Gelo îdiayên PKKê rastin, PDK di hilbijartinên Tirkiyê de piştgiriya kê dike?

pdk-pkk-hdp-akp-chp-turkey-election-barzani-kurd-kurdistan-info

Ji destpêka hilbijartinên Tirkiyê ve, siyasetmedar û medya PKKê propagandaya ku PDK di hilbijartinan de “piştgiriya AKPê dike”. Ew bi berdewamî vîdyoyan di weşînin. Û hê pêşvetir çûn, herî dawî endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê Ronî Serdem jî got, “Dema AKP têk biçe, wê PDKe jî dê winda bike”.

PDKe tevgereke ku di asta navdewletî de dîplomasiyê dike.

Her pêkhateyeke siyasî ji nêzîk ve ka dê kî bibe serokê dewleta cîran dişopîn e.  Çawa ku Yewnanîstan, Îran û heta welatên dûr jî dixwazin di hilbijartinên Tirkiyê de kesekî ku bi wan re baştir bixebitin ser bikeve, bê guman Herêma Kurdistanê jî dixwaze kesekî ku bi rehetî pê re karên dîplomasî dikin, serbikeve.

Çawa ku hemû hêzên sereke, dewlet, partî û sazî, weke Emerîka, Frensa û hwd. Alîgirîya xwe ne aşkere kiri be PDKê jî çi nêrîn derbarê hilbijartinên Tirkîyê de neda ne. Heta bi hesasiyeteke mezin nêzî mijarê bû, di pêvajoya hilbijartinê de gelek partî û derdor ên sîyasî xwestin hevdîtin bikin lê hemû  pêşniyarên wan hatin red kirin. Ji ber ku PDKe ne tenê partiyeke welê bê tecrûbe ye. PDKe tevgereke ku va sed sale sîyasetê dike  peymana pêk tîne bi guhnedana peymanên Lozanê ji bo Kurdan statûyeke sîyasî afirandîye. Ew bi dem û dezgehên xwe ve dîplomasî, siyaset û civaknasiyê baş dizane û di asta dewletê de tevdigere.

pêwendîyên PDKê ne bi şexsan û hinek layenên sîyasî re ne, pêwendî bi dewletan bi xwe re ne. Ji bo vê jî Tirkiye di hilbijartinan de piştgirî neda tu kesî. Ji ber ku pêkhateya ku Tirkiyê birêve dibe kê dibe bila bibe, ew kes dê li Herêma Kurdistanê re di nava têkiliyê de be. PDKe vê rastiya siyasî ya Herêma Kurdistanê baş dizane.

Navnîşana yekem a kesên ku dixwazin tiştekî ji bo Kurdan bikin: Serok Barzanî

Medya PKKê çiqas bixwaze rastiyan berovajî bike jî Serok Barzanî yekem kes e ku gava behsa Kurdan bihê kirin ew tê bîra mirovan. Kî bixwaze tiştekî baş yan jî nebaş ji bo Kurdan bike, pêşî li helwesta Serok Barzanî dinêre. Ji ber vê yekê bi awayekî xwezayî, tevgera PDKê partîya yekemîn e ku hem ji bo kesên ku dixwazin qenciyê bikin û hem jî ji yên ku dixwazin xerabiyê bikin serî lê dide. Ji bo ku êrîşî Kurdan bikin, pêşî êrîşî Serok Barzanî û tevgera wî dikin, yên ku dixwazin dostanîyê bikin jî pêşî xwe digihînin Serok Barzanî û tevgera wî.

Heta partiya Kiliçdaroglu jî, ku niha PKKe di hilbijartinên Tirkiyê de piştgiriya wî dike, heman tişt kir. Dema ku CHPê xwest li Bakurê Kurdistanê însiyatîfeke Kurdistanî pêk bîne û xweş xuya bike, yekem tişt serdana Serok Barzanî û Hewlêrê kiri bû. Di 5 ê Îlona 2022an de şandeke CHPê bi serokatiya Oguz Kaan Salici serdana Hewlêrê kiribû. Li gel Serok Barzanî civiya û silavên Kiliçdaroglu gihandin Serok Barzanî.

PKKe di cîhana siyaset û dîplomasiyê de hêza tevgera Barzanî û PDKê baş dizane. Û bi cavnebarî vê hêzê dinêre.

Gelek dersên ku PKKe ji tevgera Barzanî bigire hene

PKKe dizane ku; PDKe mîna PKKê nakokîyên navxwe naxe nava kolan û taxan, dijûn û xeberan nake û PDKe wê çawa dostanî û dijminatîyê bike baş dizane.  

Herî dawî di vekirina Muzeya Netewî ya Barzanî de me dît. Yek ji kesayetên sereke yên Tevgera Şîe ya alîgirên Îranê, Serokê Tevgera Hikmeta Niştimanî ya Iraqê Emmar El Hekîm kesekî xwedî helwestên dijminane li hember Herêma Kurdistanê ye. Di mijarên wek dagirkirina Kerkûkê de li dijî Kurdistanê xebat kir. Lê li ser navê PDKê kesê dijûn li Amar El-Hekîm nekir. Di merasîmê de amade bû. EL Hekîm di merasîmê de got: “Divê em ji tevgera Barzanî ders werbigirin”.

Divê PKKe jî helwesta PDKê, di warê dilsoziya bi dostên xwe re, bêyî ku ji rêzdarîya xwe tawîz bide têkoşîna li dijî dijminan xwe çawa dide, fêr bibe. Rêveberên PKKê Qarayilan û Cemîl Bayik radibin û bi Suleyman Soylu re dikevin nava galgalê de. Qarayilan ji Soylu re dibêje “dê tu were şer bike”. Rêvebira jin Besê Hozat radibe û di televizyonê de dibêje, “Suleyman Soylu hay ji xwe hebe, dibe ku helîkoptera wî bikeve”. PKKê şerê xwe  veguherandin şerê mafyayê, ne weke tevgerek siyasî kir kêşekî xwîndarî. Her wiha bi Erdogan û wezîrên wî re yek bi yek şer dikin.

Gelo ma PDKe nahêle ku PKKe Erdogan têk bibe?

Li gel van hemû rastiyan, ev rastiyek eşkere ye: PDKe li kîjan welatî kî/kê were hilbijartin jî ew ê li gorî prensîbên xwe helwestê bigire.

Lê dîsa jî, PKKe bi israr a dixwaze AKPê û PDKê bixe gel hev. zargotina Kurdî ya navdar heye dibêje “Keçelo navê min li te kumê min li serê te” qezîya PKKê jî ev e. Ger hûn li propagandaya PKKê binêrin, hûnê we têbigehin qey hêza ku AKPê li ser desthilatdariyê dihêle PDKe ye?!.

Lê belê, PKKe ye ku heta sala 2013 an bi AKPê re hevalbend û destebira bû. Harîkarî da AKPê da ku ew Ergenekon û Cemaeta Fethullah Gulen ji nav bibe. Ango bû desthilatdarîya AKPê rêk vebijart. Ji bo hêzbûna hikûmeta Erdogan bi dehan cara agirbest û bêçalakî pêk aniye. Îmrali û Qendîl weke ofîsa AKPê dixebitîn. Niha jî dibêje “PDKe piştgiriya Erdogan dike”. Ma PDKe li Enqereyê yan jî li Stenbolê nahêle PKKe çalakiyan bike? Bila PKKe bi fermo Tirkîye li wir e ,Erdogan li wir e, Enqere li wir e bila wan ji nav bibe. Kesê destê wan negirtîye ku ew bibêjin ka min berdin dê fermoo.

Pêwîstiya HDPê bi piştgirî kirinê heye?

PDKê di hilbijartinan de Piştgiriya tu kesî nekir, heta hat gotin ku di pevajoya hilbijartinê de hinek derdorên eşîrî xwestine serdana Serok Barzanî bikin. Ev daxwaz wan bi awayekî hişwer hatin redkirin.

Helbet daxuyaniyên piştgiriya HDPê û YSPê nedan. Madem HDPe ne partiyeke Kurdistanî ye, partiyeke Tirkî ye, wê çima PDKe piştgiriya HDPê bike?

Ma ne ev HDPe ye ku pîrejin û zarokên Şirnex û Silopiyayê rijandin ber deriyê sînor ê Xabûrê “dijûn li tevgera Barzanî dan kirin”? Ma ne ew Sezaî Temellî bû, ku bêrêzî li Serok Barzanî kir? Ma ne seroka HDPê Fîgen Yuksekdag bû ku di sala 2015 an de hember, şîreta Serok Barzanî ya ku got bû “şerê Xendekan zirarê dide Kurdan” got bila destwerdana karûbarên me yên navxweyî neke?

Em dikarin bi hezaran mînakan rêz bikin. Ma HDPe xwe Kurd dibîne ku ji tevgereke Kurd piştgiriyî bixwaze?

Em bêjin her çend HDPe jî bi sîyaseta PKKê ya li dijî PDKê tevbigere jî, lê Serok Barzanî mirovekî dil mezin û dil nimze, her çendî ew agahdarê bêwefayî,durûtî, derew û xîyaneta wane jî, kesê ku were civata wî, cih di detê. Û ew xwe hewce bikenê û alîkarî bixwaze hemû derfetên xwe peşkeş dike.  

Bi kurtî PKKe siyaseta xwe ya derew, xapandin û îftîrayê ku 40 sale dike, didomîne. PDKe piştgirîya yêkrezî û hevgirtina Kurdan dike.

Pustên heman beş