Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-5

Mihemed Selîm Çurukkaya Çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-5

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Mihemed Selîm Çurukkaya sebaret berisva Evdila Ocalan dema kadroyekî PKK’ê yê weke Mezlûm Dogan yan jî Mihemed Xeyrî Dormoş ew bi heval Ebdulla bi nav dikir çi dibêje?

Mihemed Selîm Çurukkaya: ez wê dinivîsim ya ku ji gotarên dirêj têgihiştîm û rêberê mezn dixwest bi zimanê xwe ji me re bibêje, “wusa xweya dike hûn gîro bûn, Xeyrî ji mêje got bû em nekarîn digel vê rewşê xwe bi rêxistin bikin, pêşî divê em şêwazê xwe biguherin, ji min re dibêjin heval Ebdulla, ev ne şêwazê PKK’ê ye, bi gotina heval Ebdulla tu min bo astê xwe nizim dikî, bibêjin rêber û min pêş bêxin, pêdivîye hûn fêr bibin û bibêjin rêber, bi şehîdbûna we gelek tişt hatin guhertin, min pir tişt ji nebûnê afirandin, min ruh da mirîyan, yê ku nedikarî baxve min îna axaftinê, min yên kure bi çav xistin û yên kerr bi guh xistin, min li cihê bi qasî serê derziyekê çiyayek mezin dirustkir, ez blind bûme, ez bi tena serê xwe bi tev dewletên împiryalîzm re şer dikim, kes heya niha nekariye min fêm bike, ez çûm asîman, bimeyzînim min her yek ji we ji cihekî vê cîhanê aniye û hûn komkirine û li vir ji we re di axivim.

Ger hûn di jiyanê de mabane nema min ev hemû taybetmendî hebûna, dev ji çûna asîman berdin, pêş derbeya 12 Îlonê we li Curnereşê û Girê Sor çek diteqandin, min bi heval Edhem re bi zorê sînorê derbas kirin û me xwe rizgar kir, lê niha bi we şehîdan re di axivim û biryaran didim, eve dibînin, rêberiya me weke rêberiya tu kes din nîye, ji ber vê yekê hinekê rêz li we digrim min hûn anîne vê saziyê.

Endamên di jiyanê de mayîn nikarin di saziya serkirdayetiyê de bibin endam, ev saziyek mezin û bilind e, yên di jiyanê de mayîn min hemû biçûk kirine û kes tuneye xwedî van taybetmendiyan be ku wan bînim di vê saziya blind de, hemû ast nizim in, hinek ji wan bazdaye û bûne ajanên împiryalîzmê, hinek eşkere bûn ku ajanên Bulgariyan, hinek ji wan xwe kuşt hin jî ji aliyê me ve wusa lê hatin, eşkereye ku wan nedixwest ez herm asîmanan û bi we hevalên bi rumet re min têkilî hebin, belê min dixwest herim asîmanan heya ku bibim Îsayê Mesîh, min lênêrî ev yek bi rêyên sade nayê kirin.

Her kesê ku nedixwest ez bifirim asîman û ez weke xwedawend mêze nedikir im û nedixwest min biperêse min ew kuştin, revandin û bi rêya şêwazên xwe yên taybet ew ber bi xwe kuştinê ve birin, yên mayî je tev min kirin kole, yên mayî jî kêrî tu tiştekî nayên, pirr mejî hişkin, nikarin nîskekî ji şewitînê rizgar bikin, berdewam min blind dikin, bi rastî jî ez pirr xweşiyê jê dibînim, lê ji wan re dibêjim: dest ji pesin dayîna min berdin û tiştekî ji xwe re bikin, hinekê pesna xwe bidin û xwe blind bikin, erka min bilind kirina we ye, bawer dikin, ya rast tam berevajî ye, erka wan bilind kirina min bû û erka min nizim kirina wan bû, bi bilind bûna min re ew nizim dibûn, bi nizimbûna wan jî ez bilindtir dibûm, wan bi baştirîn rê biçûk dikim û ji wan re dibêjim:

Serseriyên serserî, bêy şerefîne, kurên kerê, van axaftina weke teorî radixim ber sînga wan, pirr kêf xweş dibin dema ez bi vî awa bi wan re dipeyivin, ew jî dibêjin: me hêzeke mezin ji ayatên rêber wergirtin, çi bikim kole ne û bi lêborîn serederiyê bi wan re dikim, yan jî dibêjim wan: başe serseriyên kurên serseriyan, ez ji we re dibêjm kerên kurên keran, we ev xwend û we hêz ji ç wergirt? Ji ber wê yekê weku bexşendeyekî mezin ez li bendeyên xwe diibûrim.

Paş ku hûn mirin, pişkek ji zindaniyan jî min jinav birin, berê hinek ji wan da xwe kuştinê û yên mayî jî min kirin kole, ayatan destpêkir û ji min re hatin xwarê, her hefteyekê dê ji we re pirtûkekî ji ayatan bibêjim, peyva weke wehî ji wan re dibêjim bêy destkarîkirin, bi sedan pirtûkan ji wan ayatan derketine, her pirtûkê jî şoreşek despêkiriye, bendeyên min dixwînin, lê fêm nakin, tê digihîjin jî lê ya ku ez ji wan re dibêjim nikarin himberî wê çêbikin.

Pustên heman beş