Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-3

Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-3

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Mihemed Selîm Çurukkaya dema ji zindanê azad dibe û vedgere nava PKK’ê de çima ji xwe dipirse ka ew hatiye guhertin yan jî PKK’e hatiye guhertin?

Di vê derbarê de Çurukkaya di rûpela 27’an a pirtûka xwe ya bi navê Ayatên Apo de dibêje: li sala 1974’an ez bi baweriya tam tevlî refên PKK’ê bûm ku li wê demê ti kesî bawerî bi PKK’ê nebû, PKK’eya ku îro gelek kes baweriya xwe pê diînin, ez mutleq baweriyê pê naînim, revîna min nayê wê wateyê ku ez hatime guhertin, belku serbor û şehrezayî û zanîna min  ez pêtir rijd kirîme, her wek roja yekê min dest bi xebatê kirî, îro jî ez di wê bawerê de me bi bikaranîna hêz û îradeya xweya azad serxwebûna xwe bi dest bixe, lê ew tişta hatiye guhertin û serûbin bûyî, Partiya Karkerên Kurdistanê anku PKK’eye, PKK’e êdî ne PKK’eye, partiyek wusa niha tune, rêberê mezin ew partî jinav birîye, û xwe li şûna PKK’ê danîye, îradeya gel û rêberê gel ew partî nîne, belku rêberê mezine, her biryareke rêberê mezin bide di heman dem de biryara Gel e, rêberê mezin bi bîr û bawer û li gor heza xwe şoreş ji me re dariştiye.

Pustên heman beş