Her siyasetmedarekî Kurdê ku qibla wî ne Kurd û Kurdistan be wê winda bike

Selahattin Demîrtaş siyasetmedarekî Kurd ê naskirî ye û di windakirina Kurdan di hilbijartinên 14 û 28 ê Gulanê de xwedî berpirsyarî ye.

Di sala 2007’an de bû parlemanter û bi uslûp û karîzmaya xwe bal kişand ser xwe.

Kurdên ji Qendîlê û helwesta dogmatîk û sar a PKKê ya ku 40 sal in heman tiştî dibêje bêzar bûne, li dora wî kom bûn. Yekem car li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarek ji Ocalan bêhtir tê hezkirin. Ji bo vê yeke jî dem bi dem bertekên Ocalan û PKKê wî kişandin ser xwe. Lê hem dewletê hem jî PKKê dora Demîrtaş girtin û xwestin vê karîzmayê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.

Dikarîbû Kurdan li dora xwe bicivîne û bibe hêviyeke nû. Lê ji şûna ku vê bike, wî xwe avêt nav ziviroka Tirkbûnê de. Di siyaseta fedakirina Kurdan, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê de, bû navê herî nasiyar. Rûyê xwe ji Kurdan zêdetir ber bi Tirkan û çepên Tirkan ve zivirand.

Di sala 2015’an de Tirkiye ber bi guhertina sîstemê ve diçû. Di 17ê Adara 2015’an de dema ku hevserokê HDPê bû, di civîna grûpa HDPê de derket û tenê wiha got: “Em te nakin serok, em te nakin serok, em te nakin serok”.

Navenda vê polîtîkaya ku Kurd bi Erdogan re kirî xwîndar û bi wan dayî winda kirin, Qendîl bû. Yê ku ev dirûşm bû Demîrtaş peydakirî jî Parlamenterê HDPê Sirri Sûreyya Onder ê Tirk bû. Êdî Ji Demîrtaş re peyvdarîya van her du aliyan ma bû.

 Ji wê demê û vir ve ev 8 sal in hemû hewl ewin ku di navbera Kurdan û Erdogan kêşê bikin kêşeya xwîndariyê. Û di nava Kurdan de fikra “Eger Erdogan biçe dê pirsgirêka Kurdan çareser bibe” belav kir. Kêşeya Kurdan a sîyasî kirin kêşeya xwîndarî û nehişt ku Kurd bi Erdogan re muzakere bikin û Kurd ber bi Kemaîlstan ve xirikandin.

Dema ku hin rewşenbîrên Kurd ev rewş rexne kirin û ji Kurdan xwestin ku bi Erdogan re muzakereyê bikin; Demîrtaş ji wan re wiha got: “Yên ku dibêjin serokatiyê bidin û otonomiyê bistînin bila biborin, em ji bo demokrasiyê têdikoşin. Tenê ji bo Kurdan demokrasî nabe. Emê bi hev re têkoşînê bidomînin. Em demokrasiyê ji bo tevahiya Tirkiyeyê dixwazin, demokrasî tenê bi yek nasnameya nijadî nayê avakirin”.

Van gotinên Demîrtaş ji bo Kurdan serdemek nebaş da destpêkirin.

 Gotinên serokê partiyeke ku ji sedî 99 ê Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dengê xwe danê û baweriya xew pê di anî, di rastiyê de tê vê wateyê: “Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ne pirsgirêka Kurd e. Beriya pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokrasiyê heye.” Bi vî şêwazê axiftin û sîyasetê pirsgirêka Kurdan xist ber lingan.

Ji wê demê heta niha Kurdan bi hezaran zarokên xwe sipartin axê. Di şerê Xendekan de ku PKKê û dewletê bi hev re organîze kiri bû de 11 bajarên qedîm yên Kurdan hatin herifandin. Kurdan li Bakurê Kurdistanê doza xwe winda kir. Yek ji berpirsyarên vê pêvajoyê jî Selahattîn Demîrtaş e.

Wî we difikirî ku bi temborvanî, xwendina helbestan, henek kirinê ve ew siyasetê dike. Selahettîn ewqasî ji Kurdayetiyê qut bû ku malperek ji xwe re vekir û 5 zimanên malperê hebûn, lê Kurdî têde nebû.

Niha dixuye ku wî hem xwe û hem jî Kurd avêtiye nava agir. Ew Tirkên ku ji bo demokratîzekirina wan Kurd hatîn feda kirin, di şeva 28ê Gulanê de di xwepêşandanên pîrozbahiya Serokkomariya Erdogan de diqirîn û di gotin “ji Selo re sêdare”. Lê navê Selo ji bû xwe li ber çavê Tirkan şêrîn bike hati bû dîtin. Gava kevirek lingê eskerê Tirk diket Selo başqan berîya serok erkanê dewletê xemgînî û sersaxî ji wan re dixwest. Selo bi çîrokên demokrasîyê mezin bû loma hê jî “bextê rûma reş” nasnake.

Mînaka Demirtaş mînakek e ku divê hemû siyasetmedarên Kurd jê ders derxin. Her Kurdê ku qibla wî ne Kurd û Kurdistan be wê winda bike.

Pustên heman beş