Hilbijartinên 14ê Gulanê yên li Tirkiyeyê bû Kurdan wê çi bi xwe re bîne ?

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 14ê Gulanê de hilbijartinên Parlamentoyê û yên Serokomariyê tên lidarxistin. Hilbijartineke krîtîk e loma wê ji bo Tirkiyeyê guhertinên erênî û neyînî yên girîng bi xwe re bîne.

Gelo hilbijartin dê ji bo kurdan tiştekî biguhere?

Wisa dixuye ku di hilbijartinan de yekane stratejiya PKK’ê û pêkhateyên din yên siyasî li Bakurê Kurdistanê ji nav birina desthilata Recep Tayyîp Erdogan e ku ev 21 sal in li Tirkiyeyê desthilatdarî dike.

Li gorî daxuyaniyên HDP û PKK’ê, ger Erdogan têk biçe, wê Kurd di 15ê Gulanê de di nava Tirkiyeyeke bihişt de şiyar bibin. Lêbelê rastî ne wisa ye. Şêwazê motîvekirina kurdan weke ku “em ê bi vê hilbijartinê şoreşê bikin” tenê xapandina kurdan û bi qedera wan lîstin e.

Ji ber ku kedxwarî û mêtingerî li Bakurê Kurdistanê bi Erdogan dest pê nekiriye û bi Erdogan jî dawî nabe. Bakurê Kurdistanê roja Komara Tirkiyeyê ku di 29 ê Cotmeha 1923 an de hatiye damezrandin heya Îro dagirkirî ye, ango bindestîya Kurdan tenê bi Erdogan despênekirî ye.

Ji bo vê jî guhertina hikûmet, serokwezîr, serokomar û meclîsan kurdên Bakurê Kurdistanê ji bindestîyê rizgar nake. Encama ti hilbijartinekê nikare Kurdên Bakur rizgar bike. Pirsgirêka kurdan ne tenê bi hikûmetan re ye, bi mantiq û prensîbên damezrandina dewletê re ye. Li aliyê din PKK bi salan e dibêje, ger hikûmet biguhere, em kurd wê rizgar bibin. Lê divê kurd li dijî mantiq, felsefe û prensîbên avakirina dewleta Kemalîst şer bike, hikûmet tenê îdareyên demkî ne. PKK Kurdan tenê bi hikûmet guhertinan ve mijûl dike, ne bi dewleta faşîst re. Ev jî tenê bo xapandina Kurdan e.

Bê guman di hilbijartinan de hêza kurdan dikare tekoşîna kurdan hêz bike. Kurd dikarin bazarekî sîyasî bikin. Lê mixabin li Bakurê Kurdistanê sazîyek ku vî karî bike nîne.

Her kes dengên Kurdan dixwaze?

Hemû partî û berbijêrên Tirkiyeyê bi mehan e hewl didin ku bala dengdêrên kurdan ji boy xwe rakêşin. Ji ber ku Kurd xwedî rêjeyekî girîng a denga ne. Di hilbijartinên ku di 14ê Gulanê de bên kirin, di diyarkirina  Serokomar û ava kirina Meclîsê de dê dengên kurdan dîyarker bin.

Lê encamên hilbijartinan di bidestxistina mafên kurdan ên wek ziman, nasname û çandê de û di çareserkirina pirsgirêkan de wê ti rolekê nelîze. Ji ber ku ne partiyên sîstemê yên wek AKP û CHP û ne jî partiyên kurd ku li ser navê kurdan derketine pêş û dengên kurdan dixwazin, tiştekî ji kurdan re naxwazin.

Li Bakurê Kurdistanê kîjan partî beşdarî hilbijartinan dibin?

Li Bakurê Kurdistanê 3 partiyên HDP, HÜDA PAR û HAK-PAR beşdarî hilbijartinê dibin.

Hüda Par; Partiyek îslamî ye, ji sedî 99 girseya wê Kurd e, lê ne xwedî projekî Kurdistanî ye. Di hilbijartinan de bi AKP ê yanî tifaqa cumhur re tevdiger.

HAK-PAR xwedî axaftinên Kurd û Kurdistanî ye û federasyonê ji bo Kurdan weke sîstema çareserî dibîne. Lê rêxistina wê qels e û xebatên wê yên beriya hilbijartinê pirr lewaz e. Lewma nayê pêşbînîkirin ku encamên hilbijartinê biguhere.

HDP; girseya wê ji sedî 99 kurd e. piranîya dengên kurdan distîne. Di hilbijartinên berê de 67 kursîyên parlemanê bi dest xistibûn. Nêzî sed şaredariyên wê hebûn. Li Bakurê Kurdistanê partiya ku herî zêde piştgirî distîne jî ev e. Lê ew bi israr dibêje em ne partîya Kurda ne û ji bo mafên Kurdan jî ti daxwazeke wê nîne.

Ji ber metirsîya girtina wê, HDP bi navê Partiya Çep a Kesk YSP beşdarî hilbijartinan dibe. Ev partî berê wek îhtîyat hatibû damezrandin. Her çend nav guherîbe jî, lê rastî HDP bi xwe ye.

Gelo HDP partiya Kurda ne?

Ne di hilbijartinan de û ne jî di paşerojên piştî hilbijartinan de HDP ji bo Kurdan nikare destkeftiyan bi dest bixe. Ji ber ku tu daxwazên HDP’ê li ser qezîya Kurd-Kurdistanê nîne.

Ger hûn li 14 xalên beyannameya hilbijartinê ya HDP ê binerin  behsa mafên LGBT û mafên ajalan dike, ji parastina jîngehê heta bajarvanîyê tê de cih digire, Lê di vê beyannamê de kêşeya kurdan pir sivik hatîye vegotin. Tenê behsa azadî ya giştî tê kirin. Azadî têgeheke neberçav û daxazîyeke navpêkirî nîne. HDP daxwazîya çi dike; federasyon e, mafê xwe rêvebirinê, paydar bûna aboriye… ne dîyare û pênaseya pirsgirêka Kurdan jî ne kirîye.

HDP ditirse ku bibêje Kurd û Kurdistan.

Dema ku ji Berdevka HDP’ê Meral Daniş Beştaş pirsa ala Kurdistanê ya li ser mohra Papa ya li Herêma Kurdistanê hatiye çapkirin hatî kirin, wê got, “Barzanî ew mohr çêkirî ye, ji wî bipirsin” .

Partiyeke ku ji Kurdistanê ewqas ditirse û tiştekî ji kurdan re naxwaze, çima wek partiyeke kurdî bê dîtin: ya rast ev e ku HDP tevgereke ku dengên kurdan distîne, li ser pişta kurdan dijî, ruhê kurda yê azadîxwaz û serxwebûnxwaz pûç dike, dikuje û kurdan bi hêvêyên vala ve mijûl dike.

HDP ji Kurdan re çi dixwaze?

Di bernameya HDP’ê de daxwaza azadî û dewleteke serbixwe ji bo gelê Filistînê heye, lê daxwaza dewletbûna kurdan nîne.

Di Bernameya HDP’ê de daxwaza kota ji bo LGBTyî yan dike, lê di sazîyên dewletê de daxwaza Kota ji bo Kurdan nake. Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan her du jî ne kurd in.

HDP ji bo mafên Kurdan yên netewî, çandî û zimanî bê bernameye tenê dixwaze Kurdan bi dewletê ve girê bide. Ango Kurdan entegreyi dewleta tirk dike.

Her wiha HDP ne xwedî îrade ye. HDP partîyeke ku ji aliyê Ocalan û dewleta Tirk ve ser esasê ajandeye kê hatiye damezrandin. Pêşî li baskê netewperwer yê Kurd hate girtin. Girseya HDP Kurd e lê mejîyê îdarî Tirk e.

Ji xeta Bimre kolonyalîzm heta bijî komara Tirkîyê rêbaza Kurdan

Ev ne cara yekê ye ku Kurd beşdarî hilbijartina dibin. Kurd ji destpêka Komarê ve deng didin û parlementerên Kurd dihilbijêrin. Lê ji sala 1970 û vir ve li ser navê kurdan tê axiftin.

Di sala 1979 an de li bajarokên weke Agirî û Êlihê kesên Kurdistanî cara yekem bûn şaredar. Lê guherîna sereke bi avakirina HEP ê di 6 ê Hezîrana 1990 î de dest pê kir. Di sala 1991 an de di mîtîngên hilbijartinê yên Kurdistaniyên mîna Leyla Zana de di nava Kurdên Bakur de dirûşma “Bijî Kurdistan, Bimre Koledar” hate qêrîn. Parlamenterên kurd yekem car bi peyamên kurdî ketin parlamentoyê.

Leyla Zana di parlementoya Tirkiyê de desmala rengê Kesk-Sor-Zer li serê xwe pêça û bi kurdî axivî. Vê helwesta Leyla Zana Kîmyaya parlamentoya tirk xerab kir.

HEP partiyek bû ku ji aliyê welatparêzên dilsoz ên Bakurê Kurdistanê ve hatibû avakirin, lê hem ji aliyê PKK’ê û dewletê ve hate dorpêçkirin. Hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê fikrî ve hat tehrîbkirin.

Hilbijêrên Kurda sala 1991 ê bi dirûşma Bijî Kurdistan bimre koledar diçûn ser sindoqên dengdanê, piştî 30 salan HDP alaya Tirkan bilind dike û diçe qadên mîtînga. Ev sextekarî ye. Ev tahrifat li ser bîr û bawerîyên Kurdan hatîye kirin. Îro Kurd xwe bi xwe înkara xak û nasnameya xwe ya neteweyî dikin.

Di hilbijartina berbijêrên HDP’ê de jî kesên xwedî fikra kurd û Kurdistanî di lîsteyan de cih negirtin. Profîla berbijêrên HDP yên di van hilbijartinan de piranî tirk, çepên tirk, çepgirên kurdan û parêzvanên mafên jinan in. kesên ku piçekî fikr û rengekî Kurdistanî pere hebin, li derveyî lîsteyê hatin hiştin.  HDP’ê Kurdên nava xwe vewjartin.

Di rewşekî wiha de em nikarin bibêjin ku dê Kurd ji hilbijartinê 14 ê Gulanê sûdmend derkevin. Ji ber ku di van hilbijartinan de kesek li ser navê kurdan tiştekî daxwaz bike nîne.

Kurd wê dengê xwe bidin û ew ê rengê meclîsa Tirkan diyar bikin, lê ji xwe re tiştekê naxwazin. Weke her carê kurd dê xulamîyê bû Komara Tirkiyeyê bikin. Dîsa xulamî bahra Kurdan dikeve.

Pustên heman beş