Li Rûbaroka navçeya Colemêrgê deriyê gumrikê yê nû hat vekirin. Deriyê nû yê gumrikê yê li gundê Zêtê yê di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Federal de hat vekirin. Bi vekirina vî dergehî, çûnûhatina navbera Colemêrg û Hewlêrê hêsan kir. Piştî deriyê gumrikê yê Serzêrî (Çelê) deriyê gumrikê yê duyemîn di navbera Colemêrg û Herêma Federal a Kurdistanê de tê vekirin. Ev derî dê tevkariyeke cidî li jiyana bazirganî û civakî ya li herêmê bike û geşedarî bi xwe re bîne.
Mîrinşîna Soran û ya Colemêrgê ji nû ve gehiştin hev
Deriyê Sînor ê gundê Zêtê yê devera Gerdîya ku erdnîgariya Colemêrgê, Mêrgesor, Soran û Rewanduzê dike yek, Mîrektiya Soran û Colemêrgê ya ku bi sedsalan desthilatdarîya herêmê kirî bi hev re girêdan. Sînorên ku di sala 1926’an de bi Peymana Enqereyê hatin xêzkirin derbeke mezin li tevnê civaknasiya herêmê xist û gelê herêmê mehkum kir ku bi hesret û kesera gund û lêzim ên xwe yên li ser sînorên her du dewletên dagirker bijîn. Vê peymanê Eşîr, gund, tax, malbat, mêrg û durîngeh perçe kirin. Kevirên sînor hatin danîn hema bêje mîna kevirên gorên qewmê Zagrosî yan bûn, ku ew Zagrosî yên di dîrokê de rê neda bû tu dagirkeran.
Herî dawî Piştî serhildana Seyît Ebdullah, neviyê Şêx Ubeydullah Nehrî sala di 1925’an, malbata Nehrîyan ku rihê sereke yê neteweperweriya Kurd bû, ji hev belav bû. Êdî qedera vê erdnîgariya qedîm ne di destê nevîyên Şêx Ubeydullah de bû û ne jî di destê neviyên Mîrê Kor ê Rewandizî de. Qaymeqamê Rewandizê yê ji binemala Nehrîyan yê dawî Seyît Taha jî nekarî xwe ji parvekirina aqûbeta malbata xwe rizgar bike. Lê gelê herêmê ti carî ev sînorên bi zorê hatin danin nas nekirin. Tevî hemû qedexe û astengiyan gelê herêmê nasnameya xwe ya civakî û çandî parastin. Medreseya Kelat (Nehrî) ya dîrokî li ser cihana fikrî û bawermendîya gelê herêmê de xwedî roleke diyarker bû. Di heman serdemê de rêbaza tekya Barzanî jî di warê siyasî, civakî û îdarî de dewrekî dewletê dileyîst. Loma dergahê Barzan, ku berhema heman çavkaniya civakî û çandî ye, rêberî ji wî rihê niştimanperwer yê Kurdayetî kir û ew bi rê ve bir û ew kir hêzeke desthilatdarîya millî û neteweyî.
Barzaniyên ku mîratgirên berxwedan û peymana vê erdnîgariyê ne, bi awayekî fermî ala Kurdistanê li herêma sînor bilind kirin
Weke rasthatinek an jî emrê dîrokê; di sala 1932’an de Şêx Ehmed û birayê wî Mela Mistefa Barzanî û serhildêrên deverê li dola Zêtê hember êrişên balefirên Birîtanîya (RAF) û artêşa Iraqê berxwe dida. Rayedarên dewlata tirk yên gundê Rizê-Girana (Gerdî) jî dixwestin xwedan û mûrîdên wî bêçek bikin. Lê Îro neviyê nemir Mela yê bi wî hatî navkirin Mistefa Barzanî (Babo) li heman gundî û heman şûn ala Kurdistanê bilind kir. Rêûresmên vekirina dergehî de rayedarên dewleta tirk hemberî sirûda Ey Reqîp rêz girt.
Deriyê gumrika Zêt ku îro hat vekirin, tenê rewşa fîîlî ya herêmê fermî kir. Lê belê teqez wê geşedanên girîng bi xwe re bîne.
Berxwedana Gerdîyan plana îmhayê ya PKK’ê ji nav bir
Vekirina vî deriyê gumrikê rastiyeke din jî îsbat dike. PKK’eya ku ji sala 1982 an û vir ve li herêmê bi awayekî pir aktîf kar dikir û bandor li deverê dikir, desthilatdariya xwe ya li herêmê winda kir. Şemzînan (Şemzînan) cihê ku PKK’ê dest bi şerê xwe yê çekdarî yê ewil kir û guleya ewil lê hat teqandin. Ji aliyê sembolîk ve PKK li erdnîgariya ku dest bi têkoşîna çekdarî kir bi çekdarî jî têk çû. PKK ya ku bi salan e bi eşîrên herêmê re bi taybetî jî bi Gerdîyan re di nav nakokiyan de ye, bi vekirina vî derî nîşan dide ku Gerdî bi ser ketin.
Eşîra Gerdî bû astenga herî mezin li pêşiya taktîka PKK’ê ya ku xeta Avaşîn-Zap bi Xakurkê ve girê dide û herêmê vediguherîne qada şer. Dilsoziya Gerdîyan a bi axa xwe re ew li hember PKK’ê serxist in. Gerdîyan li dijî plana PKK’ê ya desteserkirina axa wan bê navber şer kir. Rewşeke wisa hat ku gerîlayên PKK’ê di salên 1990 î de digotin “mirîşkên Gerdîyan jî çekan digrin û şer dikin”.
Gerdî bi ser ketin, PKK ê winda kir
Plana PKK’ê ya vekirina korîdora şer a ji vê herêmê heta Botanê, encax bi hilweşandina eşîra Gerdîya dikarî pêk were. Ji ber vê taktîka bêwate, PKK’e bû sedema valakirina bi sedan gundên li ser xeta Botan û Colemêrgê. Di çarçoveya vê plana taktîkî de armanca sereke ya PKK’ê desteserkirina Gerdiya bû. Di navbera salên 1988-1999’an de armanca sereke ya hêzên eyaleta Zagrosê yekkirina çiyayê Govende û Gostê-Xakurkê bû. Ew jî rewşek bû ku tenê bi valakirina Gerdîyan dikarî pêk bihata. Ji bo vê pêngava stratejîk PKK’ê hemû hêza xwe ya leşkerî û ezmûna şer xerc kir, lê di encamê de Gerdî bi ser ketin. Eşîra Gerdî bi salan di vî şerê bêexlaqî yê PKK ê de bi dehan jin, zarok û jin şehîd dan.
Îro em dibînin ku ew PKK ya ku di got ezê Gerdî bi Xakûrkê ve girêdim, neçar bû û Xakûkê ji artêşa Tirk re bihêle. Jixwe ger îro bi rêya dola Zêtê û Hopê deriyê gumrika navneteweyî ji Şirwanê re tê vekirin, ev belgeya herî berbiçav e ku PKK di warê leşkerî de şikestiye. Ji ber ku ev herêma ku em behs dikin, herêmek pir stratejîk e ku PKK ev 40 sal in bê navber di bin serdestîya wê da bû. Sêgoşeya Dola Zêtê, Geliyê Hopê û robarê Hecibeg yek ji qadên sereke yên fermangehên PKK ê bû. Niha ev cih bûye rêya sereke ya deriyê gumrika Zêt ye di navbera Tirkiye û Herêma Federal a Kurdistanê de. Ev jî nîşan dide ku PKK ê winda kir û Gerdî bi ser ketin. Vekirina vî deriyê nû yê gumrikê nîşaneya têkçûna PKK’ê ye. Serkeftin ji gelê me yê her du aliyên sînor re.