Jin di nav PKKê de – 1

Ne cara yekeme derbarê mijara “jinê di nava PKKê” de nivîs û pirtûk tên weşandin, pir tiştên baş û xerab bi dirêjahîya xebata mijewî a vê rêxistinê li ser jinê hatine gotin, lê tu yek ji wan rastiya rewşa jinê di nava Partiya Karkeran de bi wê qederê îfşa nekirî ye.

“Darka Mazî” ji destpêka weşana xwe pir mijar derbarê “keç û jin di nava PKKê de” parvekirine, bikaranîna jinê ji boy berjwendiyên rêxistinê, tecawza rêber û kadroyan li ser jinê, ducanîbûna jinê li çiya, her wiha kuştin û tasifye kirina wan û pir mijarên din ku hûn dikarin bi belge di beşa “Nihênî” a pêgeha me de bixwînin.

“Jin di nava PKKê de” nav û nîşana pirtûkekê ye ku Nejdet Boldan bi zimanê Tirkî nivîsandiye û ji hêla Hoşeng ve hatiye wergerandin, “Jin di nava PKKê de” ji weşanên îsal 2023ê ye.

Di vê pirtûkê de, serhatîya rast a bi dehan jinên ku ji PKKê qut bûne hatiye aşkere kirin, emê di zincîreyeke nivîsan de bi kurtasî ji boy xwendevanên bi rûmet yên “Darka Mazî” vegêrin.

PKKe jinê ji boy berjewendiyên xwe bi kartîne

Yek ji jinên PKKê bi kodnavê Newal, ew jî weke bi hezaran keç û jinên Kurdan li pey eşqa Kurdistanê diçe û di temena 18 saliya xwe de tevlî refên PKKê dibe.

Newal xwendekara zanîngeha “Yuzuncî Yil” ya li Wanê bû li sala 1992an ew bi girûpeke hevrêyên xwe re ji Wanê derbasî Bayezîdê dibe û ji wir diçe çiyayê Agiryê, Newal dibêje: Li çiya me hevalên PKKê dîtin.

Roja ewil em rastî şokeke mezin hatin

Newal dibêje em demekî li çiya man û ji wir derbasî Rojihlata Kurdistanê bûn, bê şik derbasbûna sînoan ne karekî hêsan bû, zehmetiya xwe hebû, lêbelê roja ewl ku em gihîştin em rastî şokeke mezin hatin wexta hevrêyên me pêşewazîya me kirî.

Newal wusa axaftina xwe dewam kir: Bi gihîştina me, min tiştê herî seyr û ecêb dît, dibe ku ecêbtrîn tiştê be di nava PKKê de kuv min dît be, ew jî min dî ku jinên wê demê di nava PKKê de dersûk li serê wan bû.

Newal dibêje: Berpirseka jin li wê demê hin cilk dane me û ji mere go ku divê em dersokê li xwe bikin, min hewl dan ku ez fêm bikim çima ew vê dikin, min ji xwe pirsî qey min ji boy Kurdistanê berê xwe da çiya, yan jî dersokê!.

Newal dibêje: Keçên ku ji Bayezîdê hatine li destpêkî qebûl nekirin ku dersûkê xwe bikin, lê ji ber ku em xwendekarên zanîngehê bûn arêşeyek me tune bû ku dersokê li xwe bikin, ez dibêjim cara ewl min li wir dersok li serê xwe kir.

Newal çîroka yekem roja xwe ya di nava PKKê de wusa vegêra, dibêje roja ewl me nermatî nîşa da û wusa her li destpêkê şoreşê pir bihayên xwe wenda kirin û ji ber vê sedemê gelek kes ji şorşê dûrketin ji ber ku arêşeya me cuda bû ji wî tiştê ku roja ewl me li nav PKKê de dîtî.

Pustên heman beş