Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.
Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.
“Rêberê mezin” û rêhevalên Çurukkaya di derbara veqetîna wî ji PKK’ê çi digo?
Selîm Çurukkaya: rêberê mezn digot: Selîm revîye, lê hindek kesan jî pirsyar dikir çima reviya? Aydolojiya fermî jî dibêje: Selîm jinavçû û neşiya li ser xebata xwe berdewam be, rastiyan diguhere û berevajî dike, zanîn tev eve, guherîna rastiyan, berevajîkirin, ev cûrê aydolojiya fermî bandorê li gelên paşkeftî û perçeyeke diyar a dîrokê dike, gelê paşverû ji rastiyan pêtir nêzî derewan e û wan derewan bawer jî dikin, lê dîrok nayê guhertin, werîsê derewê kurt e, aydolojiyên fermî heya dawyê namînin, piştî demekî kurt dê bêhna wê ya genî belav be û bi xwe re dê rêxistina xwe li ser avakirî hilweşîne, ez reviyam, ez ji zindana aydolojiya fermî reviyam, li wê girtîgehê bi desteserkirina laşê min bizav dikirin mejîkê min jî desteser bikin, ez ji ber desteserkirina mejîkê xwe reviyam, ku dixwest derewan li cem min bikin rastî û bixin ber sînga hemûyan. Min mirovxwer û xwarna guştê mirovan bi çavê xwe dît, ez reviyam ji ber ku ez têgihiştim ez di xeyalekî de dijiyam, ez reviyam da rastiyan eşkere bikim, ewa gelê min paş demekî dirêj dibîne û dibêje, bera wan ezê îro bibêjim, ez reviyam heya ku rastî veşartî nemînin û derew şûna rastiyan negirin, ez reviyam heya ku neviyên bihên tif nekin rûyê min, belku da tif bikin rûyê devxweşkên îro, ez reviyam heya ku nekevim rewşa ceneralên Stalîn, ez reviyam, ji ber ku min hest bi azarên wîjdana xwe kir li himber çarenvîsê wan hevalên min yên hatiye kuştin û sûça xiyanetê daye pal ji aliyê aydolojiya fermî ve, ez reviyam heya ku li himber kuştina hevalên xwe yên bêy tawan hatîn kuştin bêy deng nebim, ez reviyam heya ku derew zêdetir bandorê li ser gel neke rabûrî jinav nebin û paşguh nekin û îroya me jî şûlî nekin, heya ku ew dîktatoriyet zêdetir bihêz nebe ya ku hêdî hêdî şoreşger û xelkê jinav dibe, ez reviyam heya ku zêdetir mirovan nexapînim.