Divê Kurd dengê xwe bidin, dernekevin kolanan û li malê xwe rûnin

Divê Kurd dengê xwe bidin, dernekevin kolanan û li malê xwe rûnin

 ji bo hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoya Tirkiyê çend seatek mane. Erdogan û AKP wê bên hilbijartin an naa êdî ne nîqaşeke lokal e. Ji ber ku Erdogan ne wek memûrekî dewletê, wek serokekî Tirkiyê îdare kir û sîstema xwe ava kir. Di sasîyên dewletê yên bingehî de weke artêşê, dadgeriyê, hêzên ewlehiyê û hwd de gelek cihên di xwe cibecî kir. Lê ger mirov bibêje ku Erdogan hemû saziyên dewleta tirk bi rê ve dibe, wê şaş be. Erdogan serweriya hemû dewletê nake.

“Gelo Erdogan wê bi hilbijartinê biçe?”

Xuya ye baskê dewleta ku Erdogan nagire serwer bibe û xwediyên berê yên dewleta Tirk ên ku hatin bêserûberkirin û li Amerîka û Ewropayê bi cih bûne jî xwedî hêzeke giring e. divê  nayên biçûkdîtin. Bi her awayî, sînerjiya ku li dora tifaqa Millet û Kiliçdaroglu çêdibe, ne karê partiyek wek CHP û partiya baş(ÎP) tenê ye. ev hêz ku xwediyên berê yên dewletê yên veşartî ava kirin e. helbijartin  ne yên wek sala 2018 an ku CHP hember Erdogan Muhherem Înce derxisti bû. Di rastiyê de dewleta Tirk di nava xwe de şer dike. Her kes vê rastiyê dibine û dizane. Û pirsek heye ku her kes bi kelecan li bersiva wê digere: “Gelo Erdogan dê bi hilbijartinê re here?”.

“Tirkîye wê ber bi şerê  navxweyî here?”

Gelek nişane û cavdêrên sîyasî dibêjin ku Erdoganê ku xwe kirîye sîstema dewletê û gelek saziyan bi rê ve dibe û grûpa wî bi hilbijartin naçe. Ger Erdogan bixwaze biçe jî, li gorî pergala wî, kesên gel wî deriyê ranta aborî û siyasî digirin, nahêlin ew biçe.

Yanî dibe ku di sibeha 15 ê Gulanê de Tirkîye xwe nava agirê pevçûneke navxweyî bibine.

Beriya salên 1980î Tirkiye di bin navê nakokiyên baska rast-çep de rastî pevçûnan hat, ku rêveberiya her du baskên jî dewletê dikir.

Piştî salên 2000 î, bûyerên Geziyê yên 2013an û pevçûnên 15 ê Tîrmeha 2016 an nîşan didin ku li Tirkiyeyê potansiyelek bi bû şerê navxweyî heye. eger rewşeke wiha çêbibe, rejîma Erdogan rêxistinkirî û xwedî tecrûbe ye wê li ser şerê kolanan serwer bibe.

Rewşa nakok ya ku me li jor behs kirî, yek ji îhtimalêk piştî hilbijartinê yê xeternak e. Ger îhtimalek wiha çêbibe, “Kurd wê çi bikin?” Pirsa herî  girîng  ev e.

Dûberî ya HÜDAPAR û PKK û metirsîyên wê

Li Bakurê Kurdistanê du pêkhateyên radîkal hene. Yek Hûda Par e û ya din jî pêkhateyên ser bi  PKK ê ve.

Partîyên wekî HDP, Çep Kesk û hwd tenê ji bo tabela ne. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê yên wek Colemêrg, Êlih, Wan, Mêrdîn, Amed, rêxistinên HDP ê rasterast ji aliyê kadroyên PKK ê ve û carnan jî ji aliyê gerîllayên li herêmê ve tên birêvebirin. Ji ber ku niha gerîla tune ye, kadroyên bajêran birêve dibin.

HÜDAPAR partîyeke dîroka wê vedigere dawiya salên 1980 ya û li gel Hîzbûllahê têkildar e. Ev jî weke  PKK ê ji  destpêkê ve bi çekdarî tevdigeriya û li dijî mûxalîfên xwe kuştin kir û çek bikar anî.

Her du pêhhate(Pkk-Hîzbûllah) ji salên 1990 heya salên 2000 î dijî hev di nava pevçûnekê de bûn.  Piştî sala 2000 î li derdora Zanîngeha Dîcleyê du caran li hev ketin. Lê pevçûn mezin nebû.

Lê di 6-7 ê Cotmeha 2014 an de bi bûyerên Kobanî re şerekî metirsîdar rû da. Piştî ku HDP ê ji bo Kobanê bang li gel kir ku dakevin qadan, bi taybetî li Amed û Êlihê li gelek bajaran serhildana gel hate lidarxistin.

Kurd ji bo piştgiriya Kobanî daketin kolanan. Ev çalakî ne tenê ji bo piştgiriya PKK û HDP ê bûn. Kurd bi hestên millî-netewî daketin kolanan. Li gorî rapora weqfa mafên mirova di van bûyeran de 46 Kurdan jiyana xwe ji dest dane. Bi sedan kes hatin girtin û birîndarkirin.

Lê aliyê herî balkêş ê van bûyeran ev bû: Hêzên kul i ser navê HÜDAPAR û HDP ê daketin kolanan li bajarên girîng ên weke Êlih, Amed, Çewlik û Mêrdînê li hev ketin. Hin alîgirên HÜDAPAR ê jiyana xwe ji dest dan.

Gelo dê piştevanên HÜDAPAR û PKK ê li hev bikevin?

Yanî di navbera herdu partiyan de nakokî heye ku ji salên 1990 î û vir ve didome hene û piştevanên wan li hemberî hev tûj bîne. Bi tevlêbûna HÜDAPARê di nava Tifaqa Cumhur a bi pêşengiya Akp ê de rakêşan zêde bû.

Niha xeterî ji vir dest pê dike. Eger Tirkiye piştî hilbijartinên 14 ê Gulanê rastî bûyerên navxwe were, ev her du layen dê çi bikin?

Bi rastî, em dikarin bibêjin ku her du layen jî wê bixwazin rûbirûyî hev werin.

Piştî salên 2000 î PKK ê her tim li hincetan digeriya ku êrîşî HÜDAPARê bike. Dibe ku PKK ya ku bi taybetî di van salên dawî de li Bakurê Kurdistanê hêz û nirxê xwe ya leşkerî winda nekiriye, HÜDAPAR bike hedef. PKK ê her tim di bin navê şerê li dijî dewleta Tirk de, êrîşî gele Kurdan kiriye. Hejmara kuştiyên kurdên bi deste PKK’yî li bajarên Bakurê Kurdistanê ji hejmara leşkere tirk ên PKK ê  kuştî zêdetir e. Armanca sereke ya PKK ê êrîş kirina Kurdan e.

Êrişên PKK ê yên bi baskên dewletêre hevbeş dikirin her tim vedişart. Li aliyê din HÜDAPAR, bêyî ku hewce xwe veşêre , bi awayekî eşkere dewletê re tevdigeriya. Bi taybetî jî bi ahtina hikûmeta Akp ê bi xwebawertir li gel dewletê tevgerîya. 

Her du hêz jî xwedî dîrokeke balkêş û bi dewletê re girêdayî ku bê ravekirin e. Ev maqale ne cihê wê ye. Lê ev kurtedîrok jî nîşanî me didin; ku pevçûnek li Tirkiyê rûbide ji bo Bakurê Kurdistanê jî xetereyek mezin wê bi xwe re bîne.

Divê kurd neyên vê lîstika xeternak

Pêşikîya van her du partiyên Kurd pêşxistina pêkhateyên xwe yên siyasî ye. Her du partî jî ne xwedî armance yekîtîya Kurdan e. ne xwedî bernamekî ku pêşî li mirina ciwanên bigirin û cudahî û cûdaxwazîyên navbera Kurdan rebikin. Ger PKK ji bo xwe pêwîst bibîne, bi hezaran mirov bimirin jî wê gel derxîne qad û kolanan. Mînak PKK ê baş dizanî ku sala 2015 an de dê bajar wêran bibin, tenê ji bo ajandeya xwe ya siyasî pêvajoyek bi navê berxwedana rêveberîya xweser da destpêkirin. Bi sedan karmendên xwe feda kir, bi hezaran Kurd bê mişext bûn, Cizîr wêran bû. şûnwarên Sûrê yên dîrokî ya li Amedê hat herifandin. Yanî heke ajandayeke siyasî ya PKK ê hebe bêtirs, dikare her tiştî bike qurban. Berê Ocalan jî gotibû “Di be ku rojê 30 hezar mirov jî bimirin” ev axiftin nîşan di de ka PKK çiqas dikare bêhişmendî tevbiger.

Baskê ku dixwaze AKP ji holê rake, dizane ku li derdora CHP ê ya çîna navîn û Tirkên sipî wê nikaribin li kolanan bi AKP ê re şer bikin. Ji bo vê jî dixwaze Kurdan li hember girseya AKP ê ya kolanan derxîne

HÜDAPAR partîyekî bêtir xwe veşartî ye, lê ji kuştina kurdan xwe nade paş. Dibe ku AKP ê jî di tifaqa xwe ya bi HÜDAPAR re ev hesaba şerê Kurd-Kurd kiribe.

Madem ku helwesta herdu partiyan ev e, wê demê divê Kurd xwe ji herdu alîyan biparêzin. Divê ti Kurd dernekevin kolanan. Welatparêz û rêwşenbîrên Kurd ên resen divê ji raya giştî re bibêjin dernekevin kolana. Dest jê berdin bila vê carê Tirk derkevin kolana û  bila şerê hev bikin. Lê bi ti awayî gelê kurd şerê Tirk û Tirk de nebin alîgir. bi taybetî ji bo tirkiyê xwe nedin kuştin.  Ji bo me ferqa se yê sipî û yê reş nîne.

Pustên heman beş