Çima HDP’ê di hilbijartinan de deng winda kir?

Di hilbijartinên 14 ê Gulanê yên li Tirkiyeyê hatin kirin de gelek partî beşdar bûn. Hemiyan hinek tişt winda kirin an bi dest xistin. Lê HDP’ê di meclîsê de windahiya herî mezin xwar. HDP’ê di vê hilbijartinê de ji MHP’ê jî kêmtir deng wergirt.

HDP’ê di hilbijartinên Hezîrana 2015’an de 6 milyon û 58 hezar û 489 deng girtibûn û rêjeya wê ji sedî 13,12 bû. 80 kursiyên parlamentoyê bi dest xwe ve anî bûn.

Di hilbijartinên meha Gulanê yên îsal de rêja wê ket sedî 8,81 deng an.

Dengên HDP’ê û hejmara kursî yên wê kêm bûn. Ger AKP’ê di hilbijartinên 31 ê Adara 2022’an de benda ji sedî 10 nedaxistiba sedî 7 an, îhtimaleke mezin HDP’e ne dikarî benda hilbijartinê derbas bike û da derveyî meclîsê ma ba.

Sedema vê kêmbûna dengen HDP’ê ji çî ye?

Sedema windakirina dengan ya ku HDP her sal perçe perçe tê jiyîn ne ji ber polîtîkaya xelet a taktîkî û ya demkî bû. Pisûleya HDP’ê layenê xelet nîşan dide. Hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê alîgirên ku dengên xwe didin HDP’ê Kurd in. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurdan heye dengên xwe didin HDP’ê. Hêviya wan çareseriya pirsgirêkên kurdan e. Lê li nîşangeha pisûleya HDP’ê ne li Kurdistanê ye berê wê li Tirkîyêye. Helbet heke qîbla xelet be wê îbadet jî xelet be.

Kurd ne ku çepgir in piştgirî didin HDP’ê, ne ji ber ku ekolojîst in, ne ji ber ku anarşîst, femînîst in û hwd. Ji bo ku pirsgirêka Kurdan çareser bike Kurd piştgiriyê didin HDP’ê. Li aliyê din HDP bêyî ku bibîne Kurd çi dixwazin, pêdivî çine bi lezgînî di nava hewldanên Tirkbûnê de ye. HDP ji rastîya Kurdan qut bûye. HDP enerjiya kurdan; di berjewendîyê çepên tirkan, partiyên tirkan û li ser macerayên îdeolojîk xerc dike. Ev yek di nav Kurdan de dibe sedema silbûnê. Girseya HDP’ê nîqaşa Tirkbûnê êdî bêwate û ne di berjewendîyên xwe de dibîne. Kurd siyaseteke netewî û Kurdistanî dixwazin.

Rêveberiya HDP’ê ya Diyarbekir ne Kurd in. Di nava hevserokatiyê de jî Kurd nînin. Di nav kesayetên sereke yên siyasî de jî Kurd nînin. Ev kesên nijad û fikir ne Kurd mifa ji dengen Kurdan distinin lê mixabin Kurd HDP’ê birêve nabin.

HDP îradeya xwe ya partiyê nîne. HDP ji roja ku hatiye damezrandin ji aliyekî ve bi talîmatên Îmralî û Qendîlê û li aliyê din ve jî telîmatên îstîxbarata Tirk MÎT û çepê Tirk tevdigere. Îradeya rêveberiya partiyê nîne. PKK di hilbijartinan de li ser tifaq, namzet, şîar û çalakiyan biryar dide. Hevserok, wekîl û rêveberên wê guh didin biryara Qendîlê. Li gorî pêdvîyên gel û sîyasetê, biryaran nagire û nikare bigire. Rêveberî, wekîl û xebatkarên HDP’ê dizanin cihê ku wan erkdar dike ne gel e, rêveberên Qendîlê ne.

HDP Hilbijêran ji bo xwe wek kewê rekê de dibînin. Beşek ji dengdêrên HDP’ê dilsozên PKK’ê yên radîkal in. Li aliyê din qismek her çiqas ji siyaseta HDP’ê hez neke jî bi hestyarî deng dide û dibêje li ser xatira ciwanên jîyana xwe jidest dayî. HDP we difikire ku ev girse mecbûrî wane, ez çi bêjim dê wê bike. Ji ber vê yekê jî guhdarî daxazîyên gel nake. HDP hêza gelê Kurd kêm dibîne.

Di serî de Selahattin Demirtaş û tevahiya rêveberiya HDP’ê ji bo xwe bi civaka Tirk bide qebûlkirin hemû sivikahî û şeqlebanî dike. Bi stranên tirkî yên gelerî û pêkenokan hewl dan raya tirk qezenc bikin, lê berovajî vê yekê derket û kurdan jî winda kir.

HDP’ê di 22 ê Adarê de dema bal kişand ser Kiliçdaroglu di esasê xwe de wenda kir. Divê HDP bêyî ku xwe bispêre gotinên çep û îdeolojîk ên tirkan berê xwe bide kurdan û bi partiyên kurdan re namzetê serokomariyê destnîşan bikira. Eger ev yek bihata kirin, wê Kurd di hilbijartina serokomariyê de bibûne xaleke sereke û kilîlka çareserîyê û navnîşana gotûbêjan. Ji ber ku ev yek nekir, HDP di serdema hilbijartinê de li pay CHP’ê û Kiliçdaroglu hat xirikandin. Niha jî mecbûre di dûra duyemîn de jî heman tiştî bike. Ev jî bû sedem ku HDP di eslê xwe de pozîsyona xwe ya sereke winda bike. HDP berê Kurdan da dergehê CHP’ê û gel jî dengê xwe da CHP’ê.

cemawerê HDP ê peyv û kesayetên Kurdistanî dixwaze. Lê HDP jî berovajî cemawerê xwe tevdigere. Ne daxwazên wan û ne jî namzetên wan Kurdistanî ne û ne. Mînak Mûş yek ji cihên herî welatparêz ên Kurdistanê ye. Lê belê namzetê sira yekem ê HDP ê yê Mûşê yekî ne Kurd bû. kesekî bi navê Sezaî Temellî yê xelkê Stenbolê be. Gelê Sezaî Temellî jî xwe nabîne ji berk u Kurdî nizane û kurdî naaxive. Helbet raya giştî van namzetan weke namzetê xwe nabîne. Gelê Mûşê ji bo vê çi kir, dengê xwe neda Sezaî Temellî. Di hilbijartinên 2019’an de li Mûşê rêjeya dengên HDP ê bû 101 hezar û 744. Îsal rêjeya dengan daketiye 94 hezar û 655an. Ji ber bertekên gel 7 hezar deng winda bûn.

HDP ê li Amedê Ji ber ku namzetê Qendîlê bû, Bedran Ozturk bû namzetê yekemîn. Lê belê M. Emîn Aktar ê ku xelkê Amedê ji nêzîk ve nasdike û bi nasnameya xwe ya Kurdayetî diparêze weke namzet di rêza 9 an hat destnîşan kirin û nehat hilbijartin. Di encamê de HDP ê li Amedê 50 hezar deng winda kir.

HDP û YSP’ê roja piştî hilbijartinê daxuyaniyek dan û qebûl kirin ku têk çûne û gotin ew ê xwe rexne bikin. Lê Pirsgirêka HDP ê bi xwe rexnekirinê ve çareser nabe. Divê HDP xwe ji nû ve biafirîne. Di avakirina HDP’ê de armanca tirkbûnê bê rakirin û Kurdistanîbûn bê pejirandin. Rêvebirên wek Pervîn Buldan bê rawişt û şîlo ku HDP gihandine vê asta jêr, divê îstifa bikin.

Kurd êdî HDP a ne Kurdistanî ne mecbûre li serpîşta xwe bigêrine.

Pustên heman beş