Rastiya nakokiyên navbera PJAK û hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê çî ye?

Rastiya nakokiyên navbera PJAK û hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê çî ye?

Di meha dawî de çendîn agahîyan di çapemeniya de cih girtin ku hêzên Pasdarên Îranê kişyane sînorê Başûrê Kurdistanê. Di nûçeyê de hat gotin ku ev zêdebûn ne weke “vegera leşkerên ku di zivistana de vekişya bûn bi baharê re vedigerin sengerên xwe.” ye. li gorî salên berê pirr zêdetir bûye.

Çend roj piştî van nûçeyan hat ragihandin ku artêşa Îranê bi awayekî belave bejahiya derdora Çiyayên Koselan û Şaho yên li sînorê Kirmaşanê bombebaran kiriye û bi dozeran rê çêdike. Roja din jî hate gotin ku di navbera hêzên YRK ê yên girêdayî PJAK ê û artêşa Îranê de pevçûn derketîye.

PJAK ê ji wê rojê û vir ve her gav di çapemeniyê de daxuyanî dide. Pirsa ku her kes meraq dike ev e “Çima PJAK û artêşa Îranê li hev ketin?”.

Cihê pevçûnê vê nîşan dide ku ji her du aliyan ve têkiliyeke bê plan a hêzên herêmî heye. Yanî artêşa Îranê rasterast li dijî PJAK ê operasyonê pêk nayîne, şerekî plankirî nîne, rûbirûbûna hêzên herêmî çêbûye û reaksîyoneke demkî û bêkontrol heye. Ji xwe goreyî agahiyan, hêzên PJAK ê yên li herêmê ji bo xebatên giştî çûne ne ji bo karekî leşkerî. Di vî warî de nakokiya di navbera PJAK û hêzên artêşa Îranê de, her çend kuştî û birîndar hebin jî, rewşeke lokale û çarçoveya pêwendiyên siyasî di navbera van du alîyan de naguherîne.

Di dîrokê de ji agirbestên herî dirêj e, an jî hevkariyeke stratejîke?

Agirbesta ku PJAK ê ji 5 ê Cotmeha 2011 an ve ragihandibû hê jî didome. Ev agirbesta di dîrokê de yek ji dirêjtirîn agirbesta ye, ev agirbest bû 13 sal ku berdewame. Di demekê de ku li Rojhilata Navîn pevçûnên mezin rûdan û bihara Erebî bi şer despêkir. ji gelan re hinek derfetên sîyasî peyda kir. Di demekî wiha dîrokî de agirbesta PJAK ê tenê hişt ku Îran li Rojhilata Navîn rehettir tevbigere.

Dewleta Îranê li hember vê agirbesta 13 salan a PJAK ê çi kir? Îdam nesekinîn, gelê sivîl hatin qetilkirin, zextên li ser zimanê kurdî nehatin rakirin, mamosteyên zimanê kurdî hatin girtin, bi dehan kes hatin cezakirin, daristan hatin şewitandin. Bi rastî jî li Silêmanî û Pênciwînê hinek Kurdên bi PJAK ê re dixebitin hatin qetilkirin. Yanî Îran li hemberî kurdan nerm nebû. Ji ber vê yekê em dipirsîn gelo PJAK ê bi çi hincetan agirbest berdewam kir?

Ev ne agirbesteke ku li ser navê PJAK ê di 5 ê Cotmeha 2011 an de hatibû îlankirin. Yê ku ev Peyman çêkirî ne PJAK bû PKK bû. Li pişt wê agirbestê hevgirîya PKK ê bi siyaseta Îranê re li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hebû. Sedema sereke ya siyaseta PKK ê; pêşîgirtina li rûxandina rejîma Sûriyê li Rojava, girêdana Şengalê bi Iraqê re, siyaseta Iraqîkirina Silêmaniyê, hewildanên siyasî û leşkerî yên li dijî Hewlêrê… ango PKK bi vê agirtbestê bi Îranê re ajandeyek sîyasî-leşkerî hevbeş meşand. Xwe kir dûvikê Îranê. Heya ku pêwendiyên PKK ê û Îranê ser vî esasî bin wê pevçûn tenê lokal bin.

Dema ku hevdîtinên PKK ê bi Tirkiyeyê re dest pê dike Îran êrîş dike

Ji sala 1993 an ve di navbera Îran û PKK ê de pirsgirêkek balkêş derketiye holê. Her dema ku di navbera PKK û Tirkiyê de li ser mijarên wekî çareserî û agirbestê hevdîtin dihatin kirin, Îranê li kampên PKK ê dixist.

Di zivistana 1993-94 an de di yekemîn agirbesta PKK ê de Îranê nêzî 50 gerîlayên PKK ê li ser sînorê Dambatê dîl girtin û radestî dewleta Tirk kirin.

Piştî ku Ocalan di sala 1999 an de çû Tirkiyeyê, Îran jî ev rewş şopand. Di sala 2000 an de rêveberên PKK ê yên li Qendîlê biryara da ku “li ser xeta Ocalan bimeşin”. Li hember vê yekê Îranê malên nexweşên PKK ê  yên li Urmiyê û Tehranê girtin û nûnerên PKK ê ji Îranê derxistin. Ew xalên PKK ê yên li geliyê weke Xirpapê, dola Eyşê,Berde nazê û Bêdila topbaran kirin.

Di sala 2003 an de dema ku PKK ê bi Emerîka re hevdîtin dikir Îranê dîsa êrişî PKK ê kir, kadroyên li hundirê Îranê girtin û hinek ji wan radestî dewleta Tirk kirin.

Serdema hevdîtinên rêveberên PKK ê û rayedarên MÎT ê yên li Osloyê dîsa Îranê êrişî kempên Qendîlê kir. Gava li Farqînê 13 leşkerên tirk sala 2011 heyva Tîrmihê hatîn kuştin hevdîtinên Osloyê qediyan. Erdogan ragihand ku ew ê êrîş bikin, piştre dewleta Îranê piştî tawîzên mezin êrîşa Qendîlê rawestandin.

Ji ber vê yekê eger aloziya li Koselanê hinekî berfireh bibe, ev tê wateya tiştekî wiha. Di navbera PKK û Tirkiyeyê de trafîka muzakereyê heye ku Îran jê nerehet e.

Îran ji têkiliya PKK ê ya li Rojava bi Emerîka re heyî ne aciz e. Ji ber ku di wateyekê de bi rêya HSD ê hewlên Amerîkayê kontrol dike. Lê niha her tişt di bin kontrola Îranê de didome.

Îran tu carî derbeyeke xisarê li PJAK ê naxe

Ji ber têkiliyên PKK û Îranê, PJAK tevgereke marjînal e ku nikare bi îradeya xwe tevbigere û sînorê berjewendiyên PKK ê bi Îranê re heyî derbas nake. Dewleta Îranê ji bo ku gelê Rojhilatê Kurdistanê nekeve nava tevgerên kurd ên azadîxwaz ên weke PDKÎ-Komala-PAK ê îcaze dide xebatê PJAK ê. Di wateyekê de PJAK ji bo Îranê wek qinênê oksîjênî ye. Loma jî şaş e ku mirov li bendê be ku Îran derbeyeke mezin li PJAK ê bixe. PJAK hêza bergirîya sînore bo Îranê da ku Pêşmergê Rojhilatê Kurdistanê nekeve axa Rojhilat.

Hemû biryargeh û kampên PJAK ê li ser xeta Pênciwîn û Asosê ne. Hemû çeperên Îranê û PKK ê di dûratîya çav de ne. Heta niha tu kes nehatine hedefgirtin. Lê heman Îran bi mûşekên kamikaze û drona 200 km ji Îranê dûr li kampên sivîlên Rojhilatî û Pêşmergê rojhilatê kurdistanê yên li koyê, Pirdê û Hewlêrê dixin.  Lê wan kampên PJAK ê yên binya paygahên pasdaran naxin, gelo çi ma?

Li Îranê xebatên PKK ê yên leşkerî serbeste?

Hêjayî gotinê ye ku gerîlayên PKK ê li sînorê Rojhilatê Kurdistanê ku di bin kontrola Îranê de ye bi awayekî çekdarî digerin. Mînak li gundên Mir Gever-Til Gever yên li hemberî navçeya Esendere ya Colemêrgê gerîlayên PKK ê bi rehetî diçin gundan û di bin navê gumrikê de ji gel û qaçaxçiyan bace werdigirin û ticareta tiryakê dikin. Bi heman awayî yekîneyên HPG ê li sînorê Bazîdê li Dambatê xebatên leşkeri û tanzîmî dikin. Yanî hêzên leşkerî yên PKK ê li her derê ne û heta niha ti xerabîyekji Îranê li dijî wan pêk nehatiye.

Heta ku ev têkilî di navbera PKK û Îranê de hebe, wê PJAK di bin baskên Îranê de bimîne. Lê em nikarîn heman tiştî ji bo tevgerên din ên Rojhilatê Kurdistanê bibêjin.

Îran dê kî/kê bike armanç?

Êrîşên Îranê yên li dijî tevgerên wekî PDKÎ-PAK ê yên li Başûrê Kurdistanê tên zanîn. Serokên PDKÎ di dilê Ewropayê de bûn armanca terora Îranê. Di 8 ê Îlona 2018 an de baregehên PDK-Î û HDK ê yên li Koye êriş kirin ser û 16 kesên sivîl şehit ketin. Di sala 2022 an de di dema pêvajoya raperîna Jina Amini de êrîşek bi heman rengî pêk hat. Di nav wan de zarok û jin jî bi dehan hemwilatîyên Kurd şehit bûn. Ji ber vê yekê jî hedefa sereke ya Îranê wê tevgerên azadîxwaz yên Rojhilat bin. Ji aliyekê ve dê zext li hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin ku van hêzan bêçek bike û li aliyê din jî rasterast bi awayekî fizîkî wan bike armanç. Îran dê bi vî awayî hewl bide tola xwe ji gelê Rojhilatê Kurdistanê di dema raperîna jina Emînî de bigire.

Ev 2 roj in PJAK ji aliyekî ve baskê leşkeri ji alîyê din ve baskê sîyasî di çapemeniyê de daxuyanî didin û bang li Îranê dike. Dikare bê gotin ku dema ev daxuyanî hatin dayîn êdî pevçûn rawestiyabûn. Beriya niha jî rêkeftinek di navbera Îran û PKK ê de li ser vê mijarê heye û çavkaniyên ji Silêmaniyê jî radigihînin ku peywendiya navbera PKK û Îranê bi rêkûpêk heye û her du alî jî giringiyê nadin aloziya Koselanê. Daxuyaniyên PJAK ê yên di çapemeniyê de tenê ji bo propagandayê ne. PJAK ê bi vê mijarê hewl da xwe rewa bike, ji ber ku dizanibû ku gelê Rojhilatê Kurdistanê ji pêwendîyên PJAK ê bi Îranê û taybet Îtilaatê re aciz in. Mixabin medyaya Rojhilatê Kurdistanê nekarî vê rastîya heyî têra xwe ji gel re zelal bikin.

Di encamê de di navbera PJAK û Îranê de ti nakokiyek nîne û dernakeve jî. Hevpeymaniya stratejik a PKK ê û Îranê berdewam dike.

Pustên heman beş