Silêmanî nûke ji her demê xetertir e

pkk_ynk_iran_mit

Armançkirina konvoya ku Mazlûm Ebdî 7 ê Nîsanê ya li nêzî balafirxaneya Silêmaniyê, pêvajoyeke nû ya nîqaşê da despêkirin. Çend saet piştî teqînê, dezgehekî ragehandina Şîeyan li Bexba parve kir ku Mazlûm Ebdî di nava wî karwanî da ye. Piştî ku ev agahî belav bûn, HSDê red kir ku Mazlûm Ebdî li wir be. Lê di ser daxuyaniya HSDê re hêj 24 saet derbas nebûyî, daxuyaniya li ser navê Mazlûm Ebdî piştrast kir ku ew di nava wî karwanî de ye. Hin medya jî îdia kirin ku îlham Ehmed jî di konvoyê de bûye.

Her çiqas Tirkiye bi fermî ev êrîş ne girtibe ser xwe jî lê înkar jî nekir. Yanî rewşek e ku her kes qebûl dike êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Encamên bûyerê ji çawaniya qewimîna bûyerê girîngtir e. tenê ji zawîya Tirkêyê bûyerê nêrîn wê encamên xelet derbixe. Rastîyekî hevpişk li holê heye.

Gelo Pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Emerîkayê de wê zêdetir bibin?

Beriya her tiştî dê pirsgirêkên têkiliyên Tirkiye-Amerîka de zêde bibin. li herêmê tekane endama NATO Tirkiye ye alozîyên di navbera Amerîka û Tirkiyê wê bandora xwe li herêmê bike. Her çend xuyaye her du alî jî li ser vê mijarê bêdengiya xwe diparêzin, lê agahî hene ku hin hevrikanê û hevdîtin bi dizî têne kirin. Lê encamên van hevdîtinan wê di rojên pêş de bên zanîn.

Çima Îran bêdeng e?

Her çend siyasetmedarên Şîe yên Bexdayê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li ser Silêmaniyê şermezar kirin jî, Îran li hember vê mijarê bêdeng e. Bi rastî ev êrîş pozîsyona siyasî ya Îranê xurtir dike.

Beriya her tiştî Îrana ji bo derxistina Emerîka ji Iraq û Sûriyeyê pêşengî dike. Êrişa Tirkiyê bo ser karwanê ku Amerîkî jî têdene kêrî şixulê Îranê tê. Ev yek hebûna Amerîkayê li herêmê aloz dike.

Bi qasî ku Tirkiye ji Mazlûm Ebdî aciz, Îran jî ewqasî ji wî nerehet e. Her wiha Îran nerehet e ku PKKe li ser navê Mazlûm Ebdî bi Amerîkayê re têkiliyan jî pêk tîne. Her çend rêveberên KCKê yên wekî Cemîl Bayik, Mistafa Qarasu û Besê Hozat li derdora Silêmaniyê di bin garantorê Îranê de dijîn jî, ji ber ku Îran helwesta PKKê ya bê mebde a di têkiliyên xwe de dizane, tedbîran ji dest bernade. Weke ku tê zanîn Mazlûm Ebdî di sala 2021 ê de ji aliyê PKKê ve ji erka Fermandehiya giştî ya HSDê hatibû dûrxistin. Lê ji ber ferzkirina Emerîka “heke Mazlûm Ebdî ne be têkilî nabe” ew dîsa vegeriyabû. Lê PKKê ew ji karên rêxistinî dûrkir tenê hişt ku kare dîplomasî û leşkeri bimeşîne. Ji ber ku PKKê jî li Rojava ji derfetên Emerîkayê sûd werdigirt.

Îran pirr acize ku PKKê bi rêya Mazlûm Ebdî bi Emerîka re têkilî datîne. Ji ber vê yekê jî êrişa li ser Mazlûm Ebdî wê paşeroja Rojava û Sûriyeyê heta astekê bandûr bike.

Bexda ji vê lêdanê razî ye

Her çend siyasetmedarên Iraqî êrîşa li ser firokexaneya Silêmaniyê şermezar kirin jî, lê di rastîyê de, ji wê lêdanê gelek kêfxweş in. Ji ber ku hem girtina firokexaneya Silêmaniyê û hem jî xistina firokexanê wê YNKê bixe nava rewşeke dijwar de. Hat zanîn Qubad Talebanî hewl dide xwe ji Hikûmeta Kurdistanê cuda bike. Loma jî li Bexdayê derî bi derî diger. Ji ber vê yekê Bexda ji lêxistina balefirgehê ne acize.

15 roj piştî seredana Serokwezîrê Iraqê Şîya EL-Sudanî bo Enqerê, aloziya li Silêmaniyê cihê fikarê ye.

Bi kurtî berjewendiya Îran-Tirkiye û Iraqê jî di girtina balafirxaneya Silêmaniyê û lêxistina wê sûdmendin. Her sê hêz jî bi vê êrişê ve zexta xwe ya li ser Kurdan zêde dikin. Beriya her tiştî nakokiyên di nav Kurdan de kûrtir dikin, li aliyê din jî di nav xwe de têkiliyan xwe pêş dixin. Piştî vê êrişê hevdîtina Tirkiyeyê ya bi Bexdayê vê rastiyê nîşan dide.

YNK bi tawîzan dijî

Girtin û lêdana firokexaneya Silêmanîyê pirsgirêkên micid ji YNKê re çêdike. Piştî YNKê xwe ji hikûmeta Kurdistanê qut kirî, her tim bi tawîzên dide Bexda û Tehranê di xwaze xwe li ser pîya bigire. Gava ku me ev gotar dinivîsand Qubad Telabanî li Tirkiyê bajarê Enqere li gel Mîtê hevdîtin pêk tîna.  Medyayên navdewletî weke El Monîtor jî tekez kirin ku agahiyên ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê ye ji nava YNKê bû MÎTê çûne. Gelek pêgeh jî vê piştrast dikin. Kurên Mam Celal di vî warî de ne xwedî prensîbên mikûm in.

Cem Ersever: Mam Celal di jûrekî mala xwe de ez mêvan dikirim jûreke din de jî Osman Ocelan mêvan dikir.  

Damezrîner û Fermandarê Yekîneya Îstixbarat û Dijî Terorê ya Jendermeyan [JITEM] Cem Ersever di pirtûka xwe de wiha dibêje; “Min li Silêmaniyê li mala Celal Talebanî civînek dikir. Talabanî li jûrekê ez û di jûra din de jî birayê Evdila Ocelan Osman Ocelan mêvan dikir”. Lê em mine vê rastîyê xêz bikin Kurên Mam Celal nagehin tilîya rehmetî Mam Celal. Mam Celal xebîrê sîyasetê bû. Kurên wî ji alîyên hind destên sîyasî ve tên ajotin. Heke hêza wan bixwe nîne ku bikevin nava pêşbirka sîyasetê de.

Di encamê de dîroka pêwendîyên PKKê û MÎTê di dîroka YNKê de kevin e. Ji bo vê jî dibe ku Mazlûm Ebdî bibe hedefa îstixbarata navxû ya YNKê.

Yanî cût bira ji bû dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê derkevin tewîzan didin Enqere,Bexda û Tehranê. Lê naxwaze bi Kurdan re werin cem hev.

Mîsyona PKKê ye

Tê zanîn ku PKKe ji sala 2017 an ve firokexaneya Silêmaniyê bi awayekî pir çalak bikar tîne. Amûrên leşkeri, lojîstîkî weke dûrbînên Lazer, çek û gelek cebilxaneyên din ji xetên Şam, Mosko û Bexdayê dikêşe. Her wiha bi rêya van balafirgehan xebatên rêxistinî tên kirin û xebatkarên wan bi pasaportên sexte tên û diçin. Girtin û lêdana balafirgehê dibe ku rêgirîyê pêşîya hatin û çûna PKKê astek bike.  Lê eger Mazlûm Ebdî bi rastî jîyana xwe ji dest da ba, dîsa jî, ji bo PKKê tiştek zêde nedihat guhertin. Berovajî wê, PKKê wê ev yêk ji bo xwe vegêrandina dergehê rantê.

Lê di vê mijarê de hêmaneke girîngtir heye. Ew jî cihê ku PKKe lê hey di kêleka wê de MÎT jî heye. Niha li hemû Başûrê Kurdistanê cihê ku herî zêde MÎT lê birêxistin bûye bajarê Silêmanî ye.

Di çalakiyên ku ji aliyê PKKê ve tên organîzekirin de, hejmareke girîng a kesên bi MÎTê ve girêdayî hene. PKKê MÎT bi deh kîlometreyan anîye nava sînorê başûr de. Bi gotinek din PKKe sîtav a MÎTê ye. wiha Silêmanî bû mêrga teqnê.

Eger Mazlûm Ebdî bi xwaze ewle bijî divê nece Silêmanîyê

Niha Silêmanîli Rojhilata Navîn bi qasî Reqa û Dêrezorê cihekî metirsîdar e yan jî ji wan xetertir e. Di nava bajar de MÎT a Tirk û îstîxbarata Îranê di helingivin. grûpên çekdar ên her du birayan mîna mafyayê tevdigerin. Hema bêje li her taxê de herî kêm maleke PKKê heye ku navên wan komita tenduristî, çapemenî,jin,ekoloji, îstixbarat û hwd hene. PKKe li kampa Arbet ku penaberên Rojava lê dimînin perwerdeya çekdarî dide. li kafe û xwaringehên Kurdên Bakûrî vekirî de kadroyên PKKê û sîxûrên MÎTê li ser yêk masê xwarin dixwen û nîqaşên sîyasî diken. Yanî hêzeke çekdarî ya ne yasayî wek   bedena  Silêmaniyê dagirkirî ye. Kî dê li kê bikuje ne diyar e. sîstema îdarî di nava her du lêvên Bafil da ye.

Lewma em dibêjin ger Mazlûm Ebdî hez canê xwe bike divê careke din serdana Silêmaniyê neke. Ji ber ku di rastiyê de li Silêmaniyê jiyana ti kesekî ne ewle ye.

Heya ku rêveberiya Silêmaniyê li ser xeletiya xwe ya dûrketina ji hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike û ji xwe re hinek navendên cûda yên hêzê bigere ew ê bibe pêleyîzka hêzên îstixbaretan. Û dê her tişt serûbin bibe.

Her du birayan (Bafil-Qubat) Silêmaniyê ber bi dawîyeke nedîyar ve dikişinin. Silêmanî weke geştîya bê kaptan hêdî hêdî binav dibe.

Pustên heman beş