HPGe çima bîlançoya şerê Bakurê Kurdistanê eşkere nake?

HPGê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bîlançoya şer a salekê jî cih girt. Lê bîlanço tenê bîlançoya şerê li ser axa Herêma Kurdistanê bû. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê şerekî ku bîlançoya wê bê eşkerekirin nîne tenê Başûr bûye qada “şer” ê PKKê.

Û çend roj beriya vê daxuyaniyê, du welatiyên Şêladizê li quntara Çiyayê Şirîn ku ji bo komkirina giya ajalên xwe diçûn, ji aliyê balafirên Tirk ve hatin şehid kirin. Herêma Kurdistanê ne tenê îro ji sala 1986 an û vir ve bûye qurbaniya vî şerê bê armanç yê PKKê û artêşa Tirk.

Bi taybetî ji sala 1992 an gava ku Parlamentoya Kurdistanê hat ragihandin, şerê di navbera PKKê û Hêzên Tirkiyê jî bi zanebûn derbasî axa Başûrê Kurdistanê hate kirin. Heta niha ji ber şer û alozîyên PKKê nêzîkî 800 gundên Başûr hatine valakirin. Li gelek gundan jî gundî yan havînê diçe û zivistanê vala dike, yan jî bi roj diçin û bi şev vedigerin bajar. Ji van gundan 500 di salên 90 î de hatin valakirin. Xelkê Herêma Kurdistanê bi salan e ji ber şer nikarin biçin gundên xwe û nikarin ajelan xwedî bikin. Rez û aqar ji ber bê sexbêrîyê bûne beyar. Ciwan bêkar û betal in, şûn warên ku bibin navendên geştiyariyê dibin qadên şerê bêarmanç yê PKKê. gund û deverên çîya yî hatin bêmirov kirin.

Bi qasî ku Başûrê Kurdistanê weke qada şerê artêşa Tirk û PKKê bê şixulandin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengê fîşekan jî qed nayê bihîstin.

Piştî şerê PKKê yê di bin navê Şerê Xendekan de bajarên Kurdistanê hatin wêran kirin. Êdî li Bakurê Kurdistanê gav bi gav pevçûn û şer rawestiya. Niha li çiyayên Bakurê Kurdistanê Gerîla nemaye. Çîyayên Bakurê Kurdistanê yên weke Cîlo, Çarçela, Gabar, Cûdî, Besta, Herekol, Kato bûne cihên geştyarî. li her derê festîval tên kirin, geşt tên lidarxistin, navendên werzişên avê û xişandin ê tên bikaranîn.

Lê belê dema ku xelkê Şêladizê,Dêrelok du gavan ji bajêr dûr di kevin, di nava tirsa peqîna mayina, êrişa balefiran û rêgirîya PKKê de dijîn. Şerê wêrankarî yê li Herêma Kurdistanê tê kirin.

PKKe her sal behsa serkeftinên xwe dike, lê dewleta Tirk her sal baregehên xwecih li deverê ava dike. Wê deme PKKe behsa çi serkeftin a dike? Kune mişk li PKKê bûne qeyserî.

Di sala 2018 an de dewleta Tirk li ser xeta Şemzînan-Xaxûrê dest bi Operasyona bibiryarî kiribû. Li bilindahî û hemû lûtkeyên çiyayên Zagrosê bi cih bû.

Di sala 2019 an de herêma Bradost ji Xaxurkê, gelîyê Xinerê heta çîyayê Şekîf ket destê dewleta Tirk.

Di sala 2020 an de li Heftanînê operasyona Pençe Piling hat kirin. PKKê rojekê jî li ber xwe neda. Çiyayên bilind ên girîng ên wekî Xantûr radestî dewleta Tirk kirin.  Geliyên weke biheştê gelîyê Pizaxa, Pîrbila û Keşanê ketin bin kontrola Hêzên Tirk. Bi encama şerê PKKê Warên hezera sala nûke pepok lê di xwîne.

Di operasyona ku di sala 2021 an de li ser xeta Metîna-Qeşûra û Avaşîn dest pê kir de, gelek cihên weke Kela Qumrîyê, zinarê Kestê û Geliyê Basyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin. Dîsa tu berxwedanek çênebû. Gundên Gûlî û berwarîyan bûne herêmên pevçûnan. Xelkê deverê rez û baxên xwe berdan, mêşên hingivîn û daristan hatin şewitandin.

Herêma Parastinê ya Medyayê, niha di bin kontrola dewleta Tirk de ye

Operasyona Pençe Kilît, ku di Nîsana 2022 an de dest pê kiri bû, erdnîgariya herî dewlemend û qeşeng, gelîyên kûr û asê yên devera Nêrwe Rêkan hate armanç kirin. Artêşa Tirk bi şev ji xeta Çiyaye Reş û sere Sînya ku PKKê jê re dibêje Şikefte Brindara, heya kure Jarî dagirkir. Ev devera ku bi salan e PKKê destûr ne dida gundîyên menteqê biçinê, lê di şevekê de ji artêşa Tirk re hişt.

Di ser vê operasyonê re salek derbas bû. PKKê bîlançoya vê operasyonê rojên borî eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê 259 Gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û 2833 leşkerên Tirk jî hatine kuştin. Wek ronahiya rojê diyar e ku PKKê hejmara leşkerên ku hatine kuştin rast negotî ye. her kes dizane ku bi dûr avêtina hinek roketa çi kuştin çêna be. Lê mesele ne ev e. Di cewher de diviyabû PKKe ew erdnîgarîya radestî ertêşa Tirk kirî û di çend saetan ji van giran derketine bigota. Weke mînak diviyabû bigota: Me ew deverên ji sala 1984 an ve di dest me dabû din ava çend saetan de bê şer teslîmî Tirkan kir.  

Bîlançoya rastî ya şer ne bi hejmara mirî yan tê kirin. Bîlançoya şer a rast ew e ku ka Kî/kê desthilatê li ser erdnîgariyê dike. Herêma bi navê Herêma Parastinê ya Medyayê ku di sala 2003 an de ji aliyê PKKê ve hatibû ragihandin, niha di bin kontrola dewleta Tirk de ye.

PKKê piştî erdheja 2 ê Sibatê agirbest îlan kir. Bi rastî jî PKKe tu şerî nake ku agirbestê îlan bike.

Çiyayê Gabarê salên 90 î ku navenda şer a PKKê bû, nûke bûye cihê çîyavan û geştîyaran. Her roj komên seyranîyan derdikevin çîyayê Gabar û Cudî.  Gabar êdî ne qada Gerîla ye, herêmeke geştiyarî ye.

Lê li Herêma Kurdistanê welatî nikarin biçin gundên xwe giya kom bikin. Beriya niha jî 2 welatiyên ji Şêladîzê yên li derdora Çiyayê Şîrîn bûn hedefa balafirên şer.

Mînak Çarçela-Cîlo ku çîyayên Colemêrgê ne berê cihê biryargehên PKKê bû. Niha jî her zivistan li wargehên berê yên PKKê festîval tê lidarxistin. Werzişvan lê xişkê dikin. Lê belê xelkê Herêma Kurdistanê nikarin herin çîyayê Gare sefra befirê bikin.

Komên turîstan her roj diçin newala dojehê ya gundê Hespistê şikeftan ziyaret dikin. Lê yekî Nêrweyî ev 30 salin nikare biçe dola Şîvyê gurên dapîr û bapîrên xwe ziyaret bike.  Dema şer tunebû jî PKKê destûr neda ku mirov biçin ser şûnwarên xwe.

Di cewher de em dikarin du tiştan bibêjin:

PKKe û Tirkan bi zanebûn şer veguherandine Herêma Kurdistanê. Her du alî jî ji vê rewşê kêfxweş in.

Ya duyemîn jî ev e: Herêma Kurdistanê ku ji Heftanîn heta Bradosta dirêj dibe, 30 sal in ji aliyê PKKê ve hatiye dagîrkirin. Lê nûke dagîrkeran dest guhert. PKKê ev herêm spartin artêşa Tirk.

Niha êdî erk dikeve ser milê gelê Kurdistanê. Divê gelê devera Sindî,Gulî,Berwarî bala, Nêrwe,Rêkan û Nihêlî yan rabin ser piyan û ji PKKê re bêjin ‘Êdî bes e ji warê me derkeve’.

Pustên heman beş