekiriye.

Ji ber ku gundiyan xeta boriyê kûnkirbû ji wir petrol didizî û bi qaçaxî difroştin, dewlet neçar ma ku yek ji van xatan qapat bike. Lê şerê PKK’ê yê 40 sala bi qasî gundiyan di hinardekirina petrolê de asteng bû dewleta Tirk çênekir.

Boriyên ku di heman demê da veguhastina petrola navneteweyî jî dikin, mîna boriya Baku-Ceyhan-Tiflîs (BCF) ku ji sînorên Tirkiyê ra derbas dibin û boriyên gaza siruştî ya Îranê, di deverên di bin kontrola PKK’ê da derbas dibin, lê ti car PKK’ê li ser van boriyan çalekî nekirine. ( Ev her du xetên petrolê, rewşa wan û peywendîya Îran û PKK’ê ve giredayî ye, eve hindek taybetmendîne û mijarek berfirehe û ne mijara vî nivîsînê ye)

Xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê ji sala 1970 ê ve ji bo firotina petrola Kerkûk û Kurdistanê tê bikaranîn. Lê dema ku firotina Petrolê ne li ser navê Iraqê li ser navê hikûmeta Kurdistanê dest pê kir, PKK’ê li ser vê boriya petrolê dest bi çalakiyên teqandinê kir.

Gelo Şerê PKK’ê li dijî kê ye?

Di şerên li dijî kolonyalîzmê de, stratejî ne tenê kuştina leşkeran e, jinavbirina artêş û saziyên aboriyê ye. Eger em ji vê çarçoveya giştî ya rast lê binêrin, ji sala 2015 an û vir ve ziyana madî ya herî mezin, di nav sînorên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de PKK’ê gihandiye Herêma Kurdistanê. Demekî pirr tengazîdar bû ku Iraqê bûdceya Herêma Kurdistanê birî û Daîş ê jî êrişî Kurdistanê di kir. Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo bûdceya xwe ya parastinê li çavkaniyên aborî digeriya. Têkoşîna li dijî Daîş ê di zirûfên sext de hate dayîn. Hema di vê serdema hestîyar û xeter de, PKK’ê êrîşî tekane çavkaniya dahata Herêma Kurdistanê kir.

Eger em êrîşên PKKê yên li ser Petrola Kurdistanê rêz bikin.

29 ê Tîrmeha 2015 an Cizîr: Ev êrîşa PKK’ê bi teqînên ku çend roj li pey hev berdewam kirin pêk hat. Herêma Kurdistanê 250 milyon dolar zirar dît.

17 Sibata 2016 Riha: Ji ber vê êrîşa PKK’ê, Herêma Kurdistanê 180 milyon dolar zirar dît ku rojane 15 milyon dolar dahatê wê hebû.

25.02.2016 Hezax: Herêma Kurdistanê di vê êrîşa PKK’ê de bi giştî 250 milyon dolar zirar dît. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertekên tund nîşan da. Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî pirsî: “Çima, ku boriyên din jî li wê herêmê hene tenê borîya nefta Herêma Kurdistanê tê armanckirin?” Herwiha aşkera kir, tenê ziyanên vê teqînê li beramber bûdceya şer a yek mehê ya hêza Pêşmerge ye. Li ser bertekên ku hatin kirin, PKK neçar ma ku bibêje ku wan ev çalakî ne kirî ye.

Tê pêşbînîkirin ku rêveberiya Herêma Kurdistanê di vê heyamê de li pişt deriyên veşartî bi zimanekî tund hişyarî daye PKK’ê. piştî vê hişyarî dane PKK’ê demekê çalakiyên xwe li ser borîya petrolê sekinandin.

28 ê Cotmeha 2020 ê Mêrdîn: Di encama vê êrîşê de 11 rojan hinardekirina petrolê sekinî, 120 milyon dolar zîyan giha Herêma Kurdistanê.

18 Çile 2022 Meraş-Narli: PKK vê carê ne li ser navê xwe, li ser navê pêkhateya xwe bi navê HBDH rêxistina çepê Tirk, ev çalakî kir. Bi vî awayî hewl da rê li ber berteka Kurdan bigire û herwiha bersiva hêzên hevpeymaniya hevbeş a di nava Tirkiyê de jî bide.

PKK’ê di dîroka şerê xwe yê 40 salî de bi qasî van kiryarên ser borîya Petrola Herêma Kurdistanê zirar nedaye aborîya dewleta Tirk.

Kargehên dewleta Tirk li Tirkiyeyê dixebitin û ev du sal in li Kurdistanê, li Çiyayê Gabarê ku PKK’ê yekemîn çalakiya şerê çekdarî li wir da bû destpêkirin, dewleta Tirk bê asteng bîrên petrolê dikole. petrola ku ji Kurdistanê derdixe bi aramî vediguhêze deverên din. Boriya petrolê ya ji Îranê ber bi Tiflîsê ve diçe, bê astengî ji Bakurê Kurdistanê re derbas dibe. Dewleta Tirk li her derê Bakurê Kurdistanê dikare bendavên avê çêbike. Yanî PKK li dijî xetên  enerjiya bakûrê Kurdistanê ya ku dewleta kolonyalist a Tirk ji xwe re dibe, çalakiyan nake. Ango dewleta Tirk di îstismarkirina enerjiyê ya li Bakurê Kurdistanê de rastî ti astengî yên PKK’ê nahêt. Bi serbestî nefta Bakûr hinardeyî cihên çûr be çûr dike. Yanî ne Ji ber ku PKK ne xwediyê wê hêzê ye ku pêşî lê bigire? Naa, ji ber ku erka PKK’ê ne dij-kolonyalîzmê ye.

Mîsyona PKK’ê tenê li dijî Kurdan e. rêgirîyê li dahatê Kurdan dike. Dubarekirina vê rastîyê pir jîyanî ye; PKK di dîroka Kurdistanê de tevgera xiyanetê ya herî rêxistinkirî ye. PKK Enkîdu yê Kurdan yê vê sedsalê ye. Ji bo vê jî li gor berjewendiyên Iraq û Îranê destwerdanê di petrola Herêma Kurdistanê de dike, li gor berjewendiyên Sûriyê destwerdanê di petrola Rojava de dike. Zêrevaniyê li petrola Bakurê Kurdistanê jî dike heya ku Tirkiye bikare li gor berjewendiyên xwe petrola kurdan bifroşe. Bi kurtî, PKK şirîkê hemû hêzên dagirker yên herêmî ye.

Pustên heman beş