KCK ê ragihand ku ew ê li Herêma Kurdistanê cînayetên nû bikin

kck-pkk-slemani-info

Bûyera xebatkarê rêxistina îstîxbarata PKKê NLPê Huseyîn Arasan yê ku roja înî ya borî li Silêmaniyê qewimî hêj nehatiye zelalkirin. Ne tenê ev cînayet, her wiha 2 kadroyên PKKê yên li Silêmaniyê hatin kuştin, Nagehan Akarsel û Yasîn Bulut, her wiha bûyerên 5 kesên din yên jiyana xwe ji dest dabûn jî nehat zelalkirin. Hinek derdor hene ku naxwazin ev bûyer bê ronîkirin.

PKKe û YNKe naxwazin kujer bên girtin

İdareya YNKê ya Silêmaniyê û PKKe li pêşiya ronîkirina cinayetan astenga herî mezin in.

hevkarîya qirêj a PKKê û YNKê Silêmaniyê dikişîne nava tarîtiyê de. Êdî Silêmanî bûye bajarê mirinê. Hemû Pêwendîyên PKKê yên qirêj, di asta aborî, siyasî, perê reş, madê hişber û hwd. Li navenda Silêmanîyê bikar tîne. Hemû cînayet li Silêmaniyê tên kirin. Di asayî de eger du kes behsa Bafil Talebanî bikin, di nava 24 saetan de îstixbarata YNKê tê agahdarkirin û bi ser malên wan de digirin wan desteser dikin. Lê her çi hikmet be ev cînayet nayên ronîkirin.

YNKe ji bo têkilîyên xwe û Tirkiyê asayî bike kujeran vedşêre. gava ku bûyerek li bajarekê pêk tê, ew dikare ketin û derketina bajêr kontrol bike û kamerayên cavdêrîyê binerin. Lê YNKe vê yekê nake. Bi vî rengî, na xwaze pêvajoya dadgehî were cêbecî kirin. Ji ber hin sedeman naxwaze bi Tirkiyeyê re rû bi rû bimîne.

Li aliyê din PKKe ji ber sedemên kûrtir û tarîtir naxwaze kujer bên girtin. Ji ber ku di her kuştinê de şopa kujer dîsa ber bi PKKê ve diçe.  Têkiliyên kujeran di nava saziyên PKKê de ne. Di bûyera qetilkirina Nagehan Akarsel a ku di 4 ê Cotmeha 2022 an de li Silêmaniyê hat qetilkirin, ew kesê ku hatin û çûn li saziyên PKKê dikir bû.

Hûn dikarin li ser lînka jêrîn xwe bigihînin nivîsa Darka Mazî ya derbarê mijarê de:

Zubeyir Aydar kujerê Nagîhan Akarsel ji ku dizane?

Ya rast ji van cînayetan herî zêde PKKe sûdê werdigire. Ji ber ku çeka herî mezin a di destê PKK ê de ew e ku bi propagandayê bêje ez mexdûrim. PKKê dîyalektîka xwe rixistinkirinê li ser cînayetan ava kirîye. Piştî van cînayetan bi mehan siyaseta mexdûriyetê di meşîne, girseyên xwe û saziyên xwe seferber dike û zemîna tolvegerî çêdike. KCKe êrîşî kê dike? êrişî dewleta Tirk dike? Naa. Tenê êrişî PDKê û saziyên wê dike. Vê carê KCKê daxuyaniyeke mezintir da.

KCK got em ê cînayetan bikin

Di Hevserokatiya KCKê de pêkhateyek bi navê Komîteya Têkiliyên Derve heye ku kare vê sazîyê rê pêşî cînayetan vekirin e. Divê karê komîteya têkiliyên derve xebatên dîplomatîk be, lê ev Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê karê belavkirina terorê, gefên kuştinê û alozî dûristkirin e. Vê komîta KCKê piştî qetilkirina Huseyîn Arasan bi kuştinê gef li welatiyên Herêma Kurdistanê kirin.

 Di daxuyaniyê de hat gotin, “derfetên MÎTê yên ku sîxoran li Başûrê Kurdistanê organize bike nîne. Her wiha diyar e ku bêyî alîkariya PDK-Parastinê ew nikare gavekê jî bavêje. Dema ku PDKe şexsan wek ajanên MÎTê bi rêxistin dike, caran malbat malbatê jî dixe xizmeta Mîtê de. Tevgera me ji bo kes û malbatên wiha xwedî agahî û amadekariyê ye. tiştê lazim emê bikin”  Her wiha di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em ê hesabê wî bipirsin” .

Ji daxuyaniya vê komîteya çekdar tenê encamek der dikeve. Ew jî ev e: PKKe dê dîsa dest bi kuştina Kurdên bêguneh bike.

Çavkaniyên herêmî û agahiyên ji hundirê PKKê diyar kirin ku KCKê di Adara îsal de “biryara xwe daye çalakiyên hember mixalifên xwe bike û rewşê aloz bike” Darka Mazî di 7 ê gulanê de li ser vê mijarê nûçeyek weşand:

PKK’ê saziyek ji bo terorkirina dijberên xwe li Garey vekirî ye

Yanî PKKe ji berê de biryara terorkirina sivîlan hebû û bûyera Huseyîn Arasan ji xwe re kire hincet.

Li ku derê PKKe hebe, li wir MÎT jî heye

Çi têkiliya nirxandinên di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê de bi rastiyê re nîne. KCKe û komîteyên wê ew qas di derewan de pisporin dikarin li ser lingekê 40 derewan bikin, 40 sînaryo çekin û rastîya berûvajî bikin. Em dikarin çend mînakan bidin.

Di daxuyaniya KCKê de gotin wiha heye: “Heke PDKe alîkariyê neke MÎT nikare li Silêmaniyê xwe rêxistin bike.” Ev dereweke mezin e. Ji ber ku PDKe bi xwe nikare xwe li Silêmnîyê rêxistin bike. Mît herî zêde di nava PKKê de rêxistinkirî ye. Heke KCKe bixwaze MÎTê bibîne bila li eynikê binere wê pir zelal bibine.  Dema ku em tenê li qetilkirina Sakîne Cansiz binêrin jî pêwendîyê PKKê û Mîtê  tê dîtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêxistina PKKê hêza pêşeng a dewleta Tirk û MÎTê ye. PKKe ku ve diçe dewleta Tirk û MÎT jî bi xwe re dibe. Silêmanî û Rojava mînaka vê ya herî baş e.

PKKe û MÎT bi hev re çûn Silêmaniyê. Yanî bi hev re Silêmanî dagîr kirin. Û endamên MÎTê di hemû saziyên PKKê de, bi taybetî jî li Komeleya Karkerên Mezopotamyayê bi rêxistin in. Li Silêmaniyê 5 cînayet hatin kirin û her 5 cînayet jî girêdayî PKKê ne.

Cihê PKK lê be mirin li wir heye

PKKe ne tenê li Silêmaniyê, li hemû Kurdistanê ji kuştinên kesên sivîl û siyasî berpirse. Gundiyên feqîr diçin çiyê giya kom dikin, di kevin mînên PKKê an jî firokeyên Tirkan lê dixe. PKKe diçe li dora gundan tunel û kanalan dikole, balafir tê li wan dixe, gundî dimirin. PKKe kedkarên feqîr ên ku ji Bakur direvin û tên Başûr bi rêxistin dike, ji wan pere kom dike rewşa wan dişêle. PKKe wan dikuje, paşê ji li ser cenazeyên wan sûd werdigire. PKKe pêsîra gel bernade. PKKe tenê di van 3-4 salên dawî de berpirsê kuştina zêdetirî 50 kesan li Herêma Kurdistanê ye, di nav wan de Xazî Salih Alîxan, Pêşmerge û xelkê sivîl hebûn. PKKe tevgereke cînayetê ye. Û KCKe di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew ê cînayeteke nû bikin. Ji ber vê yekê divê dezgehên ewlehî hişyar bin.

Ji van pêvajoyan û hemû cînayetan ne YNKe û ne jî PKKe zerarê nabînin. Herêma Kurdistanê zirarê dibîne. Ev kiryarên qirêj kêrî kare YNKê û PKKê tê. YNKe pirr kêfxweş e ku medyaya PKKê PDKê dike armanc. PKKe ji ber ku hinceta êrîşêkiriê dîtiye kêfxweş e. Û ev hemû pêvajo bi konsepta dij-Kurdistanî ya di navbera Bexda-Tehran-Silêmanî yê ve girêdayî tê meşandin. PKKê xwe dispêre van hêzan loma dikare daxuyaniyeke wiha bêhiş û bêexlaq bide. Ev daxuyanîya KCKê jî nîşan dide ku li rojên pêşîya me Herêma Kurdistanê dê bibe çihê çalakî û cînayetên PKKê.

Pustên heman beş