Jin di nav PKKê da – “2”

Newal keçeka Wanê a Bakurê Kurdistanê ye, weke bi hezaran keçên din ji boy eşqa welatê şêrîn tevlî PKKê dibe, lê roja ewl rastî şûkeke mezin tê wexta dersa yekê a rêxistinê bi sernavê “Pêşmerge dijmine”  werdigre.

Partiya Karkeran, bi hezaran keçên Kurdan xapandine, revandine û bi darê zorê kêşî çiya kirin, lêbelê beşek jê bi kêfa dilê xwe û ji boy pêşî girtina li sitema dewleta Tirk tevlî bûn, Newal a Wanê yêk ji wan bû ku bi refeke hevalên xwe re zanîngeh hiştî û di temana 18 saliyê de berê xwe daye Bayezîdê û çiyayê Agiriyê.

Newalê serhatîya 9 salên xwe yên di nava rêxistinê de ji boy “Nejdet Boldan” aşkere kirin ku di pirtûkekê de bi navê “Jin di nava PKKê de” hatine dokyoment kirin, tevî Newalê, çîroka 10 jinên ku ji rêxistnê qut bûne di vê pirtûkê de hene, emê bi kurtasê ji boy xwendevanên bi rûmet yên “Darka Mazî” vegêrin.

Dersa yekê: Pêşmerge dijminê me ye

Newal xwendekara zanîngeha “Yuzuncî yil” ya li Wanê bû di sala 1992an de ew bi refeke hevrêyên xwe re ji Wanê derbasî Bayezîdê dibe û ji wir diçe çiyayê Agiriyê û li wir hevalên PKKê dibîne.

Newal dibêje: Bi gihîştina me bo nava hevalan me Osman Ocalan dî, wî ji me re go li vir pir zehmetî hene divê hûn xwe fêr bikin û derbara dersûkê jî ku bi gihîştina me li serê me kirbûn, Osman go tiştek siruştî ye!.

Newal axaftina xwe wusa didomîne: Ewl car dersok li serê me kirin, em li kampa şehîd Bêrîvan man, em 3 girûpên jinan bûn, hevaleka jin li wir hebû jê re di gotin “Dîlana Cendirme” , Dîlan li Ewropayê bû, nêzî Ocalan bû wexta hatiye desteser kirin, paş girtina Ocalan ew ji PKKê qut dibe. Em tevlî xula perwerdê kirin, 80% a keçên li wir xwendekarên zanîngehê bûn û di xula perwerdehiyê de PKKê tiştên sade û kilasîk di gotin, dîroka Kurdistanê, cografiya Kurdistanê û damezrandina PKKê, rêxistinê em berhev dikirin.

Newal dibêje: Li wir ez bê hêvî mam ji ber ku tişta wan di xula perwerdê de ji me re digotî min bêhtir jê di zanî min li zanîngehê xwendbû, lê piştire bo min zelal bû ku PKKê di xwest fikir û aydolojîya xwe li jêr navê perwerdê bi me bide qebûl kirin, tevî vê, rêxistinê em ji boy şerê li dijî Pêşmergehan amade dikirin, sal 92 bû ku şerê Başûr destpêkirbû, PKKê ji şerê li dijî Pêşmergehan re digo “Şerê Başûr”.

PDKe temsîla Birîtanya dike

PKKê di şerê li dijî PDKê û YNKê yê 1992an de kesên bihêz dibirine eniyên pêşiyê yên şer, ez di tîma çeka doşkê de bûm PKKê dewam ji me re di go “Pêşmerge dijminê me”  ye, PKKê ji PDKê û YNKê re ne digo ev hêzên Kurdî ne, di go em şerê impiryalîzmê dikin û ev hêz nûnertîya impiryalîzmê dikin, niha jî eynî tişt dibêje.

Newal dibêje: PKKê herdem digo PDKe û YNKe nûneratîya Kurdan nakin, ew nûnertîya sîstema impiryalîzma cîhanê û hinek dewletan dikin, PKKê digo PDKe temsîla Birîtanya dike û Birîtanya jî dijmina sereke ya gelê Kurde, piranîya xulên perwerdê yên di sala 1992an de ders wusa bo kadroyan dihatin gotin, bi kurtasî PKKê ji Gerîla û kadroyan re digo: PDKe û YNKe dijminên sereke yên gelê Kurdin û wusa mejîkê wan tejî dikir.

Derbara şer jî Newal dibêje: PKKê nikarî di şerê li dijî Pêşmergehan de serketinê dest bixe, ji ber vê jî dewam PDKe û YNKe weke dijimin nas kirine û nehiştyie tu carî kadroyên rêxistinê rastîya PDKê û YNKê bizanin.

Di beşeke din de, emê behsa dîroka Kurdistanê bikin, kanê PKKê bi tu awayî bo kadroyên xwe dersên dîrokê di xulên perwerdehiyê de dibêje.

Pustên heman beş