Rastiyên şerê navbera PJAK û rejîma Îranê – beşa 1

Rastiyên şerê navbera PJAK û rejîma Îranê – beşa 1

Hewram Merîwanî

Ev çend rojin hêzên pasdarên Îranê bi çekên giran ku di meha borî de ji navçeyên din veguhestibûn  Rojhilatê Kurdistanê, êrişî çiya û jîngeha vê beşa Kurdistanê dike û bas li vê yekê tê kirin ku qaşo ev êrîş bo ser gerîlayên PJAK’ê ne.

Di vê gotarê de, ez wek kesekî ku hinekî şehrezayî çawaniya avakirina PJAK’ê û têkiliyên PKK’ê û rejîma Îranê û her wiha herêma ku Îran êrişî wê dike, ezê hewl bidim bi kurtî sedemên vê êrişê û armancên rejêma Îranê ji vê êrîşê vebêjim.

Çiyayê Kosalan ku li nêzî zincîre çiyayê Şaho û di navbera bajarên Sine û Merîwanêyên Rojhilatê Kurdistanê deye û dikeve navçeya bajarokê Sewlawa, yek ji çiyayên herî stratejîk ên herêmêye ku berdewam sengera pêşmergeyên rojhilatê Kurdistanê bûye û li Kosalan hêza pêşmerge berxwedaneke mezin li dijî çekdarên Îranê encam daye. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî û parêzgeha Sine bi taybetî jî diruşme li ser berxwedana pêşmergeyan li Kosalanê heye ku dibêjin: “Kosalan ji Everest bilindtire”. Di heman demê de weke hemû salên borî, li gorî xwezaya Kurdistanê, Buhar û Havîn demsala destpêkirina çalakiyên pêşmergeye û di rastiyê de yêk ji sedemên ku rejêma Îranê Kosalan kiriye armanc û dixwaze jinav bibe, ji boy vê yekê vedgere.

Gelo PJAK li Kosalanê şerê Îranê dike?

Eger em li dîrok, çewanî û sedemên damezrandina PJAK’ê binerin, em dibînin ku damezrandina PJAK’ê berhema rêkeftina stratejîk a di navbera serkirdeyên PKK’ê û rejîma Îranê de bû û her du aliyan komek sûd ji vê lihevhatinê bi dest xistine. Li ser wê rêkeftinê hêzên PJAK’ê bi awayekî eşkere li çend cihên Rojhilatê Kurdistanê bi cih bûne û di nav wan de jî li çiyayê Şaho. Yek ji armancên bicihkirina gerîlayên PJAK’ê li çiyayan jî ew bû ku rêgirîyê li her çalakiyeka pêşmergeyên hêzên niştimanperwer ên Rojhilatê Kurdistanê bike. Her çend mebesta vê gotarê ne behiskirina çawaniya damezrandina PJAK’ê  û sedema damezrandina PJAK’ê  be jî, lê divê were gotin ku yek ji armancên rejîma Îranê ji damezrandina baskê Rojhilatî yê PKK’ê guhertina riya tevgera neteweyî bû, dixwest bi vê rêyê hêza rizgarîxwaza Kurdistanê kontrol bike û bike korîdorekî de ku bikare berê wê bide her aliyekî ku ew dixwaze  û her dema xwest jî bê deng bike, ev korîdor jî PKK’e bû.

Serhildana şoreşa Jîna li Rojhilatê Kurdistanê ku li seranserê Îranê belav bû, nîşan da ku rejîma Îranê di avakirina PJAK’ê  de ev armanca xwe bi dest nexistiye û netewexwaziya kurdan li rojhilat hêzek zêdetir wergirtiye û ne bi tenê di nava kurdên rojhilat de belku rola rêberîkirina bizava neteweyî ya di nava neteweyên din yên bin destên Îranê yên weke Belûç, Ereb û hwd dilîze. Yek ji sedemên serekeyên kêmbûna bandora PJAK’ê  di nava kurdên Rojhilatê Kurdistanê de, têgihîştina raya giştîya kurd li ser têkiliyên PKK’ê/PJAK û rejîma dagirker a Îranêye, berpirsên rejêmê jî ji bo ku vê rastiyê sexte bikin, xwezayê Kurdistanê didin ber agirê çekên giran û dibêjin em li dijî PJAK’ê  şer dikin.

Li gor zanyariyên ku xelkê herêmê û çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê li ser torên civakî belav kirine, di êrîşên rejîma Îranê de bi tenê Supayê Terorîstên pasdarên Îranê bi çekên xweyên giran, bi awayekî yekalî çiyayan dike armanc, û gelê Rojhilat bas li vê yekê dikin ku ji aliyê beramber “PJAK” dengê ti teqeyekê nayê bîstin û ev şer weke şerekî du alî nayê dîtin. Anku ger em wisa bifikirin şerekî rast di nêvbera rejêma Îranê û PJAK’ê  de heye, em şaş difikirin, ji ber ku hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê dizane ku baregehên PJAK’ê  li Rojhilatê Kurdistanê dikevin kîjan navçeyan û ger Îran bixwaze şerê PJAK’ê  bike pêwîstî bi vê bombebarana çiyayên Kurdistanê niye û rasterast dikare biçe ser tev bingehên PJAK’ê  ku bi kêfa dilê xwe çêkirine û têde dimînin.

Di rastiyê de armanca rasta rejêma Îranê ji van êrîşan, şer kirin li dijî PJAK’ê  nîne, belku hin armancên din hene ku emê li vir bas bikin.

Armancên rastî yên rejêma Îranê ji êrîşên li ser çiyayê Kosalan

Diyare divê em ji bîr nekin ku rejîma Îranê her çend sal carek şerekî sexte li dijî PKK’ê û PJAK’ê dike, ev şer gelek caran ji bo peydakirina hincetekê ji bo dagîrkirina navçeyeke stratejîk a Kurdistanê weke Tepê Casûsan bûye, yanjî dixwaze bi vî awayî bala gel li ser têkiliyên di nêvbera PKK’ê û Tehranê dûr bixe û ji aliyekî din weke çekuçekî li ser serê PKK’ê be ji boy ku wisa nefikire di bin fermana Îranê derbiçe.

Ger em lê binêrin êrîşên vê carê yên rejîma Îranê ku dibêje em li dijî PJAK’ê van êrîşan encam didin, di demekê de ye ku hilbijartinên Tirkiyê bi dawî hatine, PKK’e di hilbijartinan de rastî şikesteke mezin hatiye û ew hêvyên ku li ser encamên hilbijartinan avakirî ji bo derbaskirina rewşa xweya xeraba leşkerî ji dest dane. Murat Karaylan ku yek ji rêveberên payebilindên PKK’êye, di rojên piştî serketina Erdogan de bi awayekî vekirî ragihand ku em ji her tiştî re amade ne û çira kesk ji bo destpêkirina hevdîtinan bi hikûmeta AKP’ê re vêxist. Di vê navberê de PKK’ê ev demek bû agirbesta yekalî îlan kirbû û bi hemû şêweyan li pey hêncetekê digeriya ku ji bo careke din dîsa vê agirbestê dirêj bike. Di nava dewleta tirk de jî nerînek heye ku lêçûna şerê li dijî PKK’ê lêçûneke aborîya zêdeye ku bêyî ti berjewendî zextê li aboriya Tirkiyê dike.

Helbet wek berê, Îran naxwaze Tirkiye û PKK’e lihev bikin û PKK’e jî ew qas xizmeta berjewendiyên Îranê kiriye ku berpirsên mezin û biçûk ên Îranê naxwazin vê karta giranbiha ji dest bidin. Ji ber vê yekê ev êrîşên Îranê ji bo PKK’ê weke hişyariyekê tê dîtin ku bila li ser muzakereyên bi Tirkiyeyê re nefikire. Me dît ku dema êrîşên Îranê dest pê kirin, PKK’ê yekser ragihand ku agirbest rakirine. Mantiq ji me re dibêje ku ev ne tesaduf bû.

Weke ku berê jî hat behiskirin, yek ji armancên rejîma Îranê ji damezrandina PJAK’ê  wek baskê PKK’ê li Rojhilatê Kurdistanê ew bû ku enerjiya siyasîya kurdên rojhilat ber bi PKK’ê ve bibe, ku bi hêsanî bikare wê kontrol bike. Lê belê di şoreşa Jîna Emînî de dirûşmên gelên rojhilat yên weke “Kurdistan, Kurdistan, Goristana Faşîstan”, “Heta kurd hebe wê Kurdistan bimîne”, “Dagirkerê Îranê tu kujerê Jîna Emînî”, “Jin Jiyan, ranewestan, serxwebûna Kurdistan” û hwd… Derket holê ku li Rojhilatê Kurdistanê nêrîna niştîmanî û niştimanperwerî nêrîna serdeste û rejîma Îranê nekariye vê armancê pêk bîne. Şoreşa Jîna Emînî îspat kir ku xeta PKK’ê li rojhilat xwedî helwesteke gelêrî û bi bandor nîne û di rastiya xwe de rejîma Îranê bi vî şerê sexte dixwaze di qada siyasîya rojhilat de PJAK’ê  pêtir berçav bike.

Sedemeke din a haydarkirina PKK’ê ji aliyê rejîma Îranê ve jî ewe ku Îranê têgihîştineke kûr li ser PKK’ê heye û dizane ku PKK’ê berupşit ji ti kesî re nîne û eger bizanibe ku rejîma Îranê ber bi rûxandinê ve diçe, pir bi hêsanî dikare pişta xwe bike Îranê. Bi taybetî nêzîkbûna PJAK’ê ji hêzên niştimanîyên Rojhilatê Kurdistanê yên wek HDK û Komele re ku bi armanca ji hev cudakirina baskê netewîyê PJAK’ê  ji PKK’ê birêve diçe, ew tiris û xof di dilê rejîmê û PKK’ê de çêkiriye ku kurdên rojhilat yên di nava refên PKK’ê de arastê xwe ji siyaseta dije Kurdistanî ya PKK’ê cuda bikin û vegerin ser hêla bizava netewî ya Rojhilatê Kurdistanê.

Ev mijar ne mijareke nûye û dîroka wê vedgere destpêka damezrandina PJAK’ê . Cûdabûna yekemîn endamê mekteba siyasîya PJAK’ê  ji bo şermezarkirina paşverûtiya rasterasta PJAK’ê  ji PKK’ê û bi awayekî nerasterast ji Îranê re û herwiha tasfiyekirina hinek kesayetiyên navdar û netewî yên kurdên rojhilat di nav PKK’ê de ji mînakên vê rastiyê bûn. Bi kurtasî, rejîma Îranê dixwaze ji baskê neteweperest yê PJAK’ê  re bibêje ku ger hizir dikin ku berê xwe bidin xeta neteweperestiyê, divê li benda êrîşa me bin.

Di beşa duyema vê gotarê de, emê behsa peywendîya van êrîşan û zextên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê û pirsa çek kirina partiyên netewî yên Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Li benda me bin…

Pustên heman beş