Çend nêrînên pêşîn li ser kabîneya nû ya Erdogan

Çend nêrînên pêşîn li ser kabîneya nû ya Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kabîneya xwe ya nû eşkere kir. Navên di kabîneyê de hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê bal kişandin ser xwe. Ji ber ku navên ku Erdogan bo kabîneya nû hibijartî hem muxalefet û hem jî analîstên siyasî şaş kirin.

Berevajî bendewariyan muxalefetê, Erdogan hema hema tevahiya kabîneya kevin guherand. Di kabîneyê de tenê du navên berê mane. Li aliyê din kabîneya nû de kesên xwendî û pispûr hatine hilbijartin. Heta dijberên Erdogan jî, ji kabîneyê hêvîdar in. Her wusa, ji ber ku di kabîneyê de çend kurd hene, di nava kurdan de jî bûye mijara nîqaşê. Bi rastî kabîneya wezîran ya nû wê Tirkiyê pêşve bibe, wê nermbûnek bi qezîya kurdan re çêbike? Her çend hêj zû ye ku mirov li ser van tiştan analîzekê bike, lê mirov dikare çend texmîna ser bike.

Erdoğan şerê aşê ba nake

Tayyîp Erdogan beriya hilbijartinê û şeva ku hat hilbijartin jî di axaftina xwe ya pîrozbahîyê de îfadeyên pir tund bi kar anî. Daxuyaniyên Erdogan ên di merasîma sondxwarinê ya piştî dest erka xwe kirî de cuda bûn. Erdogan di axaftina xwe de got, “Em wisa difikirin ku pêwîstiya Tirkiyê bi hembêzkirina hemû rengên civakê heye. Em we vedixwînin bi hev re dest bi seferberiya biratiyê bikin. Roj roja yekbûnê û bihevrebûnê ye. Werin em silbûn ên di serdema hilbijartinê de bidin aliyekî.”

Navên ku Erdogan ji bo kabîneya xwe ya nû hilbijartî, nîşan da ku pêwîstiya Erdogan bi sere rastkirinê heye.

 Hin kes ku pirr bertekên civaka navxweyî û derve komkirî di lîsta Erdogan de cih negirtin. Wek mînak wezîrê berê yê navxwe Suleyman Soylu jî yek ji wan bû. Ew bi zimanê xwe yê pir tûj û helwestên mafyayî di çavê civakê de reş bibû. Gelek çavdêrên sîyasî dibêjin ku Soylu di serketina Erdogan de roleke girîng lîst, lê gel vê yekê jî dîsa hat guhertin.

Her wiha navên di kabîneya Erdogan de vê carê zêdetir kesên xwende ne ku di beşên xwe de dixebitin, ev jî balê dikişîne.

Di rastiyê de em dibînin ku Erdogan vê carê bertek li ber çav girtin e. Bi kêmanî ji bo niha, wisa dixuye ku ew ê hewl bide ku bertekên heyî kêm bike, dijberan kêmbike û hêza xwe nû vegerîne. Ev dê çiqas bidome, vê bi demê re diyar bibe.

Qasim Suleymanî yê Tirkan bû Wezîrê Derve

Hakan Fîdan kesekî ku raya giştî ji nêz ve dinase. Lê tu kes jî bi rastî pir tiştan li ser wî nizane. Em dikarin bibêjin Hakan Fîdan yek ji wan navan e ku rê neda pêvajoya bi navê Bihara Erebî, derbasî Tirkiyê bibe. Ew jî mîmarê planên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê, Lîbyayê ye. Gelo wî “serkeftin an têkçûn bi xwe re anî” nîqaşek cûda ye, lê di encamê de, ew navek e ku karî keştiya xwe bîne qerax ê.  Ew wek dîplomatekî, leşker û efserê îstîxbaratê û mirovekî dozdar tevgerî. Hilbijartina wî ya vê postê nîşanî me dide ku; Erdogan dê pir girîngiyê bide siyaseta derve bi taybet rojhilata navîn.

Weke dîpnotek tê gotin ku Hakan Fîdan kurd e. Heta hat gotin ku yek ji biraziyên wî demekê di nava refên PKK ê de bûye. Lê ya girîngtir ew e ku di têkiliyên bi PKK ê re rolek lîst û yek ji mîmarên pêvajoya çareseriyê li Oslo-Îmrali û Qendîl yên di salên 2012-2015 an de bû. Rêveberên PKK ê jî ji nêz ve nas dike. Herweha Hakan Fîdan ji layê PKK û Öcalan pir carna pesnê wî di hat dayîn. Di kêleka pesinên PKK ê Fîdan rêveberê pêvajoyên ku wêranî bi serê Kurdan de anî wek xendek, weke dagirkirina Efrînê, Serêkanî û Girê Sipî.

Wezîrê Aboriyê Mehmet Şîmşek jî di nav aborînasên cîhanê de cih digire. Ew jî kurd e. Em nizanin ka ew ê bikare vê krîza aborîyê çareser bike an na. Erdogan dê çi qas pêşîya wî veke em wê jî nizanin. Lê tişta misoger ew e ku Mehmet Şîmşek helbet wê cesaretê bide sermayedarên biyanî. di warê veberhênanî de wê rolek pozîtîf bilîze. Anîna Mehmet Şîmşek nîşan dide ku ew ê pêşî bi mijara aboriyê re mijûl bibe.

Kabîneya ji nû ve avakirina dewletê

Wekî ku tê dîtin, di navbera kabîneya nû û ya kevin de cûdahiyek ciddî heye. Û Erdogan bi vê kabîneyê re wê zeman bi dest bixe û hin guhertina bike, lê li aliyê din jî dê di mejiyê xwe da avakirina Komara Tirkiyeyê bidomîne. we dîyar e ku kabîneya Erdogan ne tenê rêveberiyek e, kabîneya ji nû ve avakirina Tirkiyeyê ye. Dê ferqa di navbera Tirkiyeya Kemalîst û Tirkiyeya Erdogan de hê jî vebe. Wisa dixuye ku dê di vê yekê de gavên nû û cuda biavêje.

Wê çi para kurdan bikeve?

Di kabîneya nû ya Erdogan de sê Kurd hene. Ev hersê kurd derdikevin pêş. Û nêzîkatiyeke weke ku ji vê yekê qezencek ji bo Kurdan wê çêbe an naa. Erê, ev wezîr kurd in, lê li ser esasê nasnameya kurd neketine siyasetê. Berê de jî di hikûmeta Erdogan de Kurd hebûn. Tenê ji ber ku wezîrekî kurd heye di mijara pirsgirêka kurd de gav nayê avêtin. Pirsgirêka Kurd ne tişteke ku bi zikat û sedeqan çareser bibe. Lê belê Erdogan siyasetmedarekî pragmatîk û rasteqîn e. Ger pêwîst bibîne dê ji bo pirsgirêka kurd gaveke nû bavêje. Her wiha tapûya Ocalan di destê Erdogan de ye. Ocalan ji pêvajoyan zêde pêbes nebûye û PKK ji bo vê yekê xwe amade dibîne .

Bi kurtasî, kabîneya hikûmetê ya nû nîşanî me da ku bi teqez axaftin zehmet e û Erdogan jî ne xwediyê planek yekta ye. Wî bi di hilbijartinan de rewşa Tirkiyê baş dît, ew ê hin ciqên dirêj bûyî bikezêxe û weke serokekê tevbigere. Türkiye êdî ne Türkiyeya kevn e. Heke em xwe jivana Tirkîyeya kevin bihêlîn wê şaş be.

Pustên heman beş