Gelo Dewleta Tirk û PKK’ danûstandinan dike?

Gelo Dewleta Tirk û PKK’ danûstandinan dike?

Bi nêzîkbûna roja hilbijartina 14 ê Gulanê ya li Tirkiyeyê re zext û alozî jî zêde dibe. Her kes dixwaze kevirên koşa xwe de birijîne. Her bask li ser hev gefan dixwe. Di vê navberê de rêveberên PKK’’ê di rêzê re piştgirîya xwe bo Kiliçdaroglu dîyar dikin. Bi rastî jî ji bo bêbandorkirina propagandaya “Kiliçdaroglu bi PKK’’ê re hevdîtin dike” ya AKP’ê PKK’ nepenîyên xwe jî aşkere dike. Dibêje di dîroka komara Tirkiyê de hukumeta herî zêde li gel me hevdîtin kirî AKP’eye. Têkildarî vê mijarê Cemîl Bayik, Besê Hozat, Mistafa Qarasû û hwd; HPG, PKK’, PAJK û hemû pêkhateyên PKK’’ê diaxivin. Lê bi taybetî Murad Qarayilan xwe avêt ber sengerî û got, “Hakan Fîdan di sala 2015’an de xwest bi min re hevdîtinê bike.” Ji ber vê yekê xwest topekê bavêje AKP’ê û her wiha hewl da ku bi raya giştî bide hîskirin ka çiqas mirovekî girîng e.

Li hemberî van daxuyaniyên rêveberiya PKK’ ê tenê yek pirs heye: ” Gelo ma PKK’ kengî bi dewleta Tirk re hevdîtin pêk neanî?”

Dîroka PKK’’ê di heman demê de dîroka şerê baskên di nava dewleta Tirk de ye

PKK’e dîroka xwe ya 49 salan a ku ji sala 1974 an de dest pê dike weke efsaneyekê vedibêje, lê di esasê wê de ev dîrok bi dewleta Tirk re mil bi mil derbas bûye. Dîroka şexsî ya Evdila Ocalan, hevaltî, hevjîna wî Kesîre Yildirim (Fatma) û hevalê wî Necatî Kaya bi navê kod Pîlot Necatî, ji destpêkê ve têkiliyên bi dewletê re ne.

Li Sûriyê jî Ocalan bi Ataşeyê Leşkerî yê dewleta Tirk re di heman bînayê de dima. Ataşeyê Leşkerî tê wateya kesê xebatkarê îstîxbarata Tirk. Ne tesadûfe ku Ocelan û îstixbarata tirk di heman bînayê de bijîn.

Em hemî tiştî danin kêleke kê, di nava dewletê de baskek dixwaze di 6 ê Gulana 1996 an de Ocalan sûîqast bike. Lê serokwezîrê dewleta tirk bi rîya Yalçin Kuçik re ji Ocelan re agahî dişîne û dibêje haja xwe hebe.

Ango PKK’e her tim di nava dewleta Tirk de bi baskekî ve girêdayî tevdigere. Di şerê di navbera baskên dewletê de PKK’e hat bikaranîn. Heta artêşa Tirk li hemberî serokwezîrê xwe ji PKK’ê xwest ku suîqast bike. PKK’e li gorî şerê van baskan tevgeriya.

Mînak Ocalan di îtirafên xwe ên sala 2000 î de dibêje “Di sala 1995’an de generalên tirk ji min xwestin ku em Tansû Çîller bikujîn, lê min qebûl nekir”. Çiqas tiştek ecêb e, ne wusa? Di sala 1995’an de “Hêzên Tirk li dijî PKK’ê operasyonên pir mezin pêk dianîn. Di operasyonên 1994-1995’an de nêzî hezar gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatin şewitandin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê di navbera van salan de bi hezaran welatparêz bi kujerên nedîyar hatin qetilkirin. Lê di heman salê de artêşa Tirk qasidek ji Ocalan re şand û pêşniyara kuştina Tansû Çîller jê kir. Ne ku em van tiştan dibêjin, Ocelan bi xwe dibêje, parêzerên wî jî dibêjin.

Mînak çawa ku niha PKK’e dibêje “Erdogan wê bin bikeve”, Ocalan jî di sala 1995’an de axaftinên xwe yên li Şamê de digot serokwezîr Tansû Çîller fahîşe ye.

Eşkere ye ku têkiliya PKK’ê bênavber, her tim bi baskekî dewleta Tirk re hebûye. Ji bo vê jî dema ku PKK’e dibêje “Hakan Fîdan xwest bi me re hevdîtinê bike” em ji PKK’ê dipirsîn: “ma we kengî hevdîtin bi dewleta Tirk re nekirî ye?” û payre em ê bipirsîn “hûn niha bi kîjan baskê dewletê re tevdigerin?”

Salên ku AKP û PKK mil bi mile hev de digerîyan

Yên ku dîroka PKK’ê şehrezane baş dizanin ku 17 ê Adara 2015 yê ku gotina “ em te nakin Serok” bi HDP dayî gotin her PKK bixwe bû. Ev gotin nîşaneya pevçûna baskên nava dewletê ye. Ev mijarek pir dirêj e.

Dema ku AKP di sala 2002’an de hat ser desthilatdariyê, li dijî artêş û saziyên dewletê yên Kemalîst hewl da ku PKK’ê bikêşe alîyê xwe. Bi çav qûrçandina baskê dewletê PKK li gel AKP’ê tevgerîya. Pevçûna li dijî Ergenekonê piştgirî dan AKP’ê, di şerê li gel Fethullah Gûlen dîsa piştgirî dan AKP’ê. Televîzyon û ragehandina PKK’ê bi navkirina “polîsên cemaetê” li dijî cemaeta Gûlen şer îlan kirin. Serok erkanê artêşa Tirk li dijî Evdila Gul ku bibe Serokomar bû, PKK’ê ji bo piştgirîya Evdullah Gul agirbest ragihand û jêre dengan digerîya. Di giştpirsîya guhertina makezagonê ya Erdogan de, her çiqas di got, “Em bêalî ne, lê gerîlayên PKK’ê li ser sînorê Colemêrg û Şemzînanê ji gel re digotin ‘’bêjin erê’’. PKK’e li ser daxwaziya AKP’ê tevlî Xwepêşandanên gel yên parka Gezî nebû.

Rêveberên PKK’ê û MÎT’ê li Oslo yê bi hev re baklava dixwarin

Di dema hevdîtinê OSLO de AKP’ê û PKK’ê bi dewletê re li hev kir û bi dehan agirbest, bêçalakî îlan kirin. Divê Murad Qarayilan derkeve pêşîya gelê Kurd û ka ser çi bi Mît ê re hev kirin e yek bi yek bibêje.

Bi mehan li Osloyê muzakere hatin kirin. Gava Mistafa Qarasû û Nûriye Kesbîr (Sozdar Avesta) li Osloyê bi efserên Mîtê re baklava dixwarin, sohbet dikirin û pesnê hev didan. Li qadan girseya PKK’ê bi dirûşma “jîyana serokê me di xeterîyêde ye” xwepêşandan dardixistin û gerilla jîyana xwe ji dest dida. Heke cemaeta Gulen qeydên deng ên hevdîtinên PKK’ê û Mîtê yên li Osloyê belav nekiriba agahîya gel bi van hevdîtinan çênedibû. Jixwe kes rastiya naveroka wan hevdîtinan nizane.

Bi rastî divê PKK’e çi rave bike?

Niha çi wateya xwe nîne ku PKK’e bibêje me bi Erdogan re hevdîtin dikir. Jixwe her kes vê dizane. Dema dihat gotin bi dewletê re hevdîtin hene PKK’ê xwe diçirand û digot tu hevdîtin nîne. Niha jî bi ravekirina mijarên dem derbasbûyî dixwazin siyasetê bikin.

Lêbelê, li vir tiştên ku hewceye ku PKK’e rave bike ev in:

  • PKK’e Piştî 2013’an li gorî talîmatên kîjan baskê dewleta Tirk tevdigerî ya.

  • Çima PKK’ê di hilbijartinên 2014’an de bi Erdogan re tifaqî bo ava kirina hukumetê li hev nekir?

  • Kê kesên wek Sırrı Sûreyya Onder wek qeyûm li ser siyaseta kurd tayîn kir?

  • Di şerê Xendekê de yê sala 2015’an de kê ji PKK’ê re got “Xendeka bikole”?

  • Di tektîka kolandina xendekan PKK’ê çi bi dest xist? 11 bajarên Kurdan, nêzî hezar ciwanên Kurd bûne qurbana kîjan peymanê veşartî?

  • Bi fermana kê YPG ji Efrînê derket?

Rewşenbîrên Kurd divê van pirsan ji PKK’ê bikin. Nexwe tu wateya wê nîne ku PKK’e bibêje me çi hevdîtin bi CHP’ê re pêk neaniye. Ew destê nepenî yê ku berê PKK’ê û AKP’ê gihandiye hev, ango ew baskê veşartî yê dewletê, niha jî CHP’ê û PKK’ê tîne cem hev.

Bê guman divê siyaseta Kurd hevdîtinan bike. Lê ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest bixin divê ev hevdîtin bên kirin. Ji roja ku Ocalan anîn Îmraliyê heya niha dewleta Tirk çi xwest, PKK’ê bê beramber go erê û kir. Ji Apo ra gotin gerîla şûnda bikişîne, wî kir; Gotin agirbest çêbibe, wî kir. Lê mixabin kurdan tiştek bi dest nexist. Ji bo zimanê kurdî tu daxwazî yên Ocelan çenêbûn. 

Ne di hevdîtinên PKK’ê yên berê de û jî yên niha da çi daxwazîyên mafên gelê Kurd yên sîyasî nahên kirin. çi hêvîyên gelê Kurd bi hevdîtinên PKK’ê û dewletê yên nepenî têne kirin nîne.

PKK’e ev 40 salin Kurdên Bakur kirine qurbana danûstandinên veşartî yên bi dewletan re. Yên vê dîroka PKK’ê dizanin baş fêm dikin ku wê ji pêwendîyên bi CHP’ê re jî tiştek bo Kurdan çênebe.

Pustên heman beş