Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-4

Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-4

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Mihemed Selîm Çurukkaya di derbara babetên li Akadîmîya Mesûm Korkmaz dihatin xwendin çi dibêje?

Di Akadîmîya Mesûm Korkmaz de waneyên zêdetir dihatin xwendin; babet pêwendîdar bûn bi rêberê partiyê ve, tevî ku min bawerî pê nebû, lê ji neçarî min jî ew wane digotin, erka min ew nebû rastiyan û rêya rast diyar bikim, belku erka min dubarekirina aydolojiya fermî bû, me digo “Rêberiya Partiyê saziyeke”, wusa ferman li me hatbû kirin û me jî wusa dubare dikir, pêwîst bû em bibêjin “ev sazî îradeya tev gelê kurde”.

Pustên heman beş