Şîfreyên Cemîl Bayîk

Şîfreyên Cemîl Bayîk

Simko Ebdulezîz

Cemîl Bayîk keseke bi Şîfre diaxve, ger mirov ji dîrok û civaka kurdî nezan be, wê pirr zehmet be ku mirov bikare axaftinên Bayîk deşîfre bike. Bi bûneya roja cîhanî ya kedkaran ya îsal 2023an û nêzîkbûna hilbijartina Tirkiyê, Cemîl Bayîk ji bo ajansa ANFê ya partiya xwe axvî û hinek mijar bi lîstikeka Şanoyî berçav kirin, ger gotinên rojane yên bê wate ji nava axaftina wî bên avêtin, bi zelalî wê ew encam derkeve holê ya ku Bayîk bi xwe dibêje wexta Heqî Qerar hatiye kuştin, birêz Apo got: Madem şehîdên me xwîn rijand, êdî em gava bo paşve na avêjin.

Dîsa Cemîl Bayîk bîra me li gotina “Deniz Gezmîş” ya berî darvekirina wî tîne wexta dibêje: “Bijî tekuşîna Gelên Tirk û Kurd”.

Her bi vê bûneyê Cemîl Bayîk dibêje ku Ebdulla Ocalan û Kemal Pîr û Heqî Qerar sê hevrêyên pir nêzî hev bûn û wan bi hevre bingeha îdolojiya PKK’ê ava kirine.

Bi kurtasî niha em dixwazin van axafatinên Bayîk şîrove û deşîfre bikin û bizanin ka ew dixwaze li pişt van şîfreyan çi peyamekê bide.

Di meqaleya Bayîk de çargoşeyek heye, ev çargoşe ji çar kesan pêk tê, “Ebdulla Ocalan, Kemal Pîr, Heqî Qerar û Deniz Gezmîş”.

Gelo bi kurtasî ev kes kî ne?

Kemal Pîr

Kemal Pîr kesekî Tirke û bawerîya mukum bi hizra Çepa Lînîn-Markis hebûye û dixwest pergala sosyalîzmê li Tirkiyê damezrîne, ji boy bihêzkirina vê gotina me, wexta Kemal Pîr ji hêla dewleta tirk ve tê desteser kirin, hêjan Partiya Karkerên Kurdistanê kongreya xwe a damezrandinê lidar nexistibû, yanî wexta kongreya damezrandinê li derdûrên Amedê tê lidarxistin, Kemal Pîr di zîndanê de bû û pirs jê tên kirin:

Lêpirsker: Kemal tu Tirkî karê te di nava partiyek kurdî de çî ye?

Kemal: belê raste ez Tirkim û şanaziyê bi Tirkbûna xwe dikim û partiya me (P.K.K) partiyek kurdî nîne û pêwendîya wê bi neteweya kurd ve tune.

Lêpirsker: madam pêwendî bi netewa kurd ve tune, çima hûn mafên kurdan dixwazin.

Kemal: me mafên kurdan nexwestine, tenê me xaka kurdan û kesatiya kurdî ji boy destxistina stratejîya xwe û stratejîya me jî desthilatek siyasî ye ji boy birêvebirina dewleta Tirkiyê li ser têgeheke sosyalîzm.

Hêjayî bibîranînê ye tekista vê lêpirsînê bi dirêjahî li Çapemeniya Partiya Karkeran bi xwe hatiye parvekirin bi navê “Berxwedana Çar Kesan”. Wate li vir Kemal diyar dike ku xebata wan ya siyasî ti pêwendiya xwe bi milletê kurd ve tune, lêbelê wan cîhê kurdan û kurd ji bo armancên xwe bikar anîne, ji ber ku milletê kurd yê bindest bû û yê amadebû ji boy her cure berdêlekê, wate Partiya Karkeran kurd weke taktîk bikaranîne ne weke armanc.

Heqî Qerar

Heqî Qerar kesekî “Laze” û fikir çepe û yek ji damezrînerên grûpa îdolojiya çepe ewa ku Ebdulla Ocalan serpiriştiya wê li Enqereyê dikir, Heqî Qerar yek ji serkêşên grûpa xwendekara bû li zanîngeha Enqereyê ku ev grûp ji boy dijayetiya grûpa xwendekarên kurd li heman Zanîngehê hatbû avakirin, encam şerekî bi xwîn li dijî xwendekarên kurd pêkhat û rêkxistina xwendekarên kurd bi vê sedemê hilweşîya.

Dîsa Heqî Qerar ew kese ku bi biryara grûpa Enqerê bûye serperiştê rêxistina PKK’ê li Dîlokê ku li wir tenê yêk çalakî encam da, ev çalakiya wî jî ne li dijî dewleta tirk bû, lêbelê li dijî grûpa “Stêrka Sor” bû, stêrka sor rêxistineke çepgir bû û li dijî desthilata Tirkiyê xebata xwe ya siyasî di meşand.

Tê zanîn ev çalakî çalakiyeke leşkirî bû û tê de hejmareke mezin ji endamên rêxistina Stêrka Sor hatin qetil kirin, her wiha rêberê grûpê yê bi navê “Elaeddîn Kaplan” û cîhgirê wî “Mihemed Ozun” tên birîndarkirin û Heqî Qerar bi xwe jî tê kuştin.

Wate yekem xwîna ku ji partiya karkeran hatiye rijandin bi destê dijberên desthilata Tirkiyê bû û ne bi destê desthilata dewletê, li ser vê bingehê Ocalan dibêje bi rijandina xwîna Heqî Qerar, ew ji bernameya xwe paşve na vegerin.

Loma li vir pêwîste em vê bernameya wê demê ya grûpa îdolojiya Enqerê ji boy xwendevanên xwe yên bi rûmet berçav bikin, Cemîl Bayîk di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Partiya Karkeran” li rûpela 133an dibêje: “bernameya wê grûpê ev xalên li jûr bûn:

1/ Nehiştina partiyên netewî yên kurdan.

2/ Dijatî û nehiştina grûpên Markisî-Lînînî.

3/ Kuştina kesên ku ji bûy netewa kurd bûne sembol û kesên ku rêza wan li cem gelê kurd heye û şermezar kirina şoreşên kurdî yên berê.

Deniz Gezmîş

Deniz Gezmîş bi nejad Tirke û bi fikir çepe, endamê Partîya Karkerên Tirkiyê bû di salên 60’an de, li qadên Felistînê perwerdeya şerê gerîlatiyê wergirt bû, karê wî li Tirkiyê dizî ji Bankan bû, bi hemû karîna xwe dijayetîya Emerîka dikir, baweriya wî a mutleq bi Kemalîstê hebû.

Yanî bi kurtasî ti pêwendiya vî însanî bi gelê kurd ve tune û ti xebata wî jî bo kurdan tune, gotina wî a berî darvekirinê jî ku li 6 Gulana 1972’an bû dema dibêje: “Bijît Biratîya Gelên Tirk û Kurd” gotinekî çeprewane û dijî fikra netewî ye, dîsa Ebdulla Ocalan pir şeydayê fikrên Denîz Gezmîş bû û carna bi mamosteyê xwe nav dikir.

Ebdulla Ocalan

Bi kurtasî kesekî çep û Machiavellian e û bawerî bi kemalîstê û Mîsaqa Millî ya dewleta tirk heye û her tim mirovên çeprew bi hevrê û hevçeperên xwe dîtine û kesên netewî bi sîxor hesab kirine û bi kuştin dane.

Wate naskirina van çar kesên Cemîl Bayîk qala wan kirî mirovî digehîne wê wateyê ku PKK’ê biryara xwe a sitratejîk li ser bingeha metod û paradîgmaya Ocalan destnîşan kirî ye, metoda ku dev ji doza kurdî û milletê kurd berday û PKK’e ber bi xwezaya wê a rastîn ve birî ku êdî weke partî û rêxistineke dest çêkirî ji aliyê dewletê ji boy bindestkirina kurda wê xebata û têkoşîna xwe berdewam bikin.

Pustên heman beş