Paradîgmaya Tirkbûnê Kurd ber bi xulamî ve birin û bi faşîstên mîna Ûmît Ozdag da qezençkirin

Paradîgmaya Tirkbûnê Kurd ber bi xulamî ve birin û bi faşîstên mîna Ûmît Ozdag da qezençkirin

Kesekî wek Ûmît Ozdag li ser masê rûnişt û protokola hilbijartinên tûra duyemîn a serokomariyê bi Qiliçdaroglu re îmze kir. Ev ne serkeftina Ûmît Ozdag e, nîşana têkçûna HDP ê ye. Kurd baca siyaseta şaş a ku HDP ê di hilbijartinên 14 ê Gulanê de meşandî, didin.

Ji ber ku HDP ê namzetê xwe bû serokomarî dîyar nekir û bê şert û merc piştgirî da  Kiliçdaroglû cihê Kurdan yê sîyasî pirr lewaz û ew xistin rewşeke xerab de.

Ji salên 1970 an vir ve, aktorên siyasî yên Komara Tirkiyê wisa difikirin ku dengên kurdan diyarkereke di siyasîêde. Ji bo vê jî axa,şêx û eşîrên Kurdan ji xwe wek muxatab girtin. Kurdan wê demê dengên xwe dabûn partiyên ku bi giranî rastgir bûn. Piştî salên 1990 î rewş guherî. Dengên kurdan di navbera partiyên rast û çep de hatin parvekirin. Lê yên ku dixwestin di meclîsê de piranîya kursîkan dest xwe ve bînin pêşî hatin Amed, Elih, Mêrdîn û bajarên din ên Kurdistanê. Ji ber ku her kesî dizanibû ku Kurd wê hevsengiyê biguherînin.  Vê yekê jî derfet da Kurdan ku danûstandinê bi partîyên Tirkan re bikin. Bi taybetî jî piştî hilbijartinên Tirkiyê yên sala 2001 ê dengên kurdan pir biqîmettir bûn.

Lê ji ber çi sedemê dibe bila bibe ev dengên kurdan ji bo kurdan çi destkeft bi xwe re ne anî. Kurd ji pergala înkar û îmhayê rizgar ne bûn. Sedema vê jî ne tenê kolonyalîzma Tirk e, her wiha serwerîya PKK ê ya li ser tevgerên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî şirîkê vê rewşa xerab e.

Di 2005 an bi damezrandina Partîya Civaka Demokratîk heta damezrandina BDP ê heta roja me ya îroyîn û HDP û YSP ê ku li şûna wê hatin avakirin, bûne cihê jinav birina nasnameya sîyasî ya Kurdî. Kurdan 15 milyon dengen xwe dan YSP û wan jî bêyî ku li berdêla tiştekî bixwazin, ew deng xistin bêrîka Tifaqa Millet, CHP ê û Kiliçdaroglu de.

Rêjeya dengen Ûmît Ozdag 2,2 û dengên wî 1 milyon û nîvin . Rêjeya dengên HDP ji sedî 8,8 ê 4 qat zêdetir e. Lê Ozdag ku dengê wî hemî bi qasî dengên Amedê ye, radibe û siyasetê dike. Ji aliyê din Kurd bi vê rêjeya dengên xwe ve jî xulamî jê re dimîne.

Cihê ku siyaseta tirkbûnê Kurdan bigihînê xulamtî ye. Kurd bûne qurbanê polîtîkaya Tirkkirina PKK ê ya ku Ocalan li Îmraliyê nivîsandiye. Ji ber ku ev encam nîşan dide ku pirsgirêka Kurd êdî ne pirsgirêka bingehîn a dewleta Tirk e. Êdî Kurd jî di sîyasetê de ne aktorên girîng in. Pirsgirêka Kurd li gorî dewleta Tirk bêbandor bûye. Em dikarin bibêjin ku bi vî awayî pirsa kurd jî ji bo dewleta tirk bûye wek hemû pirsgirekên din, ango cewazîya wê nemaye. Bi awayekî zelaltir, Ocalan soza ku dabû dewleta Tirk bi cih anî. Ew soza ku? “Ez ê Kurdan ji bo dewletê ji xetereyê derxim û wan biken xwîna taze ya komarê.” Mixabin lê wisa çêbû.

Lê binêrin, Kiliçdaroglu dikare li dijî kurdan bisekine ku dengen faşîst û neteweperestê tirk Umut Ozdag werbigire. Serkirdeyên CHP ê û tifaqên wan ji roja hilbijartinê vir ve kurdan sûcdar dikin û dibêjin operasyon dê bidomin û behsa avakirina artêşeke taybet ya dijKurd dikin. Tişta dilşewat ew e ku hemû jî hewl didin bi dengên kurdan bên hilbijartin. Li aliyê din HDP jî mîna ku pirsgirêka kurd nîne tevdigere û behsa “mafên Jinê, ekoloji, jîngeh, demokrasi” dike. Lê encamên hilbijartinê destnîşan dike ku li Tirkiyeyê pêla neteweperestî derketiye û bilind bûye. Hestên dij-kurd zêde bûye. Kurd di derazîngek hestîyar û krîtîk de ne. Ger tiştek bê kirin, divê niha ji bo parastina kurdan û bidestxistina mafên wan bê kirin ji ber ku metirsî mezin e.

Kurd divê bibînin ku paradîgmaya li Îmraliyê, perspektîfa li Qendîlê û pêkanîna HDP ê ya pratîkî wê wan ji êrişên neteweperestên Tirk neparêze. Pradîgmaya PKK ê nasnameya Kurdayetiyê misoger neke û ji bilî xulamî yê tiştekî din ji Kurdan re bi xwe re ne anî ye.

Pustên heman beş